Fotograf: Şanoya Bajêr a Amedê
Şanoya Bajêr a Amedê, bi lîstika xwe yî bi navê Don Kîxotî ve derket hemberî temaşevanan. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a bi navê Don Quijote, ji aliyê Ferhad Feqî ve hatiye adaptekirin û her wiha derhênerî jî ji aliyê Feqî ve hatiye çêkirin. Wergera listikê ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye hazirkirin. Di listikê de; Özcan Ateş, Şahabettin Dağ, Berfin Emektar, Dicle Güneş Yavuz, Özkan Şeker û Şilan Alagöz cî digirin. Lîstik du perde ye.
Bixwîne - Şanoya Bajêr a Amedê wê vê carê bi lîstika "Don Kîşotî" derkeve ser dikê
Bi kurtasiya romana “Don Quijote”ê ev e; Navê wî yê rast Alonso Quejana ye. Hemû wextê xwe bi xwandina pirtûkên şovalyetiyê re dibuherîne. Piştî wextekê di bin tesîra xwendina van kitêban de dimîne û xwe bi xwe dikeve nav xeyalên tûj, dûre hêdî hêdî di nav van xeyalan de ji xwe re dinyayekî ava dike. Alonso, êdî xwe weke şovalye dihesibîne û navê xwe diguherine dike Don Quijote. Piştre merasîma şovalyetî li dar dixe û bi hevalê xwe yê bi navê Sancho Panza re, li dûv serboriyan dikevin.
Ev roman, ji bo şanoyê gelek caran bi gelek zimanan hatiye veguhestin. Ji aliyê Ferhad Feqî ve jî bi şîroveyeke nû hat, li ser sehneya kurdî. Ferhad Feqî bi salan e, di nav tevger û xebatên şanoya kurdî de cî digire. Beriya vê lîstikê li Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar Ne Heye Ne Tuneye”(2008), F. Garcia Lorca, bi navê “Daweta Xwînî”(2012), lîstika Sheakspeare “Xewna Şevekê Havînê” (2019) amade kiribû. Ji xeynî wan, li Duhokê, Stenbolê û li Alamanyayê jî di nav şanogeriya kurdî de cî girtiye.
Şano epîk yan "lêgerîneke din bû?"
Di vê lîstikê de tiştê ku herî zêde bala min kişand rêjîya Ferhad Feqî bû. Li ser sehneyê bi min “tevlîheviyek” pir bitehm hebû. Gava ji listikê derketim, min nizanibû ku, li du kîjan formê ango li du kîjan teoriyê tevbigerim. Helbet li ser sehneyê hêmanên teoriya epîk bi têra xwe hebûn lê bi ya min ev bi nav kirina “şanoya epîk” bi tena sere xwe têrê nedikir. Ji xwe pirsa min a sereke jî li ser vê yekê bû: “Gelo tiştê ku min li ser sehneyê dît, şanoyeke epîk bû yan “lêgerîneke din” bû?” Beriya ku dest bi nivîsê bikim dixwazim piçekî behsa teoriya epîkê ji we re bikim.
B. Brecht di pîrtûka xwe ya “Kleines Organon Für Das Theater(Ji bo Teatroyê Organon Biçûk)1949 de qala Teoriya Epikê dike. Di vê teoriye de armanca sereke ew e ku, bi kêfkirinê re fikirîn e. Şanoya Epîk xwe dispêre ramana Marksizmê û her wiha B. Brecht jî qala teoriya xwe bi awayekî mîna “Şanoya Diyalektik” bi nav dike. Brecht di pîrtuka xwe yî bi navê Anmerkungen zur Oper Aufstieg und Fall der Stadi Mahaggony (1931; Notên li ser Operaya Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonnyê) de, li ser cudahiyên di navbera “Şanoya Dramatik(Aristotelyen)” û “Şanoya Epîk(Diyalektik)” de disekine. Di vê teoriye de yanî di şanoya epîk de fonksiyona şanoyê(dramatik) ji nû ve tê şîrove kirin. Hêmanên herî bingehîn yên vê teoriyê ev in: Vegotina Parçeyî(Epîzot), vebêjer, efekta biyanîkirinê, jestên civakî(gestus), dîrokkirin bikaranîna muzîk û projeksiyonê ye.
