30ê Cotmehê ji roja peşka hezkirina helbestê li min ketî ve xemgîniyekê bi xwe re tîne ji bo min. Bêguman 30ê Cotmehê salvegera wefatkirina helbestvanê gewre ya Arjen Arî ye.
Her ew dîmen, dengê wî yê dawûdî dibêje “Şêrgele hene” , “Li hezê digerim", “Hesret û meyl û tenahî, ne şiyar im ne razayî, li ber çavên min tu xuyayî” ez her di wan çavên wî de dîminim û dikevim pey heft xweziyên ku hema careke tenê min wî nas bikira û di gotûbêjekî de an jî di şeveke helbestê de wî gohdar bikira. Piştre jî dikevim pey hesabên salên ew dijîya û di rojnameya Azadiya Welat de dinivîsî çima ne di wê ferqê de bûm û hişê min li ku bû, çima hema hinge serê miskalê jî bûya min helbesta wî teaman dibe… gelek tişt û mijarên bi vî rengî xwe bi xweziyan li dora min di zîzikênin.
Bêguman ev xwezî û hestên min ê takekes in û Arjen Arî îro navê helbesta kurmancî bixwe ye. Ez bi van gotin û fikran di nav Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de bi çepikên kesên tev li pêşbirkê bûyî ve veciniq îm.
Êrê îsal jî wek her 12 salên borî Xelatên ji pêşbirka Arjen Arî li Amedê bi merasîmeke mûtewazî hatin dayîn. Xelatgirên îsal Simeya H. Lalîn (Hestiyên Tivinga Min) û Hoşeng Nîzarî (Bîra Biyabanê) bûn.
Tê zanîn ku ( Erê tê zanîn, tê zanîn lê divê di her dem û firsendê de em balê bikşînin ser girîngî û qiymeta dosyayên ji vê pêşbirkê derkevin ) Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî 12 sal berê yanî piştî mirina wî 2 sal şûn de destpê dike. Armanca ji vê pêşbirkê jî ew e ku tovê helbesta kurmancî bi rahikên helbesta Arjen Arî hê şêntir û dewlemendtir bibe. Êdî di sala pêşîn ya pêşbirkê de dosyaya Selamî Esen a bi navê “Qijikên Xêrê” bi ser dikeve, salek şûn de jî bi dosyaya navê “Anatomiya Demsalên Zer” Yehya Omerî û ji xeynî 2016 û sala 2024an, her sal dosyayek bi ked û xebatên mezin tên xelatkirin. Vêce îsal jî du dosya bi ser ketin û ev jî ji bo helbesta kurdî cihê serbilindîyê ye.
Bêguman pêşbirka helbestê ji pêşbirkekê wêdetir e. Herdû dosyayên îsal ne di nav de di hemû dosyayên xelatgiran de mirov dibîne ku naverok û hewldanên her dosyayekê ji yên din hêjatir in. Hema bêjin zimanekî resen, têra xwe kurdewar û esîl di her helbesta dosyayekê de hatiye bikaranîn. Pêşbirk rêya helbestê ji bo kesên bixwazin binivîsînin, helbesta kurdî ji xwe re xistî derd, dibe xerîte. Di vê nivîsê de dibe ku yek bi yek ne pêkan be em qala her 12 dosyayan bikin ji ber wê jî, her yek ji wan hewceyî xwendin û nirxandin û rexneyê ne…
Di merasîma xelatdayîna îsal de wek gelek kesan ez jî bi navê jinekê ku xelat girtiye re pir kêf xweş û dilşad bûm. Di vê pêşbirka bi salane tê kirin de piştî Narîn Yukler-Rê û Rêç îsal jî Simeha H. Lalîn bêguman pêşî li qelema jinan jî firehtir dike.
Pêşbirka Helbestê Ya Arjen Arî ji Selamî Esen heta Simeya û Hoşeng Nîzarî her yek ji wan rengek û hevsengiyeke helbesta kurdî ne. Derîyek e ji bo helbesta kurdî.

(BK/AY)







