Dîroka fezayê ji bo mirovahiyê di 4ê Cotmeha 1957an de destpê dike. Rûsyayê cara yekem bi navê Sputnîk-1ê satalayteke fenî şandibû fezayê berdewam dike. Bi vê gavê bala mirovahiyê diçe ser fezayê û mirov êdî ji bo xwe bigihîhîne fezayê gelek xebat û hewl dide. Ev rêwîtî heta îro bi pêşketinên gelekî mezin didome.
Piştî şandina satalayta fezayê her welatek dixwaze xwe bigîhîne fezayê û peyka xwe ava bike. Her wiha li fezayê cîhê xwe bigre. DYA, Çîn, Rûsya û Hîndistan ji bo şandina peykan ketine pêşbirkê û her yek ji wan dixwaze bi navê xwe wan bişîne fezayê. Reqabeta van welatan xebatên li ser fezayê zêdetir dike û bala gelek kesan dide ser fezayê. Heta wisa pêşve ketiye ku endezyareke li DYAyê derketiye dibê ez ê mirovan bişînim fezayê ji bo gerê. Ev kes jî Elon Musk e. Îdolê ciwanên ku bala wan li ser fezayê ye Musk.
Çend ciwanên kurd jî bala xwe da ne ser fezayê û gelek xeyalên wan ên ku mirov kelecanî dike hene. Ew ciwan endamên Koma Kurdish Space ê ne.
Koma Kurdish Space-ê li ser destê çar ciwanên kurd ava bûye. Kurdish Space ji bo bala kurdan bidin ser fezayê dixebitin. Derbarê fezayê, gerstêrkan û tiştên bi fezayê ve girêdayî bi kurdî amade dikin û diweşînin.
Her yek li ser beşeke cuda dixebite lê mebesta wan yek e. Yek ji wan jineke ji Agiriyê ye. Xwendekar e û textên fezayê werdigerîne kurdî. Yê din li Stenbolê dijî ku karmend e. Ew jî li ser montajê dixebite. Yek li Britanyayê ye û li ser beşa astronomiyê xwendiye û bala xwe daye ser pisporiya astronomiyê. Yê din jî li Amedê dersdarê beşa zimanê kurdî ye, ew jî di vîdeoyan de textan dixwîne.
Koma Kurdish Space-ê pirsên bianet kurdiyê bersivand.
"Em dixwazin fezayê bi kurdî bidin naskirin"
Koma Kurdish Space-ê ji ber valahiya di warê zanist, zanyarî û gerdûna bi kurdî de derketiye holê. Endamên komê dibêjin ku “Me bala xwe dayê ji aliyê zanist, zanyarî û gerdûnê xebatên bi vî rengî pir kêm in. Heta em dikarin bibêjin ku tune bûn, hebin jî pir kêm lê ne bi vî awayî bûn” û xwestine valahiya di vî warî de ango valahiya zanistê bi profesyonelî tije bikin.
"Xeyala me ya herî mezin şandina peykeka Kurdî ya fezayê ye"
Piştî karên xwe bi pêş de birin, xeyaleke komê heye ku dixwazin pêk bînin. Endamên komê ev xeyal wiha diyar kir: “Em niha danasîna gerstêrkên ku di rojbendê da ne dikin, lê xebat û lêkolînên me yî li ser zanista zanyarî û zanista fezayê jî hene.
“Di destpêkê de tenê wek danasîn be jî di pêşerojê da armanc û xeyaleke me yî pir mezin heye. Heke hûn bibêjin çi ye? Ez dikarim bi dilxweşî û kefxweşî bibêjim ku şandina peykeka kurdî ya fezayê ye.
“Em ji bo cîhanê peykeka ji bo televîzyon û radyoyên me bi awayekî baştirîn radyo û tvyên me bixebitin û li ser vê peykê weşanên xwe bikin.”
"Bila li qenala me ya Youtube-ê temaşe bikin"
Komê qenalek li ser Youtubê vekiriye û xebatên xwe bi vî awayî dimeşîne. Her weha hesabên wan ên medyaya civakî jî bala gelek kesan dikişîne: “Piştî kû me ji bo qenela xwe dest bi karbeşiyê kir her ku diçe eleqeya ji bo zanista bi kurdî û qenela me zêdetir dibe. Her ku diçe şopîner û temeşevanên me zêde dibe.
“Taliya talî em ji bo xwe na, ji bo pêşeroja zanist û zanyariya zimanê kurdî em dixwaz in bi awayekî giştî xwe bigîhînîn civaka gelê kurd vîna jî bi awayê dijital van hemû kar û xebatên xwe yî vîdyoyî arşîv bikin û biparêzin.
“Bi taybet Ji bo nifşên siberojê ku dema bixwazin di derbarê fezayê de bi kurdî lêgerîn bike xwe bigîhînin arşîv û qenela me yî youtube ê.”
"Daxwaza me ji wan ew e, bikaribin hay ji xebatên me hebin, vîdeoyê me temaşe bikin, li der û dorê hogir û dost û nasên xwe parve bikin da ku bizanibin qenalekî bi vî rengî heye."
"Di demekî nêz de em ê hemû van nivîsên xwe bikin pirtûk"
Kurdish Space amadekariya pirtûkeke li ser fezayê jî dike. Pirtûk wê derbarê fezayê û sîstema fezayê de be ku hemû nivîs û zanyarî wê bi kurdî bin.
"Em ê sepan û bernameyên kurdî bidin çêkirin"
Endamên ekîbê bi rêya online her hefte li hev kom dibin û rewşê dinirxînin. Behsa xebatên xwe dikin û planan datînin ber xwe.
Avakirina şîrketeke teknîk û teknolojiyê yek ji planên vê komê ye. Ji bo vê jî hewl didin ji xwe re sponsoran peyda bikin. Dixwazin bi vê rêyê endezyaran bidin xebitandin.
Her weha dixwazin sepan û bernameyên bi kurdî yên derbarê fezayê de bidin çêkirin. Li gor gotina wan dibe sepan a lîstikekê be ku bikarhêner bikaribin bi wê lîstikê fezayê binasin. (DD/FD)
*Fotograf: Kurdish Space