Gelo we ji Kurdekî/ê bihîstiye ku gotibe "ez vegan im an vejeteyan im!" ? Ez bawer dikim hûn ê bibêjin "Na!". Bi rastî min jî nedîtiye û nebihîstiye.
Gelekî tiştekî zahmet e ku Kurdek bibe Vegan an Vejetaryen û têkiliya xwe ji goşt qut bike. Dema ku em li dîroka Kurdan dimeyizênin em dibînin ku her dem çiyayî bûn û her tim koçber bûn, debara xwe bi ajalan dikirin.
Ji ber vê yekê jî goşt hesanîtir dihate peyde kirin. Ne tenê goşt, cûreyên din ku ji ajalan dihate peyde kirin bikardianîn. Wek şîr, mast, penîr, nivişk û cerm, kurk û heta ji pirça wan hirî dihate xwarin-vexwarin û bikaranîn.
Û di hemû bîr û baweriyan(piranî Îslam) de diyarî kirina ajalek spehî û bedew dihate qurban kirin tê wateya ku pîroziya goşt têsîrek ji wê ye.
Her wekî din goşt, ji bo me Kurdan tiştek pîroz e. Lewra xwarina herî biqedr çêkirina goştî ye. Ku tu li maleke Kurdan bibî mêvan û tu ji bo wan mêvanek biqedr bî, ji te re ji sedî sed wê goşt çêkin(xilasiya te nîne). Lê asta biqedirbûna te li gor cûreyên goşt(ê mirîşka an goştê sewêl) jî tê nîşandan.
Di sala 2014 an de ez ji bo 20 rojan çûmbûme gund. Û hûn dizanin ku yek ji bajarekî tê ên nasê wî/wê kesî/ê şîva wî/wê çê dikin. Min di wa 20 roja de bi rehetî 15 roja goşt ê mirîşkê xwar. Ku min zimanê Kurdî jibîr nekirî be û nekirî be qidqidîn ez gelekî bisiûdim.
Werhasil berî ku şîva wê çêkin û serê mirîşk û elokna(ev asta herî bilind a biqedr bûnê ye, ancax hun di xew de bibînin) bêjin ez vegan im an vejetaryan im.
Li aliyê tenduristî yê ku em meyzênin yekemîn sedema zêdehiya nexweşiyên dil( dilrawestan, xitimandina demaran, kolesterol û hwd.), Qansêra roviyê stûr(Colon Cancer), Qelewbûn ê zêdexwarina goşt e. Di nav me Kurdan de pirtirîn sedemên mirinê ev nexweşî ne.
Bi mafdarî kesên ku jiyana xwe veganî/vejetaryanî berdewam dikin ez gelekî rûmeta wan digirim. Bifikirin, zindîyek wekî we xwedî maf e ku bijî hun serjê bikin û bixwin. Bi rastî jî ku ez wê yekê difikirim ji goştxuriya xwe û ji mirovatiya xwe fedî dikim. Lê belê ku di heman diyalekîkê de em bifikirin jêkirin û xwarina geya û şînahiyan jî heman tişt e. Di vir de serê min tevlîhev dibe. Lewra her jîndar di hember jêkirin,qutkirinê de bertekekê dide(wek xwîn an di şînahiyan de wek aveke şîrkî).
Di milyon salan de pêşveçûna me li gor mîzacek goştxurî hatiye saz kirin.
GOŞTXUR(KARNÎVOR)
Ajalên ku tenê goşt dixwin.
Kêzik, mişk, kîvroşk, bizin, çêlek, xezal hwd gelek ajalên din ên di Pramîda Adan ê ku di bin wan de ne dixwin.
Ev ajalên Guhandar(bimemik) diranên wan ên Qîl an(diranên kuçikan) ji yê Giyaxur an dirêjtirin roviyên wan kintir in..
Ajalên goştxur: şêr, rovî, gur, mar...
GIYAXUR(HERBÎVOR)
Ajalên ku tenê giya dixwin.
Diranê kursî ya bêhtir pêşketî ne.
Wek: hesp, bizin, deveh, ga, çêlek, ker ..
HEMÛXUR(OMNÎVOR)
Ajalên ku hem goşt û hem giya dixwe.
Wek: insan, hirç, teyr, elok, beraz. ..
VEJETERYAN
Kesên ku ti cûreyên goşt naxwin. Esasî li ser nexwarina goşt bêhtir tê sekinandin. Lê belê hin vejeteryan hêk(Ovovejeteryan) an şîr û cûreyên vî(Laktovejeteryan) an jî herdû yan (Laktoovovejeteryan) jî dixin.
VEGAN
Her çiqas şaxek vejeteryanî jî be gelekî jê zahmettir û jê hişktir e. Bi temamî goşt û tiştên ku ji ajalan tê bidest kirin red dikin. Ne tenê goşt û şîr û hêk, heta bi kurk û cilên ku ji wan tê çêkirin jî lixwe nakin.
Vêganên ku ti cûreyên goşt naxwin, divê şînahiyên ku Hêsin, Kalsiyum, çînko tê de heye zêde bixwin. Di heman demê de pirsgirêka herî mezin ji bo vegan û vejeteryana kêmasiya vîtamîna B2 û B12 ye. Divê di bin kontrola Bijîşk de teqwiye ya vîtamîn û proteîn an bike.
(MA/MB)