Aktîvîsta LGBTI+yan Îrîs Mozalar di 8ê Adarê de di 23emîn Meşa Şeva Femînîstan de li Taksîma Stenbolê tevî 112 kesan hatibû desteserkirin. Mozalar bi îdîaya ku “Heqaret li Serokomar kiriye” û “Li dijî Qanûna Bi Hijmar 2911an ya Meş, Xwepêşandan û Civînan derketiye” bi daxwaza girtinê sewqî 3emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê hat kirin.
Mozalar şev li nezaretxaneyê ma û piştre saet di 12.30an de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Dirûşmên di çalakiyê de hatine berzkirin pirsîn
Li gorî agahiyên parêzera Mozalarê Gîzem Karakoçekê, bêyî ku îfadeya miwekîla wê li dozgeriyê were girtin, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Sedema daxwaza girtinê di dosyayê de nehat zelalkirin; Lê belê yek ji hincetan ew bû ku di meşê de dirûşma, “xwe qil bike, xwe qil bike, yê ku xwe qil nake Tayyîp e”.
Li Emniyetê jî dirûşmên weke "Jin, jiyan, azadî - Ger jin azad bibin dê cîhan biheje" li Mozalarê hat pirsîn.
Derbarê Mozalarê de biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat dayîn. Her weha Mozalar serbest bû.
Îrîs Mozalar kî ye?
Mafparêz e.
Piştî ku dibistana seretayî û amadeyî li Mêrsînê xwend, ji bo xwendina xwe ya zanîngehê bidomîne çûye Stenbolê.
Xwendekara Beşa Plansaziya Herêm û Bajarî ya Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînanî ye.
Jiyana xwe ya hunerî bi lîstikvaniya di klîban de dest pê kir û bi performans, modelî û DJbûnê berdewam dike. Femînîst û aktîvîsta mafên ajal û LGBTI+yan e.
Dêrsimî ye û di sala 1999an de li Mêrsînê de ji dayik bûye.
(TY/AY)