Bûyer ji hev dû nayê afirandin
“Di formê epîk de bûyer, ji dewsa “bê bercestekirin”, ji temaşevan re tê “behs kirin”. Armanc, ji dewsa xîtabî hestên temaşevan bike û wî/ê têxe bin tesîra herka bûyeran, ji bo temaşevan, mirovên li ser sehnê bi çavê “çavnêr” binêre û li hemberî tiştên tên pêşkêş kirin bigihêje qeneatekê. Ev jî, tê maneya ku temaşevanê ji terefî formê dramatîk hatiye “tebat” kirin têxe rewşeke “aktîf”. Di teatroya dramatîk de, mirov wek heyînekî ku ji her alî ve berê tê zanîn û guherandina wê jî bê îmkan e, tê pêşkêşkirin. Lê teatroya epîk, mirov dike wek mijara lêkolînê û mirov di hundirê guherîna wî de dinirxîne. Bi vî hawî jî mirov fehm dike ku dinya dikare bê guhertin. Ev jî dibe sedema guhertina encama pevbestîna lîstika teatroya epîk. Wek di teatroya epîkê de, bûyerên ku li ser sehnê tê berceste kirin, ji hev dû nayê afirandin, li pêwendiya her sehneyê ya bi sehneya berî wê û piştî wê tê nayê nerîn û temaşevan di meraqa encama lîstikê de nahêle. Her wiha dev ji herka ku bûyer di rêzek bi rêk û pêk de here tê berdan.” (Berhevkar: Ayşan Sönmez, Werger: Ergin Öpengin, Derbarê Dayîka Wêrek û Zarokên Wê de, Zaningêha Boğaziçi Klûba Edebiyatê,)
Gava em li lîstikê dinerin em dibinin ku, di lîstikê de; vebêjer, vegotina parçeyî, efekta biyanîkirinê, jestên civakî hene û di lîstikê de bi min xweş jî hatine xemilandin. Helbet mirov dikare bi van hêmanan ve vê lîstikê bi awayekî epîk bi nav bike lê bi ya min ev şîrove yê pir qels bimîne. Ji ber ku gava em nêzî lîstikê dibin, em dibînin ku her tişt bi awayekî çanda kurdî û folklora kurdî ve hatiye girêdayîn. Helbet mirov heman tiştî ji bo koka teoriya epîk jî dikare bibêje, ji ber ku şanoya epîk jî bi kevneşopî û bi folklorê ve girêdayiyê lê ez dibêm ferqa herî mezin di vir de, dîrok kirin û diyalektik e. Ji ber ku ev mesele bêtir bê fahm kirim dixwazim du pirsan bikim.
Gelo, sedem çibû ku Don Kîxot îro hatibû şîrovekirin?
Don Kîxot îro ji me re çi dibêje an çi got?
Feqî gotina dawî bi remîksa Şakiro got
Piştî demeke dirêj e ku, di şanogeriya kurdî de lîstikeke “xwedî derdekî” dibînim. Ferhad Feqî di vê lîstikê de, li dûv lêgerineke bû. Rêjî rast e, rast berê xwe dabû çanda Kurdî û bi alikariya “çîrokek nas”(Don Quijote) ve hêmanên çanda kurdî yeko yeko li ser sehnê ceribandibû. Ev tişt ji navê lîstikê bigirin heta çîrokbêjiyê, ji dengbêjiyê bigrin heta ji lîstikên gelerî, hemû kevneşopiyên vê axê li ser sehnê yeko yeko bi cî bibûn. Wek ku me li jor jî qal kir, ev “tevlîheviya bitehm” mixabin li pêşiya çîrokê û fahmkirina çîrokê girtibû. Ji ber vê yekê Ferhad Feqî li gazî “lehengekî nas” kiribû. Derdê Ferhad Feqî ne di çîroka Don Kîxotî de veşartibû, derdê wî di rejiyê de berbiçav bû. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku lehengekî nas ji bo ceribandina hêmanên çanda kurdî li ser sehneyê bû.
Di teoriya epîk de, hêmanên teoriyê di xizmeta çîrokê de ye û bi awayekî pêvajoyek diyalektîk ava dike, lê di vê lîstikê de em dibinin ku, çîrok tenê bûye amûrên ceribandinê. Weke mînak em dikarin yeko yeko li epîzotan, vebêjer, gestûsan û efekta biyanikirînê binêrin. Tiştê ku em ê li ser sehnê bibînin bêhtir tiştên bi kevneşopiyê û folklorê ve girêdayî ne. Helbet di lîstikên kurdî de, gelek caran ev tişt hat ceribandin lê ne vê qasê bi zanebûnî berê xwe dabû li dûv çanda kurdî. Her epizot di hundirê xwe de kevneşopiyeke kurdî dihewand û bizanebûn li gorî serboriyên Don Kîxotî ve hatibû şîrovekirin.
Don Kîxot ne lîstikeke epîk e, wek ku ji navî jî diyar e, Don Kîxota Ferhad Feqî li dûv serboriyeke nû ye. Di vê serboriyê de Don Kîxot, mîna teorîsyenekî li du formên şanoya kurdî tevdigere. Ez di vê baweriyê de me ku, bi xêra wan ceribandinan û serboriyan belkî ne îro, lê di siberojê de em ê rehettir li ser formên şanoya kurdî karibin bipeyivin.
Weke gotîna dawî, Ez dibêm Ferhad Feqî peyama Don Kîxota xwe, di dawiya lîstikê de bi kurt û kurmancî ji me re bi remîksa Şakiro vegot. (Rİ/FD)