Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Gelo bi rastî we hay jê heye hûn çi dipirsin? Gelo çend mêr dikarin bibêjin “belê min tûndkarî li jinan kiriye?” Heke welê jî be em civateka welê ne ku em ê bibêjin erê lê belê...
Dema em li gotinên we dinêrin hûn dibêjin “em dixwazin mêrên li ser mijarekê bi ser ketîn, behsa fikrên xwe yên li ser mêrbûnê û tûndkariya mêran bikin û di eslê xwe de em dixwazin fikrên we qeyd bikin.” Divê bi taybetî em binê gotina “tecribe” dax bidin.
Gelek kes dê bi tenê behsa wan tiştên wan dîtîn bikin. Civakê nîşanî me kiriye ku bi tenê tiştên em dibînin têra me bike. Tûndkarî bi xwe wek exlaq û rêzdariyê tiştên welê ne ku çi qas bixweyî divê ew têra me bike, em hînî vê yekê hatine kirin.
Gelek rêyên xwe-îfadkirinê hene. Hin kes bi axiftinê xwe baş îfade dikin hin kes jî bi nivîsînê xwe îfade dikin. Hin kes bi lêdan û şimaqan hin kes jî bi gotin-gezkî... Tûndkarî ne bi tenê lêdana rep û rût e.
Gelo fêmkirina mirovan bi emr, tecribe an jî karê wan ve girêdayî ye. Gelo em cidayê çandan, exlaq û têkiliyên bi malbatê re li ber çavên xwe neynin em ê bikarin çi qas bi ser bikevin.
Dema di nava civakê de mêr li jinan dide em hemî dikarin rabin lê heke mêran ji jinan bidaya dê çi bibûya? Carekê li meyxaneyekê min dît ku jinekê li mêrê xwe da. Me ti kesan ti tişt nekir. Nizanim ji ber çi gelo ji ber wê yekê ku em difikirin jin hewceyî parastinê ne. Erê em çi ji nimûneyên dî bikin. mafên mirovan, siyaset, çepgirî, diya min, pîrika min... Gelo ez ê bikarin objektîf bibim.
Salê 80yan... Ez û hevalên xwe kom dibûm û diçûn Beyoglûyê ku tiştekî vexwin. Ji ber ku li cihê em diçûnê me bi pereyê xwe dilîst ji bo vexwarina çayê ji me nedixwestin. Cihekî rihet bû. Ew cih gelekê nedihat zanîn jî. Niho baş nayê bîra min lê dibêjim qey tabelayeka wê ya wek “komeleya çûkhezan” hebû.
Lê li wê derê ti kesan behsa çûkan nedikir. Carinan me behsa tirimbêlan dikir.
Rojek ji rojan sê kes li benda lîstikvanê çarem bûn. Wan ji min xwest heta hevalê wan bê ez bi wan re bilîzim. Ji ber ku min lîstik dizanî min bi keyfxweşî qebûl kir. Dema hevalê wan hat ez ji rex wan rabûm. Dema hevalekî min dît ez rabûm xwe bi min re aciz kir. Wî ji min re got çawa ez çûme û bi wan re min lîstiye. Min jê pirsî çima bi acizî ji min re welê dibêje. Wî ji min re got: “Ma tu dizanî ku yek ji wan xwediyê basekê ye û yek jî xwediyê teksîya ticarî ye.”
Min ê bigotiya ma çi ye. Xwe dîn neke. Piştî demekêê dirêj min rewş fêm kir. Dema ku dibêje basa wî heye tê wê wateyê ku li seksxaneya pereyî ya Karakoyê dostika wî heye. Dema dibêje teksiya ticarî heye hingê jî dostika wî ya bi telefonê heye.
Dema ez li jina xwe fikirîm diya min hat bîra min. Bavê min gelek caran li diya min dida. Carinan tê bîra min ji deriyê nîv-vekirî min dengê giriyana diya xwe dibihîst.
Carinan dema ti kes neyîn diya min derdê xwe bi dengê bilind digot. Paşê bi heman gotinê bêdeng dibû. “Heke zarokên min nebûna ez ê yek deqîqeyê jî nesekiniyam.”
Ez bi vî rengî mezin bûm. Li bin wî barî, diya min ezîyet kêşa.
Min hin dijûn dida nayê bîra min ka kê dibihîst.
Min carekê dît ku diya min digiriya. Wê nedixwest ji min re bibêje lê ji pêşiya hingê ji xwe ez hîn bûbûm. Min zanîbû ku wê lêdan xwariye. Min ji xwe re sond xwaribû min jî dê li diya bavê xwe yanî li pîrika xwe bidaya.
