Min bi salan beriya niha gotarek bi sernavê Masîdank nivîsibû. Li ser ferqa di navbera masiyên oqyanûsê û yên masîdankê bû. Masîdank bi xwe neguherîbin jî, ji hingê heta niha gelek tişt guherîn. An jî wiha bêjim, gelek tişt guherîbin jî masîdank her wek xwe man. Ha way li vir e û em tê de ne, an jî ha way li wir e û em lê dinhêrin. Yanî an em tê de zindankirî ne yan jî temaşevanên wê ne... yên masîdankê. Lê belkî carna jî em hem tê de ne, hem jî li xwe û li wê temaşe dikin.
Aqûwariyûm,çî ye? Nebûna deryayê ye an hînbûna jiyana bê derya ye? Aqûwariyûm? Masîdank? Jibîrkirina ava azad, xwebûna azad û bagerên wê ne, yan jibîrçûyîna her tiştên derveyê wê û serboriyên wê ne? Û çima serneboriyên li masîdankê dikarin serboriyên deryayî yên wêrek bixwin?
Îja kurdan çima jê re gotiye masîdank, lê negotiye masîgeh an jî masîxane? Ji ber ku paşgira “dank, dang”; di kêliyek de vana tîne bîra mirov: Xwêdank, xwelîdank, tîrdank, kildank, derzîdank û hwd. Wek tê dîtin xwê jî xwelî jî tîr, derzî û kil jî tiştên daringî û bê ruh in lê, masî bi ruh û zindîwer in, avî ne. Belam kurdan ji cîhê wan re gotiye masîdank. Halbûkî navê wê yê ku ji Latînî derbasî zimanên din jî bûye, yanî;aqûwaryûm bi xwe, ji yekbûyîna ”aqûa” yanî “av” û “rîûm”ê, yanî” cîh, avahî, xanî” tê û wek wate dibe; “ava ku bûye cîh û xanî.” Yan jî “xanî, cîh û avahiya ku ji avê çêbûye”.Yanî wan (Latîniyan) masiyan wek “xwê, tîr, derzî û xweliyê” na, lê wek zindîwerek ku di xanî û ciyan de dijîn dîtine û welê nav li wan kirine. Jixwe teva ku aqûwariyûm cîhê masiyan e jî, wek nav ”masî” tê de derbas nabe, gotine aquwariyûm û hew! Çima gelo? Ji bo ku nêzî deryayan û cînarên masiyan bûne loma, yan sedemên ku em qet nikarin lê bifikirin hene?
Lê em nizanibin ku dapîr û bapîrên me çima wiha navandine jî em dizanin ku way em niha di masîdankê de ne. Masîdank, dûrbûna oqyanûsê ye gelo? Ku welê be çima di “Kalepîr û Derya” ya Ernest Hemîngwayî de, derya jî dibe qefesek bê sînor û mirovxur?
Her wiha tu fêda oqyanûsan ji masiyên masîdankan re nîne! Ji ber ku welê hîn dibin û şekil digrin ku bikevin deryayê jî her li masîdankê dimînin û di nava sînorên masîdanka ku di rastiyê de êdî nîne, lê di hiş û hebûna wan ya ebedî de li dora xwe dizivirin. Dêmega masîdank, masiyan dikuje! Loma jî rev û xelasiya ji masîdankê ne mumkun e! Rewşek ku firar û felata jê tinebe, çi rewşek bi bela ye…
Helbestek min a ku miheqeq ji sûretê wê şûşeya ku daxwaz û hewara deryageran a dawî tê de ye û loma jê re dibêjin “the message in the bottle (peyama di şûşê de), tê heye:
Behra Xeyalî
Di şûşeyê de behr heye
Di behrê de xeyal
Di şûşeyê de behr heye
Di behrê da peyama keştîvanên winda
Ku di şûşeyê de behr hebe, di masîdankê de çima nîne? Qey masiyên kedîkirî behr û avê jî winda dikin, an jî kedîbûyîn behr û ava wan jî ji wan distîne û wilo dike ku ava ku tê de ne jî êdî ne av e. Ji ber ku av, êdî ne av e, masî jî êdî ne masî, yanî ne zindî ne!
Wey…Qey pêşiyên me ev hevok wek bersîva pirsa li jor şandin û gotin: ji bo ku masiyên kedîkirî êdî bê av û avjenî, bê xeyal û firyarî ne, êdî masî nînin, êdî zindî nînin. Loma me ji cîhê wan re got masîdank. Ji ber ku ti ferqa wan ji xwê, derzî, tîr û xweliyê nîne!
Îjar em, şênî an jî şîniyên li masîdankê, em ê çi xweliyê li serê xwe bikin piştî vê cewabê?
Min got şênî an jî şîniyên masîdankê...Lê belkî yên hay ji tiştek welê nînin jî û ber oqyanûsa hebûnê kêfxweş in jî hene… Lê carna her der her tişt dibe ew. Ne av dimîne, ne avjenî, ne jî derya…Hingê mirov ruhê xwe dişîne ba wan keştîvanên li oqyanosan windabûyî. Ji ber ku ew welê nekedîkirî bûn ku dikaribûn li nêva dilê firtoneyan de jî xeyalên xwe di şûşeyek da bigihîştana dinyayên dûr û hezkiriyên xwe. Ew xeyalgerên welê bûn ku karibûn deryayan di şûşeyên biçûk de veşêrin û bi hilmên xwe yên dawî yên li bedenên xwe yên westiyayî; oqyanûs, derya û welatan bikin yek. Lê ew çima ne em bûn? Ew çima îro ne em bin?
Belkî jî sûc tev yê vê helbestê ye!
Çavên Revandî
Çavên xwe ji çavên xwe revand
Pel bi ser de weşiyan
Şev jê derbas bûn
Dilê xwe ji dilê xwe revand
Di nav defteran de hişk bû
Di fîlîmên dramatîk de qediya
Çavên xwe ji çavên xwe revand
Hemî eyne şikestin
(MR/FD)