Dixwazim dîsa ji pirtûka Civaka Palyatîf (Palyatîf Toplum, Byung-Chul Han, Metis) dewam bikim. Vê carê sernivîs, ‘Bêmenebûyîna Êşê’ ye. Yanî êş jî ji mirovan hatîye stendin û bêwatekirin! Ji ber ku di Civaka Palyatîf de her tişt tevizandî û xapandî ye, helbet dê êş jî êdî ne êş be. Jixwe ku bê bîra me ev civak bi êşbir û êşkujan têmeşandin. Li cîhê ku êşkuj hukumdar bin, êş û êşkêşan dikare çi xwelîyê li serê xwe bike ne?
Tam li vir çîrokek dayîka min a ku ez negihîştimê hate bêra min! Çimkî qehremanên wê çîrokê êşên xwe har dikirin, neditevizandin, hişyar dikirin (Dayê, xwezî niha min karîba dengê xwe bigîhîştanda ba te û te behsa alîyên vê çîrokê yên ku ji bîra min çûne jî bikira. Mesela navê wê û qehremanên wê jî nayên bîra min). Wê bihêle ji bo ranezana birîn li canê xwe çêdikirin û wan birînan tije xwê dikirin. Birînên tije xwê…dîn û har dibinne?! Loma carna dibin aweyek îşkencê jî… Vî welatî gelek caran hawara birîndarên birîntijexwêkirî bihîstîye. Ha hoo, welato te çi dîtîye û çi nedîtîye!
Îjar ku em vegerin ser pirtûka xwe,dibêje ku me huner û senetê êşkêşanê winda kirîye. Êdî wateya êşê nemaye lewre. Bûye meseleya tibbê û farmakolojîyê-dermannasîyê. Dême êşbir, meneyê jî dibirin û miheqeq hestîyarî û jîrîtîyê jî. Ji ber ku mirovên êşbirkirî an jî êşkujkirî, êdî ne ew mirovê/a berê ye. Her tiştî xwe wenda kirîye û belkî êdî zombî jî nîne. Heyînek dermankirî, îslehkirî û perîşankirî ye.
Mînak, dema Mosyo Testeyê Paul Valery dibêje “tu wateyek êşê nîne” gelek tiştan dibêje. Yanî vê gotina giran noxteya dawî ye ku êşê, ji şîfreyên wê yên kevnar û çandî vediqetîne, bê kok dike.
Her wiha li gor Mosyo Teste êş nayê gotin. Ziman xera dike. Li cîhê ku êş dest pê dike gotin tê birîn. Tenê cîhên vala îşaretê hebûna wê nîşa me didin.
Em îja gotinên Mosyo yên li nav rûpelên pirtûkê bixwînin.
“...Ax! Êşê dikişand. Tiştek min ê girîng tine. Ez …Ka bisekinin…Libên qûmê dihejmêrim….Êşa min min dide zorê da li wan binhêrim. Ez wê difikirim! tenê li benda feryada xwe me… çawa ku qêrîna xwe dibîhîzim-ew tişt,ew tişta dijwar biçûk dibe…biçûk dibe û ji ber çavên min ên hundirîn diçe…”
Li gor pirtûkê jana wî welê giran e ku Mosyo Teste ji ber wî zimanê xwe wenda dike. Dinya wî xera dibe û êş wî hepsê nav bedenek bêziman dike.
Her wiha her kes hinek Mosyo Teste ye. Ji ber ku Mosyoyê pir hesas ê ku êşên bêwate dikşîne, pêşengê mirovên nûjen ên dereng e. Her kesê/î wek wî bi awayek obsesîf hiş û aqil daye ser bedena xwe.
Dema mirov vê meqalê dixwîne jî êş, êşbir û reva ji êşê li derdorê mirov dide lotikan. Mirov şahidîya xwe û çîrokên xwe yên wêrek an jî hêsîrên êşbiran dike. Lehengên çîrokên Dayîka min jî tên bîra mirov û carna li derdorê pîyase dikin. Hişyar in, naxwazin razên. Xewê jî feda dikin, bêêşîyê jî. Lew bi xwe êş û janê li canê xwe peyda dikin. Da ku şîyar bimînin û nehêlin diz bikevin malê, dijmin her tiştî talan bikin. Êşê kedî jî dikin. Hew hişyarokek li can û bedena wan e êş. Da ku hişyar bimînin û pêşîya guran bigrin. Lew hêj kesî nekarîye tiştek ji wan bidize. Hêj beden jî ruh jî, êş jî ya wan e. Hêj nehatine kedîkirin, êşê jî ew bi xwe kedî dikin.
Lê niha ev pirs muhîm e; di vê nexweşxana nêçîrvanan de em kî ne, êş çî ye, êşbir çi ne, bo çi ne û bi destên kê dighîjin beden û ruhê me?
(MR/AY)