Min du sê kulm danîn wê. Ya pêşiyê lê neket lê yên dî çêdibe ku lê ketibin. Piştî çend rojekan min dît ku cihê min lê dayî reş û şîn bûye. Bi salan ew re û şînî ji ber çavên min neçû. Ez qehirîm, êşiyam û bi rojan giriyam. Min biryara xwe da û terka malê kir. Carekê min li ber deriyî ji bavê xwe re got tu careka dî li diya min bidî vê carê ez ê li te bidim. Bavê min ji van gotinan neditirsiya. Ji xwe çêdibe ku wî nebihîstibe.
Ji min re girîng bû ku bibêjim û ew deng li dora malê vebide.
Jiyana taybet bi tenê cihek e ku di nava dîwaran de be, bi perde, derî û pencereyan hatibe girtin...? Gelo malbat zirxek e? Gelo kêşeyên malbatê ti kesên dî eleqedar nake? Gelo zirxek e ku rê dide her tiştên ne di rê de tê de hebe?
Tiştê min fêm kirî, di jiyana taybet de jin her tim êşê dikêşe.
Dema min ev nivîs dinivîsî kitêbek hat bîra min. “Jinên xwedan-şiyan ên li bin siya mêrên navdar de mayîn.” Inge Stephanê ev kitêb nivîsîye. Gelo we fikiriye ka ji ber çi gotina “çûka mê hêlînê dihone” heye. Tûndkariyeka veşartî di vê gotinê de heye. Jin heke qebûl bike ku ew li bin siya mêran e û digel her tiştî dê keyfxweş bibe... Lê heke hizûr têk biçe jî ji ber jinan têk çûye.
Mêrbûn û mêratî ji xwe desthilat e. Dema gotina mêran cihê xwe digire hingê felaket dest pê dike.
Wek Oscar Wilde dibêje “du felaket hene felaketa yekem ew e ku hûn tiştên dixwazîn bi dest nexin. Felaketa duyem jî ew e ku hûn tiştên dixwazî bi dest bixî. Ya duyem felaketeka mezintir e.”
Her kes bi heman zimanê mêraniyê diaxivin. Dema behsa netirsîyê(wêrekîyê) û hêzê dikin van rojan behda axiftinên Trump, Putin, Erdoganî dikin heta ku vê paşiyê behsa Macronî dikin.
Ji xwe jiyan bi xwe siyasetek e. Hinek rastî hene ku li ti deran naguherin. Nazim Hîkmet gotiye “Jin ew kes e ku cihê wê yê li sifreya me piştî gayê me tê...” Ne girîng e ka kê ji ber çi gotiye. Cihê jinan li çepgiran ev e.
Sala 1976ê li mektebame ji aliyê sîyasî ve ez yek ji berpirsan bûm. Me bihîst ku têkiliyeka hestebar di navbera du kesan de heye. Min ders mers her tişt da aliyekê û ew keçik bir lîstikgeha topa pêyan. Min jê re got “we xêr e!” Wê li çavên min nêrî û wek bibêje min efû bike got: “Em ji hev hez dikin.” Min got çênabe. Kurikî xwe parast jî lê bêfeyde bû. Ew têkilî li wê derê qediya...
Ev ji min re bu dersek. Li her cihê ku min ew keç didît min ji xwe şerm dikir. Ez amade bûm ku xwe biguherim. Min xwend û demekê kurt de min xwe îkna kir ku ez nerm bûbûm, bûbûm yekê nûjen.
Di civînê de hevdîtina kin jî evîna keçikê jî hema li wir xilas bû. Lê min têrî behskirina kirina xwe nebûm, ku min digo min çi tiştekî rast û di rê de kir. Min ev tişta sala borî li hevala xwe kirî bi vê mînakê dixemiland û behsa rastîya vê kirinê dikir. Min bi vê mînakê vedigot û pê serbilind dibûm. Lê min gelek piştre fêhm kir ku mesele meseleya çandê ye, zihnîyetê ye, xwendin tenê têrê nake, ji bo xwe biguherînî divê tu gelek kêferatê bibînî.
Gava yek li we bixe hûn ê jî lê bixin. Dijûna li we bike hûn ê jî bikin. Tûndkarîyê li we bike hûn ê jî tûndkarîyê lê bikin. Lê gava ji we re bêje ku ji we hez dike, hûn ê çi bikin?
Zimanê min lal bû; min bi barê xwe ve girêda...
