Ev çend roj in li pirtûka James Morris Blaut a bi navê "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" (Sömürgeciliğin Dünya Modeli-Dergah Yayın.) dinerim.
Blaut, di vê xebata xwe de hewl dide ku yek ji derew û baweriyên herî mezin û xurt ên dîrok û erdnîgariya îro hilweşîne. Ev bawerî, ramana "Mûcizeya Ewropayê" ye ku dibêje Ewropa ji ber taybetmendiyên xwe yên cewherî û koka xwe, her dem ji her herêmeke din a cîhanê pêşketîtir û jêhatîtir bûye. Blaut vê zihniyetê wekî "belavbûna navend-Ewropayê“ bi nav dike. Li gorî vê nêrîna şaş, cîhan dabeşî du beşan dibe. "Hundir" (Ewropa) û "Derve" (cihên dervayî Ewropayê). Ewropaya ku "Hundir" e, her dem nûjen, bieqil, aktîf û çêkerê dîrokê ye; lê herêmên ne-Ewropa ku "Derve" ne, sist, asêbûyî, kevneşop û bêdîrok in. Di vê modela mêtingeran de, hiş, nûbûn û şaristanî tenê ji hundir ber bi derve ve diherike, ango her tiştê baş ji Ewropayê belavî cîhanê dibe. Li gorî vî hişê mêtingeriya klasîk, kolonîyalîzm ne sedema dewlemendbûn û serkeftina Ewropayê ye; berevajî vê, Ewropa bi xêra mêtingeriyê "şaristanî" û "nûjenî" biriye ji bo gelên paşdemayî û asêbûyî yên cîhanê. Blaut bi lêkolîneke pir kûr û bi belgeyên dîrokî nîşan dide ku ev model bi temamî dereweke mezin e.
Nivîskar di pirtûkê de eşkere dike ku beriya sala 1492yan, Ewropa di warê aborî, çandinî, teknolojî û saziyên civakî de qet ji parzemînên din bi rengekî pêşketîtir nifûsa xwe kontrol nedikir. Ewropa, Asya û Afrîka di astekê de pir nêzîkî hev bûn û di navbera wan de toreke "proto-kapitalîst" a hevpar a bazirganiyê hebû. Sîstemên derbaskirina ji feodalîzmê ber bi kapîtalîzmê ve li her derê cîhanê gav bi gav bipêş diketin û Ewropa di vî warî de ne xwediyê ti mûcizeyeke taybet bû. Li vir pirseke girîng derdikeve holê; Nexwe çima Ewropayê parzemîna Amerîkayê dagir kir û çima parzemînên din ev yek nekirin? Blaut bersiveke pir hêsan û zelal dide vê pirse. “Ji ber avantaj û guncavbûna erdnîgariyê. Ewropa li ser nexşeyê ji her herêmeke din nêzîktirî Amerîkayê bû.”
Heke parzemîna Amerîkayê nêzîkî Hindistanê ba, îhtimaleke mezin Hindistan dê biba dergûşa kapîtalîzmê û serdestê cîhanê. Dagirkirina Amerîkayê ne ji ber zîrekî ango jêhatîbûna Ewropayê ye, tenê encama şansekî cografî ye.
Blaut her wiha efsaneyên weke demografî û hawirdorê jî analîz dike û dergûşa wan derewan eşkere dike. Navend-Ewropayî îdia dike ku Ewropî fêrî kontrolkirina nifûs û zewacê bûbûn û loma hejar nedibûn, lê elê gelên ji dervayî Ewropayê wek ajalan bê serûber zêde dibûn û her tim bi birçîbûn û karesatan re rû bi rû diman. Blaut nîşan dide ku ev îdia ti bingehekî xwe yê zanistî nîne. Efsaneyeke din a hawirdorê jî heye ku dibêje parzemîna Afrîkayê ya tropîkal ji ber germê, parazîtan ango nexweşiyan ne guncavî şaristaniyê bûye û loma asê maye. Lêbelê li gorî dîrokê, ev hemû tespîtên bêbingeh tenê ji bo rewakirina mêtingerî û firotina koleyan hatine afirandin daku hovîtiya Ewropayê bê veşartin.
Her weha piştî sala 1492an ev hevsengî bi temamî xera bû. Ewropayê bi dagirkirin û mêtingeriya li Amerîkayê re dest bi talankirineke pir mezin kir; zêr, zîv û dewlemendiyên bêhemapa herikîn Ewropayê. Ji bilî talankirina kanka û madenan, sîstema plantasyonê (çandiniya mezin) û karkirina bi darêzorê ya bi milyonan mirovên Amerîkayê û Afrîkayê sermayeyeke pir mezin da destê Ewropayê. Ev dewlemendiya dervayî ku bi xwîn û talanê hatibû bidestxistin, aboriya Ewropayê bi lez guhert û herikîna kapîtalîzmê ya li wir pir xurt kir. Di heman demê de, mêtingeriyê pêşketina aborî ya li Asya û Afrîkayê sist kir ango bi temamî sekinand. Blaut tîne zimên ku serkeftina herî mezin a leşkerî ya Ewropayê li Amerîkayê ne ji ber çek û teknolojiya wan a herî pêşketî bû, bêtir ji ber nexweşiyên ku ji Ewropayê çûbûn û gelê herêmê qir kiribûn. Ango, xelkê Amerîkayê ne di şer de, di nexweşiyê de winda kir.
Di encamê de, Blaut di "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" de tespîteke pir exlakî û zanistî dike. Hemû mirov û civak xwedî heman jêhatîbûn û kapasîteya aqil in. Ewropayê ne ji ber hiş, nirx an jî serdestiya xwe ya çandî bûye serwerê cîhanê. Ev rewş encama talankirina mêtingeriyê, şansê cografî û hovîtiya sîstema kapîtalîst e ku bi talankirina parzemînên din xwe mezin kiriye. Ev pirtûk ji bo ku em dîroka cîhanê ne ji çavê mêtingeran, lê ji rastiya wekheviya mirovahiyê bixwînin, rêyeke pir ronî nîşanî me dide.
Di dawiya dawîn de, divê pirtûkên bi rengî zêde bibin. Lewre kolonyalizm wek hişmendiyek her tim guncav e.
(ÖA/AY)


