Merheba ji we re!
Îroj em bi minasebeta danasîna Lalistanê li vê derê civîyane. Berî her tiştî, ez dixwazim dîyar bikim, ez pir kêfxweş im ku ez jî li vê derê amade me. Em dizanin ku helbestvanê vê berhemê Metîn Aydin e û ev berhem ji alîyê Mistefa Aydoganî ve hatiye wergerandin.
Heger destûra we hebe, ez dixwazim behsa serpêhatîya xwe û zimanê xwe bikim. Ya rastî, ez dixwazim behsa nêrîna xwe ya li ser kurdîya kurmancî bikim. Ez dixwazim bi wê ra behsa tesîra Lalistanê bikim. Ez dixwazim behsa tesîra minaqeşeyên civata nivîskar û wergêran bikim. Her weha ez dixwazim behsa tesîra Mistefa Aydoganî bikim. Ez dixwazim behsa tesîra hevpeyvînekê bikim (Mustafa Aydoğan’la Söze Dair, Lis Yayınevi). Ez dixwazim behsa tesîra pirsên Mahsûm Oralî û bersivên Mistefa Aydoganî bikim. Ez dixwazim behsa serobinbûna nêrîna xwe ya li ser zimanê xwe bikim.
Ya rastî, heger destûra we hebe, ez dixwazim mikurnameya xwe ya li ser kurdîya kurmancî pêşkêşî we bikim.
Berî ku ez hevpeyvîna Mahsûm Oral û Mistefa Aydoganî bixwînim, berî ku ez Mistefa Aydoganî nas bikim, berî ku ez bibim şahidê minaqeşeyên li ser Lalistanê û li fikrên wan ciwanik û ciwanmêran guhdarî bikim, ez Orhanekî din bûm. Divê ez li xwe mikur bêm ku ez Orhanekî dûrî kurdî bûm. Ne hew dûrî kurdî bûm, min jê hez jî nedikir. Min digot, ya Rebî, ez dê çawa xwe ji vî zimanî xelas bikim. Ez dê çawa vî zimanê bi kêrî tiştekî nayê ji bîr bikim. Fikra min a li ser zimanê min ev bû. Mixabin, nêrîna min bi vî awayî bû.
Min bi zimanê xwe rêzikek nenivîsîbû
Ez ji zû ve Metîn Aydinî nas dikim. Ew her tim alîkarîya hevalên xwe dike, kitêban dide wan, wan teşwîqî nivsandinê dike. Min jî wekî wî, bi tenê bi tirkî dinivîsand. Ji xwe, min tu carî bawer nedikir ku mirov dikare bi kurdî jî binivîse. Min pirtûka xwe ya şeşan jî xelas kiribû. Pirtûkên min hebûn, lê xwendevanên min bi qasî ku min dixwast, ne zêde bûn. Hema mirov dikare bibêje ku tune bûn.
Min carinan danasînên pirtûkan dinivîsîn. Rojekê Metînî pirtûkeka din da min. Pirtûkeka hevpeyvînê bû. Min dest bi xwendina wê kir. Gava hîn min neqedandibû, ez pê hisîyam ku fikrên min dest bi serobinbûnê dikin. Wexta ku min pirtûk qedand, ez bûm wekî yê ku serê wî li kevirê qebrê bikeve. Mahsûm Oral û Mistefa Aydoganî tesîreka mezin li min kir. Perspektîfên wê kitêbê ez hejandim, heyata min bi temamî guhart. Min wê çaxê Mistefa Aydogan nas kir. Fikrên wî yên li ser zimên -bê mibalexe- ez hejandim. Min hîn wê çaxê ferq kir ku ez dê êdî nema bikarim wekî Orhanê berê bimînim. Min bi wê tesîrê û bi wê heyecanê danasînek bi tirkî nivîsî û weşand.
Temenê min bûbû 45 sal. Lê min heta wê gavê bi zimanê xwe rêzikek jî nenivîsîbû. Haho, ez ew qasî dûrî zimanê xwe ketibûm! Haho, qey ez ew qasî ji xwe bi dûr ketibûm! Wey, qey min ew qasî xwe winda kiribû! Haho, min ew qasî xwe nas nedikir!