Ji mêj ve ye gava em peyva rexneyê bibihîzin rêya rihet hildibijêrin û dibêjin xwerexne. Gava em peyva tûndkarîyê dibihîzin jî behsa sikûnet û aştîyê dikin. Lê me fêhm nekiriye ku tûndkarîyeke çiqas mezin e gava bavek ji zarokên xwe re bêje “tu hiş be, tu nizanî”. Tew em gotinên “tu bi aqlê xwe yî jina tevlî nebe”, “tu jin î divê tu bizanibî hiş bî” û hwd ji tûndkarîyê jî nahsibînin. Bi taybet em çepên xwe yî ku di mijara jinê de gelekî biaqil, zana û hestiyar in bixin polekî û ezmûn bikin dê sê salan li ser hev di polê de bimînin. Bi Giştî çepê Marksîst di derheqa mijara jinê de bi pirsgirêk e. Pirsgirêk jî hewaleyî Sosyalîzmê kirine. Naxwe em ê heta bi sosyalîzmê çawa li vê mijarê binêrin. Helbet dê her kes tişta ji malbata xwe hîn bûye nîşan bide. Ji bo wê heger di dîroka çepê de jin hevaleke serdar hebe teqez li pişt wê jî rêhevalê wê heye. Mêrê wê heye.
Diroka çepê me bi Krupskayayê dest pê dike, her çiqas agahîyeke xelet jî be bi Tanyayê dewam dike, bi a xwemalî û neteweyî dewam dike. Mixabin em jî tam di nîvê xelekê de ne. Rubinntain dibêje; “An tu di nîvê evînê de yî di navendê de; yan jî tu li derveyî, di hesreta wê de...” em jî tam di nîveka vê girêkê de ne.
Û erdnîgarîyeke ewqasî bi bereket e ku, Misilmantî bi çavê “parsû”yê li jinê dinêre ew jî têrê nake nimêja xwe dike, rojîya xwe digre û zikata xwe dide. Ew jî têrê nake ji jinê re dibêje; “ Ger jin 5 rikaet nimêja xwe bike, rojîya xwe yî mehekî bigre, namûsa xwe biparêze û îteetî mêrê xwe bike ‘wî wextî tu ji kîjan derîyî bixwazî di wî de biekeve bihuştê”. Yek ji îbadetan jî “Namûsa xwe biparêze û îtaeta mÊrê xwe bike” ye.
Divê di civakeke ku dibêje “di rêyan de here bila dûr be, jinan bîne bila keç be” de ne pêşveçûna ehlaqê çandî ne hevqasî zehmet bûna. Çi cudahîya me ji yên din dimîne dema ku em jî gotinên ku newêrin li nav çavên wan binêrin û bêjin bi biwêjên xwe bi awayekî koroyî bi qîre qîr ji wan re dibêjin? Wextê em dibên “di sifreya me de ciyê wan piştî gayê me tê” yan “ez nexweş im gewrê, were ser min...” cudahîya me ne tenê di gotinê de dimîne?
Wextê tu di erdnîgarîyeke ku gotin, stran, biwêjê wê hevqasî gunehkar bin de mezin bibî êdî tu sîsetmedar î yan kesekî di karê xwe de pispor î ferq nake. Di hemû olan de, di hemû pirtûkan de, di hemû termînolojîyên sîyasî de jin gunehkar e. Xirabkera malan e. Dûvik dihejîne. Ez û tû çiqas cuda bin jî qeweta me têrê nake em vê yekê biguherînin. Çikî di hemû civakên ku hatine û çûne de serdestîya hemû karan heta a huner û edebîytê jî aîdî mêr e. Jin tenê bûne amûr û alîkarên wan. Wek Bilge Krasu jî di berhema xwe yî “İncire ve Gazele” de gotî amûreke ji bo ku mihov bigihêje xweşîya cînsî. “Heneka jinê û hejîrê, edebîyata wê yî ku bi mêr ve têkildar e, hem bêje li hemûyê Akdenîzê bi nav û deng bûye, êdî gotina hejîrê bûye gotineke şermê. Heta bi menawê Erziromî jî bersiva pirsa min jidan û bûhayê mêweyî ji min re gotibû...”
Jin pirî caran bi sûreke ku ji alîyê mê ve hatiye avakirin de tê hepskirin, hepseke bêguheh. Ku Hewwa fêkîya qedexekirî xwr û bi Adem jî da xwarin hingî ew bêgunehî qirêjî bû. Hemû nebaşî û gunehên li dinê piştî vê bûyerê hatin jixwe. Êdî ji wê û pê de helbet dê mêr li dinyaya ku jinê herimandiye bibe desthiatdar. Ji roja ku birayan xwîna hev rijand ve nam^.us bi xwînê tê paqijkirin, û qaşo mêr jinê bi vî awayî diparêze. Jin ji bo Namûsê lêdanê jî dixwe tê kuştin jî.
Li neynikê binêre... Te bêrîya bavê xwe kiriye qey...
Li neynikê binêre... A hatî fêrkirin ev e, lê guherandina vê yekê di destê te de ye. Pêşî ji zimanê xwe dest bi guherandinê bike. A ku rê li pêşîya destê te jî zimanê te jî vedike ûjdana te ye. Ehlaqê te ye...(ÖS/ŞA/APA/VU/MB)
*Vahdet Uçarê beşeka vê nûçeyê ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî
Wêne: Kemal Gokhan Gurses