Mirov hev dibînin, bi hev re diaxivin, Ji hev diqetin, dîsa tên ba hev. Her tişt bi gotinan pêk tê. Carna tevgerên bedenî tenê bes bin jî serdara esas axaftin e. Gotin in. Me digihîjin hevdû an jî ji hev dûr dixin. Ew in şûr an jî qehwa şîr a li navbera me. Ka bifikirin, kîjan gotin, kengê bûn kelem li navbeyna me… Kîjan peyv kengê ji gulleyan dijwartir bûn… Kîjan gotin û paragraf, li nêva dil û mêjî ketin û her tiştî guhertin. Guh kînga nexwest ku bawer bike, qelb kengê bû fîncanek ferfûrî û li bin guhê erdê ket…
Gotin ne tenê gotin in, sotin in, sotik in. Disotînin her tiştî. Yan xwelî dimîne yan çemûr û herî. Ziman ne lastîk e, dengê ku bi ser mirov dikeve ne yê zirnê ye. Axaftin, bi rastî jî tiştek gelek muhîm e. Gotinên ku ji devê mirov difirin, pinpinîkên gelek hêja ne… An jî lazim e ku wek pinpinîkan bin, xweşik, sivik,hêja û watedar.
Ji ber vê yekê ye ku dema em bi boneya ziman û edebîyatê li derek tên ba hev, ez her carê ji nû ve bi gotinan re dikevim şer û cengê. Carna li hev têm carna na. Carna ji wan direvim carna wan di qutîyek zîvîn de vedişêrim û nahêlim ku bên ser zimanê min. Çimkî axaftin zehf girîng e, dizanim. Çimkî guh pir heyf in, ji yên xwe dizanim. Ji gotinên tekrar dêşên, bi gotinên ne ji dil xwînî dibin. Û ew xwîn her tiştî dide ber xwe. Hema pê re hûn nexweş dikevin. Navê we êdî nexweş e. Çi bikin jî nikarin xelas bibin. Ji ber ku dewsa gullan baş dibe lê ya gotinan baş nabe. Tu êşbir nikare feyde bike, jixwe derîyên dermanxanan jî li we girtîne.Tu doxtor nikare şîfayek bide we, tu serûm li damarên we nayê.
Lê gotinên xweş û perperokî… Ew çiqas baş in. Ji dil û hişê xwe dizanim, çi derman in ew. Tovên baharê ne. Hew gotinek bes e. Hew gotinek dikare baharê bîne. Ew gotina bi tenê, ew bahara delal carna tê ser lêvên me, carna jî yên nas û dostên me. Çi bêdawî ye ew gotina bi tenê. Çi tehmxweş e. Hemû tehlahîyan jê dibe. Çirûskan vêdixe li çavên vemirandî. Diçirisin çav. Ferqa wan û stêrkan namîne, dema tenê gotinek jî şêrîn û ji dil be.
Ku meselê bînim ser axaftinên li lihevcivînan… Min wê rojê jî ji moderatorê me yê hêja re got, ji bo min deh deqe jî bes e. Ji ber ku ez bi dil û hişê mirov û gotinên zelal bawer im. Tew carna deqeyek jî bes e. Lew ew deqe dikare çiraya li bîrê vêxe. Her wiha li gor vekolînên zanistî jî mijar çi dibe bila bibe û çiqas xweş dibe bila bibe, piştî pênc deqan bala mirov belav dibe.
Ji bo ku em hemû laboratuwarên xwe ne: Ez jî wek we ji xwe dizanim ku axaftinên dirêj çiqas bêmirêz,acizker û watekuj dibin. Yanî dibin cûreyek zilmê. Îja zilma ku ez li ser xwe qebûl nekim çima li yên din bikim. Ji bo min ev meseleyek etîk e jî. Li alîyê din hê jî li kambaxa herêma rojhelatanavîn, axaftina dirêj wek merîfet… Tê dîtin û yên mîkrofonê digrin, qet bernadin… Çima berdin. Pergala şivantî û garantîyê bi aweyên cûrbicûr li ser kar e. Tim şivan xeber dide, jixwe garan jî ji bo guhdarkirinê ye… Navê wê li ser e:Garan! Ma wê dil û hiş heye ku biaxive an jî ji şivên re bêje,te pir dirêj kir û her gotina te jî rizî û tekrar e… Nikare bêje… Her kes û rista xwe. Şivan diaxive, garan tenê serê xwe dihejîne. Ji vê cezayê mezintir ceza heye gelo ku mirovatî, kes û civakan daye xwe û hev?
Îja jixwe kombûnên bo wêjeyê mîkro û rengîn in, qe nebe em wan neşibînin ên sîyasetmedaran. Wê rojê piştî panelek min dîsa got, ez dixwazim ku înteraktîf bin hevdîtinên me, ne di rolên sabît(wetar)da hepiskirî bin… Her car piranîya beşdaran tevlê dibin, lê carna jî hin ji wan fikarên xwe dibêjin:
dê ji her serîyek dengek derkeve!
Dibe ku despêkê hinek wilo be jî… Lê li gor min xem nîne. Hem em ê hînê formên înteraktîf bibin, hem jî ka hema bila deng ji her serîyê me derkeve. Ji ber ku me serên bêziman na,yên xwedî zanatî divê êdî. Ma ne em hemû dizanin ku ji ber galagala şivanan e ev halê me. Serî li me bûye kundirê mîrenî yê vala… An jî bûye kûpa tije dûpişk.
Welhasil. Em her carê ji nû ve ji gotinan re bêjin merheba. Hem axêfer hem jî guhdar ên çak bin,ne şivan û garan. Em hindik û rindik bêjin da ku wisa guhdar jî bikin. Mînak li gor hin çandan tişta ku mirov nikaribe di pênc deqan de behsa wê bike, mirov qet li ser nepeyîve çêtir e, jixwe mirov hem wê heqê xwe winda dike, hem jî tişta ku li ser devê mirov dirêj dibe,êdî ne ya mirov e ne jî ya guhdar. Çimkî ew êdî rizî ye û ne ji xwediyên xwe re dibe ne jî ji guhdaran re.
Em em bin, wê gataya/gotina Kalê xwe Zeredeştê hêja jibîr nekin:
Baş bifikire, rast bêje, xweş pêk bîne.
Hersê bê hev nabin lewre. Bi hêvîya hevdîtinên bi vê hêjatîyê, ji me tevan re qewet be.