Ez bi xwe ji sala 1993yan bi vir de di nav pêjgeha zimanê kurdî de me. Di tîrmeha 1993yan de wekî ciwanekî min li Rojnameya Welat dest bi xebatê kir. Ji hingê ve bala min li ser rewşa zimanê kurdî ye. Pêşîyên me gotiye, “Çil çîrokên hirçê hene, hemû jî li ser hirmê ne” yê me jî hemû lêhûrbûnên me li ser rewş û çarenûsa zimanê kurdî ne.
Lê pirî caran ew bîr û bawerî min re çêdibe ku dengê me dîsa li me vedigere, em bi xwe dibêjin û bi xwe guhdarî dikin. Em diçin panel û semîneran, pirî caran em dibînin ku em xwe bi xwe ne. Îro bi sedan pirtûk bi kurdî (kurmancî û kirmanckî) têne weşandin, bi sedan nivîskarên kurdî hene, gelo xwînerên van berheman çend in, her berhemek çend heb tê firotin? Gelo hê jî gotina Ehmedê Xanî li kar e? Hê jî bazar kesad e û ji qumaşî re nîn e xerîdar? Mirov devê kîjan kedkarê/a zimanê kurdî vedike, van gilî û gazinan dibihîze, hin caran hêrsa wan digihêje erş û esman. Pirî berê tîrên xwe didin siyasetmedaran.
Ez dixwazim van gotinan rewşê li ber çavan raxim, ne ku bikevim nava wan gengeşe û gelemşeyan. Belê îro rewş zêde ne hêvîbexş e, bar gelekî giran bûye, lewre jî kes naxwaze destê xwe bixe bin vî barî lewma jî her kes dixwaze vî barê giran biqulibîne ser milên hinekên din, bi vî awayî ji berpirsîya wîjdanî xwe rizgar bike. Bo nimûne siyasetmedarên me hemû sûc û berpirsîyê dixin stûyê dewletê û bi vî awayî xwe ji berpirsîyê rizgar dikin.
Gelek kes mijarê tînin bi statûyê ve girê didin, li gorî wan heke kurd statûyekê bi dest nexin û zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, tu xilasîya zimanê kurdî nîn e. Helbet statû alîyekî girîng ê mijarê ye, divê her şert û mercê de têkoşîna ji bo statûyê bidome. Di nav Tirkiyeyê de divê têkoşîna me li dijî zihnîyeta yekperest be, em pirzimanî û pirçandîyê biparêzin. Di nav civaka kurd de jî divê em hişmendîya zimanparêz û zimanperwer geş bikin.
Lê statû bi tena serê xwe jî kêşeyê çareser nake, wekî din jî heke em li benda statûyê bimînin dibe em tiştê heyî jî ji dest bidin. Ez dema bala xwe didim helwesta hinek mirovan, bi min wisa tê ku ew dibêjin, “Dewletê bi darê zorê zimanê me bi me da jibîrkirin, îcar jî bila bi darê zorê hînî me bike”, heke rewş gihaştibe vê radeyê nexwe baştir e ku em fatîheyekê li ser zimanê xwe bixwînin.
Têkoşîn û tecrûbeya gelên cîhanê tiştekî din nîşan didin; xebatên wan ên bi awayekî rêxistinî û li gorî plansazîyekê hatine meşandin pirî caran rê li ber windabûna zimanê wan girtiye. Nexwe kurd jî dikarin dev ji galegalên hîç û pûç berdin, zend û bendan vemalin, bi hev re dest bi xebata parastin û geşkirina zimanê xwe bikin. Her kes ji alîyê ve dest bi xebatê bike, dê gelek tişt biguhêrin.
Îro gelek sazî û dezgehên kurdan ava bûne, her yek ji alîyê xwe ve xebatekê dike, lê nakokî û dubendîyên siyasî rê li ber hevkar û hevgirtinê digire, ji ber vê yekê jî sazîyên ku ji bo zimanê kurdî xebatên dikin nikarin bibin xwedanê hêzeke diyarker û bandorê li civak û desthilatîyê bikin.
Di sêrî de bila ew sazî û dezgeh dubendî û nakokîyên siyasî daynin alîyekî,,bi hevkarî û hevgirtineke xurt dest bi xebatan bikin. Di nava civakê de koka hiş û aqilê zimankuj biqelînin, tovên civakeke zimanperwer biçînin. Şaredarîyên kurd xizmetên xwe bi zimanê kurdî jî bidin, li her cihî zarokistanan vekin. Karsazên kurd razemenîyê li zimanê kurdî bikin.
(FY)


