Wesîle navek ji navê jinan e, lê xeyalat(ji erebî tê, ne tirkî,û rastiya wê ya ku “xeyalat”e, bêhtir nêzî fonetîka kurdî ye, yanî şaş nehatiye nivîsîn) û peyrewek e jî… Salê çend caran em rastê wê tên… Bi filan wesîleyê, bi wesîleya filan tiştî.. Dema ku hevok wiha dest pê dike em dizanin ku dê dubare werin, jixwe hewce nake ku werin jî.. Beriya hatina wan, mekanîzmaya tekrarê ya li hest û ramanê me xwe nîşan dide û heman tişt û hema gotin xwe wek xweliyek li ser û guhê me direşîne. Xwelî…
Tenê dilê mirov li hev dixe, çavan dişewitîne û hesta belengaziyê wek pertalek reben li meriv dike. Xwelî ye ew, hew xwelî.. Lazim e meriv xwe jê bişo, lê çawa? Li her derî li pey mirov e. Xeyalatek ji xweliyê, xweliyek ji xeyaletê.. Û ew sehneya ebedî ya li heyatê… Neyê, dev ji me berde ey xeyalat, bisekin xwelî.. Û tu, sehneya ebedî… Êdî biguhere! Me dîtiye nedîtiye tu wiha yî… Eynî gotin, eynî jiyan, eynî gazin, eynî ez, eynî hûn, eynî sehne… Çima firtone û bahozek ranabe lê! Wexteyek ji wextan hebûn ew firtone, me bi bafirokan bi hewa dixistin. Bi hechecîkên sala nû re difirandin… Wexteyek me û bahozan ji hev hez dikir. Wan me bi bafirokan re difirand, bi hechecîkên kêfxweşiyê re vedigerand malên ronî.
Erê lo… Wexteyek em û firtone hevalên hev, em û bahoz aşiqên hev bûn. Sehne wiha ebedî, jiyan wiha formalîte nebû. Hesta” em ê îro çi bikin?” me ji nav livînan dipekand, eyneyan rûyên ronî nîşanê me dida, riyên nû, şiverêyên pak û nazik… Kesî xwe nedixapand, kesî rûyê xwe ji hev venedişart. Her kesî/ê dizanibû ku kes kesî naxapîne, her kes rast dibêje, her kes ji dost hez dike û her kes dijminê dijmin e. Lê niha rast û çep, bakûr û başûr, pêş û paş tevlêhev bûye. Kes li ser peyva dost û dijmin nafikire. Jixwe herçî dost û dijmin in, wan jî dest avêtiye berîkên hev û rûzelaliya berê nemaye.
Hingê dil bilind bû, bi stêrkan ve girêday bû. Hingê qutiya gotinan tije peyvên ji derewan riziyayî nebû. Hingê eyneyan rûyê me nîşan dida, lê niha şopên çîrokên şikestî ne ên ku dest dihejînin li eyneyan. Em kengê bûn hem kiryar/f’ail, hem mexdûr? Lew çîrokên ku ji eynê, xwe li cîhê rûyê me nîşanî me didin, tînin bîra me: ew xeyalatên kiryar jî, mexdûr jî em in.
Tasa Çavên Tijî
Ava di tasa vala de
Li pey min birjîne
Baskên me yên ku
Di navbeyna alema çûyîn
Û mayînê de asê mane
Bi firê bixe
Ava tasa vala
Li pey min birjîne
Tasa vala
Tasa vala
Dinyaya vala
Ava çavên tijî
Li pey min birjîne
Berê dapîran avê li pey mirovan dirijand. Di tasên vala de jî av hebû. Dikarîn bi ava tasên vala mirov birê bikin. Ew gav tasên vala jî vala nebûn. Û ava çavên tijî wek çemek bi pey mirov diket. Ji bo hemêzkirin û parastinê, ji bo jibîrnekirinê….
Ka em vegerin serî. Me yê vê nivîsê bo kîjan wesîleyê binivîsanda? Kîjan wesîleyê xwe di bin hevokên wê de veşartiye? Ne ez dizanim, ne jî hûn. Yanî ev nivîs bê wesîle ye û daxwazkera bûyînên nûhatî, peyv û çalakiyên nûdîtî ye. Û helbet ew jî dizane, xeyalatên me dostên me ne, ji xweliyê bin jî, dixwazin ku em wek berê bi hestên nû dest bi rojên kevn ên li dinyaya pir kevin bikin.
Dixwazin em baş bin û li eyneyan rastê rûyên xwe werin, rûyên xwe yên ne şikestî, lê geş û jîr. Lê mesela yekbûyîna kiryar û mexdûr, em ê çi ji wê bikin? Hemin ku way em dibînin, di herdû rewş û rolan-ristan de jî em hene; em dikarin kiryariya xwe zêdetir bikin. Bibin kesên çeleng û qet tenezulê kirasê mexdûriyetê nekin û tim qefesşikên bin, ne qefesger. Çimkî ku mirov qefesger be hem qefes miheqeq mirov dibîne, hem mirov bi xwe jî dibe qefes.
Lê ev helbest dibêje çi:
Dizî
Ji romanan leheng dizîn
Ji lehengan rist
Ne roman man
Ne leheng
Ne jî rist
Diziyê lotikan avêt
Tenê ew kêfxweş bû
Nav,xeyalat be gelo an jî wesîle?
(MR/AY)