Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ez ne ew kes im ku ji bo berxwedana li dijî tûndkariya mêran şîretan li jinan bikim, lê belê kesek im ku xwe berpirsê sekinandina tûndkariya mêran dibînim. Ez ew kes im ku armanca min a pêşiyê tinekirina tûndkariya di jiyana min bi xwe de ye û bi van hestan dinivîsim.
Ez bawer dikim ku bi beşdariya mêran tişteka berbiçav dê li gotinên jinan zêde nebe. Lê bi vê hêcetê ez ê hewil bidim kêmahiyên xwe yên di vê rêyê de binivîsim.
Mêr û mêtinger ji zarokatiya xwe ve hînî wê yekê dibin ku ew dalalîk in, pişka serê dilî ne.
Ew dixwazin vê yekê di hemiya jiyana xwe de bijîn. Min jî bi zanebûnî an ji nezanî ev mafê xwe yê delalkîbûnê şixulandiye.
Ji bilî cidabûna laşê jin û mêran, ez gelek derengî pê hesiyam zayenda civakî heye. Rolên civak dide zayendan hene.
Ji ber ku dema ez mezin dibûm hizrek hebû: Tûndkarî asayî ye û di hin rewşan de lazim e. Dema jinek bi ser diket dihat gotin “jineka wek mêran e” û bi vî awayî wesfên qenc ji bo mêraniyê dihatin gotin. Paşê pê hesiyam dema jinek bihêz û qudret bûya jê re dihat gotin “wek dewletekê ye” yanî hêz û qudret ya dewletê ye.
Paşê di xebatên xwe de min dît ku jin gelek caran li sefên pêş in û ne “mêr” in ne jî “dewlet” in.
Dema min bi jinên Cizîrî re belgefîlmek çêkirî min dît ku jin ne wek dewletan ne jî wek mêran tam wek jinan bi awayekê jinane berxwedêr bûn. (Wek Marxî digot ji-xwe-şermkirin dilpakî ye. Min dît û hînî wê yekê bûm.)
Herweha dema min berxwedana 33 salan ya Dayika Berfo dît, dema bûm şahidê 3-4 salên berxwedana wê min mêraniya xwe ji xwe pirsî.
Asiye Doganê re haman tişt... Dewletê mêrê Hediye Coşkunê li ber çavên wê kuştiye, kurê wê sala 1995ê hatiye desteserkirin. Min dît ew jin çawa ji bo mêran li hemberî “hêza dewletê” wek jinekê disekine.
Bêguman rû-bi-rû-bûna(xwenasîn) a min bi saya Tevgera Jinên Kurd dest pê kir. Berxwedana Tevgera Jinên Kurd ya li hemberî hişmendiya mêrane ya mêrên di nav “tevgerê” de, lêgerîna ji bo nasname û jinbûnê, ew fedakariya min paşê fêm kirî, bi sebrê ez/em perwede kirin.
Bêguman di wê dema sebirkirinê de, dema pirs-ji-xwe-kirinê û dema nikarî wek pêwîst bersiva keta ji bo te tê dayin bidî gelek noqteyên kêm li mirovî dimînin.
Eynî wek têkiliya mêtinger û mêtingehan e. Yên mêtinger pirsan ji xwe nakin, xwe dad nakin û naxwazin kêmahîyekê li xwe bibînin.
Bi wê ji-xwe-baweriyê li şûna xwe biguhere, armanca wê ya bingehîn li gor xwe guhertina yên dî ye. Dema fikrên mixalif hebin li şûna xwe biguhere, hewil dide tiştinan bibîne ku nîşan bide ya wî/wê rast e. Têkiliya Kurd û Tirkan jî û jin û mêran jî welê ne.
Heke ez behsa xwe bikim. Veguherîna min a herî mezin mijarek e ku ji ber ez mêr im wê we kir ez ji xwe nefret bikim. Ji ber wê dixwazim binê wê mijarê dax bidim.
10ê Tebaxa 2015ê li Gimgima Mûşê, mêrên dest-li-xwîn yên hêzên parastina dewleta bi wê xwînê xwe serbilind dihesibîne, piştî kuştina Kader Kevser Eltürkê(Ekin Van) ji bo bêrûmetkirin(kêkirina) wê termê wê yê tazî li nava Gimgimê “ji bo nîşandanê” danîbû. Dema em li rastiyê binêrin ev nîşaneka wê yekê bû ku ka dema gotinên “jina wek dewletan” an “jina wek mêran” tên gotin mexsed çi ye.
Ji ber ku bi hişmendiya wê(dewletê) jin namûsa mêran û civakê bû û bi vê kiriyarê namûsa gelê kurd kirêt kiribû.
Halbûkî wan nedizanî ku ji bo wan jinên ku dê bi salan li ber xwe bidin û mêrên wek min qismî jî be xwe guhertîn, ew laşê tazî rûmet û serbilindî ye.
Ji bilî van tiştan ji ber ku ez bi jinên xwedanên hişmendiya femînîst xebitîme û bi wan re bûme heval di wê pêvajoyê de ez hîn kirim û bû alîkar ku pirsan ji xwe bikim.
Ji ber ku di navbera fêmkirina teorîya tiştekî û kiriyara di jiyanê de ferqeka mezin heye. Yanî dema min fêm kir ew tiştên ez dibêjim qey mafên min in bi hişmendiya civakê ji bo min hatine dayin ne hat wê wateyê ku ez ê bi rihetî dest ji wan berdim.
Qet ne hêsanî bû ku dest ji wan berjewendiyên patrîyarkayê dayî min berdim. Ji ber ku jinên femînîst her dem me rast dikin û pirsan ji me dikin, welê kir ku ez zêdetir hewil bidim [xwe rast bikim.]
Îro her çend ez hewil didim zimanê nêrane bi kar neînim, tişten dikarin wek tûndkariya psîkolojîk, ekonomîk, bi gotinan û fizîkî dikare bê dîtin nekim jî gelek zehmet e bêjim ji tûndkariya mêran a li derdora xwe gelekê dûr im.
Hê jî carinan dibêjim “erê lê belê.” Ji bo nimûne dema ez bibînim kesekî bi gotinan tûndkarî li jinekê kiriye ez hin li xwe dinêrim ez ji xwe re bibêjim “erê lê belê tûndkariya fîzîkî nîne.”
Ne hêsaniye ku mirov çîxê mêraniyê bixwaze(meydanê ji mêraniyê re bixwaze). Ji ber ku gelek bilez tiştên me li xwe kom kirîn dikarin tine bibin, ne mûmkin(pêkan) e em bibêjin “min ew hel kir.” Ev rastiyek e ku divê hûn her dem rû-bi-rû bibin.
Ji bo ku em mêr li hemberî wê tundkariya em îdia dikin em li dijî wê ne bisekinin, divê pêşiyê em bixwe dest ji tûndkariya xwe berdin. Pêvajoya ku em pirsan ji mêrîtîya xwe dikin ji wê demê dest pê dike.
Divê em bizanin ku dema em bibêjin em ne di nav de ne ne rast e û dema jin îtiraz dikin divê em deriyê hişê xwe ji dil ji wan re vekin û guh bidin gotinên femînîstan.
Da ku em mesafeyekê bêxin di navbera xwe û mêratîyê de, ji bilî ku divê em rêyên têkoşîna li dijî wê bibînin nîne. (VA/ŞA/APA/MB)
Wêne: Kemal Gökhan Gürses