Wêne: Luqman Ehmed
Îro cejn e lê ji bo min ne cejn e û ji bo bibe cejn tu sedem tuneye. Cejn ji bo mirovan kêf e, xweşî ye, aşitî ye. Jixwe ji bo zarokan cejn tê wateya şekirok, destek cilê xweşik, nanekî xweş, rûyên bi ken ên wan pêşwazî dikin li ber derîyê malan, ger ango hema bêje hemû dinya ye. Yanî dinya tev ew roj qey di bin emrê wan de ye û ji bo wan heye! Îca ez di vê dinya ha de çi dikim, çi diguherînim? Weke ku qet bandora min tunebe. Bêbandor… Weke ku ez tune bim! Ez tune me. Hebim jî dibe tunebim jî dibe. Ewçax ez ê çawa hebim, ez ê çawa bi bandor bim li ser vê dinyaya ku ez carna pê qayîl nabim û qîma xwe pê naynim? Ez ê cejnan çawa bikarim bikim cejn ji bo xwe û ên wek xwe (ger hebin)? Dibe ku ez bikarim bi fikirandinê xwe he bikim û wisa jî tesîrê çerxa dinê û jiyanê bikim? “Difikirim ew çax heme.” Weke ku min ev ji Descartes dizîbe lê ez ê rojekî cardin bidimê. Gor ku ez dikarim bidizim û min ev dizîbe dikarim wisa jî bibêjim; “didizim ewçax heme!”
Dixwazim mejîyê min bîst û çar seet ranezê, şiyar be û bişixule, bifikire, bixwîne, hilberîne fikrên nû û teze, yên xweser. Lê her gav jî ev ji min nayê mixabin…
Vêga ez li malê me û li derveyê min şerek heye. Şer bixwe xemên min zêdetir dike û dike ku bitirsim. Bi qasî şer sersarîya mirovan jî ji min re dibe kul û dimîne. Çawa neteweyek hatibe li ser kendalekî sekinîbe û hay jê nebe ku ewqas nêzî mirinê ye. Ne şaş bim Heîdegger bû digot, wexta ku mirov nêzî talûkeyekê dibe bi xwe û bi hebûna xwe dihise. Îca ez vê ne tenê ji bo mirovekî wexta ji bo neteweyekê difikirim xasma jî ji bo me kurdan; em di nav talûkeyê de xerq bûne û hîn jî bi vê talûkeya ha nehisîyane an jî naxwazin bihisin. Nezanî rehetî ye û ji qewlî dîya min ve her gav digot nizanim rehetîya canim! Ev meyla mirovan ku xwe li guhê ker datînin xemên min zahftir dike. Cegerxwîn jî ji ber xemên xwe yê ku ji bo milletê xwe dixwar, li ser wan, rûmeta wan, pêşeroja wan direilî û tim gazin dikir. Her gava ku derfet bidîta jî behsa van xemên xwe dikir û balkêş e hîn jî em behsa van xeman dikin. Ger hûn bêjin em nakin jî ez bixwe dikim.
Carna, di wan kêlîkên ku di xwe re dibînim bifikirim de, difikirim qey bi ra jî wateya jîyanê di du serîyên dij-berî(!) hev de veşartîye? Şer û aşitî, mirin û jiyan, reş û spî, şev û roj, ken û girî, şîn û şahî… Qey weke ku Xelîl Cîbran gotî “kêf û keser bi hev re tên; vê ya qet ji bîr nekin ku wexta yek li ser sifra we bi we runiştî ye, ê din di nav cîyê we de bi we re radizê.” (DA/FD)