Ez ji ber te dimirim
Lê tu jiyana min bûy
Tu bi min re diçûy
Te di min de dixwend
Dema ku ez li kolanan
Bêhedef û armanc digeriyam
Bi min re diçûy tu jî
Te di min de dixwend…
Tu bi çirayên xwe dihatî kolana me
Bi çirayên xwe dihatî
Dema ku zarok diçûn
Û gûşiyên akasyayê radizan
Û dema ku di eynê de tenê dimam
Tu bi çirayên xwe dihatî..
Te destê xwe bexş dikir
Te çavên xwe bexş dikirin
Te şefqeta xwe bexş dikir
Jiyana xwe bexş dikir
Dema birçî bûm
Tu wek ronahiyê merd bûy
Te lale ber hev dikirin
Nav nelazim e lê rastî wergerek Furûxzadê ya welê xerab hatim ku min bêhemdî xwe dest avêt pirtûka Weşanxana Demawendê ya ku hem farisî hem jî tirkî lê hebû û bi xwe wergerand. Jixwe çiqas bêjim farisiya min ji ber sersariya min bi paş ketiye jî dema rastî helbestên Furûxê têm, kêfxweş dibim. Çimkî hema bêje wek kurdî ji min re tên û jixwe ev herdû ziman nîvcêwî ne jî. Faşîzma Îranê û sêdarên wê jî nikarin vê nîvcêwîtiyê ji holê rakin..
Lê Furûxa ku hin heval helbestên me dişibînin hev, çima wiha nêzîk tê ji me re? Destên wê tim li destê me, gavên wê tim bi yên me re ne û çavên me, tim ji heman tiştan dişkên…Teva ku em dizanin çîroka wê bi qezayek di rengê xwekujiyê de bi dawî bûye jî, gera wê ya bi me re, hevaltiya wê ya dildar nahêle em bawer bikin ku ew êdî tune! Ewa ku vê erdnîgariya dilkuj nehîşt dilê xwe bi pepûleyan re bifirîne, ewa dîn, ewa jîr…Ewa ku bi lingên me tevan xwe avêt nav agir…Loma jî dema lê difikirim, pirsa “Furûx çiyê me ye?”, bersîva xwe bi tevî helbestên wê dide, lê ew helbest, tenê “helbest” nînin. Bi me re dimeşin, bi me re digrîn…Em bi wan re ji ber birînên zaroktiyê bi jana zirav dikevin, dikuxin û bi lêvên xwînbûyî li nêv çavên heyatê mêze dikin, heyata rojhilatî ya ku tim pê li xeyalên zaroktiyê û rastiyên mezintiyê dike û welê ji xwe re rê çêdike. Heyata ne heyat ne jî memat!
Em bi wê re li erdê dikevin, sed car, hezar car. Lê her carê hişkeling radibin ser xwe û bi kesî nikaribin jî bi xwe dikarin! Xwe li berkendalên herî dijwar wer dikin, li zinarên herî bilind bi ser rêyan dixin, bi stranên herî diltenik aşiq dikin. Lew em bi wê re bi kesî nikaribin jî bi xwe; yanî bi cengaweriya herî dijwar dikarin.
ÎN
Îna bêdeng
Îna xopan (metrûk)
Îna wek kuçeyên kevin xemgîn
Îna tembel û fikrên nexweş
Îna nebendewar
Îna teslîmê
Mala vala
Mala ku dilê xwe girtiye
Mala ji êrîşên ciwaniyê re girtî
Mala tarî û xeyala tavê
Mala tenêtî, f’elvekirin û gumanê
Mala perde, pirtûk, dolab û resman
Ax çi sakîn û serbilind derbas dibû
Jiyana min, wek robarek xerîb
Di nav van înên sakîn û terkkirî de
Li van malên vala û dilgir
Ax çi sakîn û serbilind derbas dibû…
Îna ku behs dike kîjan e nizanim, lê ewqas jî tê zanîn. Ew în, ew mala tarî, ew mala perde, pirtûk, dolab û resman…Ew jiyana ku welê ecêb û sakîn û serbilind derbas dibû. Ev her tiştên ku qet derbas nabin an jî tim li gor dilê xwe derbas dibin, ev demsalên bêhawa û kêfxwar.
Wisa nêz û wisa rastîn û li vir e ku, rojek em bibînin way bi wê kenê xwe yê birînveşar derket pêşiya me; em ê ne şaş bibin, ne jî bitirsin, lê hema xwe bavêjin stûyê wê. Ji ber ku wê zûda xwe avêtiye stûyê me. Ew Furûx e, nemiriya zindî, miriya gerok, geroka her halî û her rewşî. Ew ji me ye.Nemir, ne jî! Gul û kula her derî. Ew ya me ye. Nehewat, bikeser, bêşerm, wêrek û serserî. Welê serserî ye ku bi ajovaniya xwe mirinê jî hemêz kiriye.
DESTŞÛŞTIN
Min destên xwe şûşt
Li ber deriyê baranê
Nema dikevim hundir
Min destên xwe ne bi sabûnê
Bi axê û baranê şûşt
Nema dikevim hundir
Min destên xwe ji hemû tiştên we şûşt
Hespê min nema disekine li ber deriyê we
(MR/FD)