Amed li wir, şev li wir, newa û awaz li wir, ez û tu û her kes li wir bû. Stran li wir, doh û îro li wir, bêhna payîzê û darên bendewarîyê li wir… Sînor li wir, azadî li wir, mirin li wir, jîyan li wir bû. Lê Melek ne li wir bû!
Melek çima nehatibû?
Melek li ku mabû?
Qey xeyîdîbû?
An ji me dilsar bûbû?
Koma Amed li wir bû. Şev gihîştibû Newrozê. Kilam bi cezbê, dil bi firê ketibûn. Bîr bûbûn volqan.
Bi hezaran kes li wir bûn Melek. Tev ji bo te, tev li pey te hatibûn. Dilkê te yê bêdawî ji dilê wan tevan re bûbû dil. Û xwe hiltavêt û difirîya û difûrîya bi bêhna yasemînên azadîyê. Bes tu ne li wir bûy Melek. Welleh çav giş li te digerîyan. Awir bûbûn bahozên birçî û li te digerîyan. Tew ew sûret… Ew sûretê te yê ku di ser tevî derd û kulan re jî dikenîya. Ew sûretê rûmetê yê ewil û dawî. Ew kena te ya nehs û zarok jî xenceran diçikand li ser birînê.
Dilo xencero…
Meleko nehato…
Nehato û Amûda dilayo…
Bajar bi cinan ketibû. Bajar bi kilamên Melekê Me yê Tawiz û welatperwer bi cinan ketibû lo. Zarokan jî sond dixwarin digotin ku ew jî hevalên Melek bûn û bi hev re strabûn. Zarokên pênc-deh salî lo! Hemû ji nifşê 1990an bûn û bi Melek re rabûbûn rûniştinûn, pê re stran honabûn, mirîyan şîyar kiribûn. Zarok hemû ji nifşên Melek bûn lo! Cîh nemabû ku pevre negerîyabûn, zincîr nemabû ku neşkandibûn.
Herçî yên li nasnamên wan Berîya 2000an nivîsandîbû… Ew ji ser hemdê xwe çûbûn û didîtin ku giyanê Melek bûye tişta ku lê gerîyane. Per û bask li wan çêbûbûn û digotin:
Me jî! Me jî TU DÎTÎ Melek. Em jî ji nifşê te ne.
Ên li bi nasnamên xwe ji salên notî bûn jî li wir bûn. Ên serhildêr û berxwedêr û Melekger… Bes hinên ji heman nifşî jî hebûn ku şerm dikirin. Hem ji heman nifşî hem jî şerm. Ji toza li ser ser û rûyê xwe şerm dikirin. Ji dûrketina ji awazên Melekîn şerm dikirin. Ji bêhna pereyên ku ketibû ser canên xwe şerm dikirin. Ji fêlbazî û bêxeyalîya ku xwelîya xwe li ser serê wan wer kiribû şerm dikirin. An jî şerm nedikirin. Divîya şerm bikirana, lê nedikarîn şerm bikin. Ji bo ku ji Ruhê Nodî dûr ketibûn, êdî şerm jî bi destê wan nediket. Îja dixwestin bi wan kilam û wê govendê xwe ji wan hemû toz û tibar û kirêtîyan pak bikin. Lê nedibû, nedibû. Dilpakî û jînpakî ne hêsan bû û piştî hin heyaman nema bi dest diket. Pakrewanî ne formayek e ku bi çûndina konserekê her tiştî helal û zelal bike.
Stran li wir bûn. Tembûr û saz. Gotin û hest û awaz… Gîyanên ku bi wan stranan dînewer bûbûn û bi çîyan ketibûn jî li wir bûn. Jixwe çîya jî li wir bûn Rustemê Zal û Egîd, Zarîfe, Bêrîtan û Cemşîd. Doh jî li wir bû, îro jî û siberoj jî li wir bû.
Bes ew çi sûret bûn. Koma Amed çima li sûretên ne sûret bû. Û çiqas ji Melek dûr bûn ew sûret,çiqas NEMELEK! Çi bi rûpoş bûn ew sûret, çi kenzexel.
Şeva stranên gotî bû ew şev. Şeva gîyanek wêrek û sînorşikên. Şeva melekên azadî û xwebûna vî welatî bû ew şev. Şeva çûyîyên ku bûne ronîya çavan. Şeva melekên man û nemanê.
Lê Melek nehatibû!
Melek çima nehatibû?
Ku em bi stranên wî yên lal û bi hawar gazî bikin,dê were gelo?
Rastî û xeyal û newa û stran hemî Melekînbûn.
Lê MELEK NEHATIBÛ.
Ax Melek nehatibû!
Di her cara ku em wiha ji bi hezaran Melekan mehrûm mabin de,em ê bêjin;
Ax! Melek nehatibû!
(MR/AY)







