Nîzanim bîbêjim çi... Lê ji pênç salan ve, heta niha min ew qas pirtûk, kovar, çîrok û helbest xwedine ez tu caran ev qasê li bin bandora pirtûkekê da nemam.
Dema min pirtûk stend, min got hema ez ê bixwînim. Ka li wêneyan binêrim, bandorek çawa li ser mijarên şerî çêkiriye?
Ji xwe wê çi be de şiroveyên wêneya ne ha! lê xwezîîî… xwezî tenê wisa ba ..
Piştî demekî dirêj e li ser pirtûkekî min dilopekî rondikên xwe dît, min xwest xwe bigrim û negirîm lê wisa nebû, têra xwe giriyam û min jî halê xwe yî wê demê fedî kir.
Min ji xwe pirsî ew qas tişt derbas bîbû, xelkên min ew qas êş kişandibû lê wê demê min çi dikir ?
Ew qas agir belav bibû li ser malên kurda ez çawa jê hay nîn bûm?
Min tu bersiv nedît ji pirsên xwe ra...
Min xwest bêm ser hişê xwe û bejim ji xwe fedî bike Dîlek tu jî ji xwe re dibêjî ez rojnameger im!
Tu hê nikarî bixwînî tu çawa bikêşî çawa godarî bikî û çawa binivsînî ?..
Carna diya min ji bo rewşa kesên xemsar re dîgot ‘‘mirov ker û lal be dinya hemû zelal e.’’ Min rastiya hevokê hê nû fêm kir.
Nizanim Mirad bi nivîsîna vê pirtûkê tiştek baş kir yan xirab ? Nikarim bi nirxandinekî bêalî bêjim başe yan xerab e…
Ji ber ku ez êdî ew qas naxwazim bibim rojnamegerekî serkeftî ! Naxwazim çîrokên şer, dilşewatiyên gel godarî bikim ya herî rast naxwazim bibim şahîda ew qas ‘êş’ an...
Min cara yekem destê xwe da ser dilê xwe û min xwast ev pirtûk bila zû bi zû xelas bibe, xelas bibe ku min qanih bike...
BELKÎ ÎŞEV BINIVIM!..
Murat Bayram kî ye?
Edîtorê bianet kurdî ye. 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Di Kurd1 TV, Rojnameya Evro, Waar TV û Kurdistan TVyê de weke edîtorê nûçeyan, qunciknivîs û nûçegihan xebitî ye. Li navçeyên Sûr, Farqîn û Liceyê yên Diyarbekirê, navçeyên Cizîr; Silopya û navenda Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser qedexeya derketina derve ji bo medyaya navneteweyî nûçe nivisîne.
Bayramî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivisîne û wergêrî kiriye. Xwediyê hin xelatên çîroknivîsiyê û rojnamegeriyê ye.
(DD/MB)