Dem hat, bû havîn û min bihîst ku Mistefa Aydogan hatiye Mêrdînê. Havîna çûyî bû. Ez jî çûm ku wî nas bikim. Min xwe bi carekê di “odeyeka wergerê” de dît. Min xwe bi carekê di “atolyeyeka helbestan” de dît. Li mala Metînî civatek gerîyabû. Jîngeheka edebîyatê hebû. Tew zimanê wê jî kurdî bû. Gelek nivîskar, helbestvan û wergêr li wê odeya wergerê bûbûn mêvan û li ser Lalistanê dixebitîn. Minaqeşe dikir û dipeyivîn. Ez bi carekê ketim bin tesîra wê jîngeha kurdî û min hewa wê kişand hundirê xwe. Ez rûniştim û min hema li wan nêrî û guhdarî kir. Ez pir kêfxweş bûbûm. Kêfxweşîya min xwe di rûyê min de dabû der.
“Tu çima bi kurdî nanivîsî?”
Mistefa Aydoganî li min nêrî û kêfxweşîya min ferq kir. Piştî demekê dîsan berê xwe da min û ji min pirsî; “Tu çima bi kurdî nanivîsî?” Min got; “Ez bi kurmancî nizanim.” Ez hem bi kurmancî dipeyivîm û hem jî min digot ku ez bi kurmancî nizanim. Dest ji min berneda, wekî ku destê xwe têxe qirika min... Ji min ra got; “Hela bipeyive.” Min got; baş e û min dest bi axavtinê kir. Ez mirovekî bikelecan im. Her ku çû, ez lê germ bûm, min nema xwe dît. Di vê navê de, min jê ra çend çîrokên xwe jî gotibûn. Li min nêrî, bişirî û bi awayekî nerm got; “Va tu dizanî! Tu çima dibêjî, ez nizanim?” Wê rojê, ez heta derengê şevê, di wê atmosfera kurdî de mam, min li wan guhdarî kir û di wê jîngeha kurdî de “çêrandineka enteketuel” kir. Ev wergera Lalistanê û dîtina Mistefa Aydoganî, bêşik, di heyata min de, bûn destpêka lixwevegerê, destpêka xwenasînê. Lalistanê, minaqeşeyên wê û wê odeya wergerê heyata min bêhtir guhart.
Min fêm kir ku heger em bixwazin, em dikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Min dest bi nivîsîna kurdî kir û heta niha min çend nivîs jî weşandin. Mala wan hemû kesan ava be ku di vê sala dawî de, li wê “odeya wergerê” tesîr li min kir, da ez li xwe vegerim, xwe nas bikim, li hêjayîyên xwe bi xwedî derkevim. Mala Lalistanê ava be! Aqûbet li gelek nivîskarên din be!
Em (kurmanc) ji cinan re dibêjin; “yên ji me çêtir”. Bêguman, tu kes ji me çêtir tune ye. Ez nabêjim, em ji her kesî çêtir in, lê tu kes jî ji me çêtir tune ye. Ez nabêjim, em ji her kesî baştir in, lê tu kesê ji me baştir jî tune ye. Ez nabêjim, zimanê me ji her zimanî bilindtir e, lê tu zimanê ji zimanê me bilindtir jî tune ye.
Ez dizanim, heger em îroj nikaribin rûmeta zimanê xwe li ba hin deveran bilind bikin jî qet nebe, em wê li cem xwe bilind bikin. Ev bû salek ku min biryara xwe daye, heta ku ez karibim, ez ê di jîyana xwe da nehêlim tu ziman ji zimanê min bilindtir be. Îroj ziman(ê me) wekî bûkeka xemilandî direqise. Ez ê jî ji îroj pê ve, êdî xwe pê re bihejînim.
Di dawîyê de, ez dixwazim dîsan dîyar bikim; ez li xwe mikur têm, ez bi xwe hisîyam, ez li xwe vegerîyam. Aqûbet li gelek nivîskar, helbestvan û hunermendên din be!
Lalistan bi xêr hatiye jîyana me ya çandî. Lalistan pîroz be!
Spas...
(MA/FD)