Li gor nûçeyên vê dawiyê yên medyayê, hinek partî û berbijêr ji bo ku di hilbijartinan de dengan bikirin, pere û alîkariyên curbicur pêşkêşî dengderan dikin. Ev ji bo demokrasiyê û azadiya hilbijartinê geşedanek pir xemgîn e. Li gor daxuyaniyan, li herêmên cuda partî û namzet li hemberî dengan pere, erzaq û alîkariyên din didin hilbijêran. Ev yek bi taybetî bandorek mezin li ser dengdêrên xizan û dezavantaj dike.
Kirîna dengan xwedî gelek encamên sosyolojîk ên neyînî ye:
Sîstema siyasî xera dike û îradeya dengdêran desteser dike.
Ev dibe sedema xizanî û îstismarkirina komên dezavantaj.
Ew rê li ber afirandina jîngeheke hilbijartinê ya adil û zelal digire.
Ev yek zirarê dide baweriya bi demokrasiyê.
Sedemên sosyolojîk ên kirîna dengan li Tirkiyeyê tevlihev in û têkiliya bi gelek faktoran re heye. Hin sedemên girîng ev in:
Xizanî û aboriya nebaş, dibe hin dengdêran teşwîq bike ku dengên xwe bifroşin. Bi taybetî kesên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e û nikarin bi hêsanî hewcedariyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, dibe ku di berdêla dengan de alîkariya darayî an hin feydeyan din werbigirin.
Asta kêm a xwendinê dikare bibe sedema hişmendiya siyasî û têgihîştina bijarteyên hilbijartinê ya nebaş. Ev dibe sedem ku hin dengder qîmeta dengê xwe û girîngiya dengdanê fêm nekin. Nezanîna encamên exlaqî û qanûnî yên kirîna dengan jî dibe sedema vê pirsgirêkê.
Di nava pêkhateyên kevneşop yên wekî eşîr û malbatan de, tercîhên siyasî yên rêber an mezinên malbatê, dikarin rolek diyarker bilîzin. Di nava van pêkhateyan de, dengdan dikare wekî nîşanek dilsozî û pabendbûna bi komê re were dîtin, ne wekî hilbijartineke kesane. Dibe ku serokên eşîran an malbatan, di berdêla dengan de bi pêşkêşkirina alîkariya darayî an civakî an hin berjewendiyan, bandorê li dengdêran bikin.
Bêbaweriya bi siyasetmedar û partiyên siyasî dikare rê li ber berfirehbûna kirîna dengan veke. Eger dengdêr hest bikin ku sîstema siyasî ne adil û şefaf e, dibe ku bawer bikin ku dengên wan nabin sedema ti guhertinekê. Di vê rewşê de, kirîna dengan dikare wekî rêbazek bidestxistina berjewendiya darayî an kesane ji pergala siyasî were dîtin.
Rêxistinên sûcan, dikarin bi kirîna dengan hewl bidin ku bandorê li pergala siyasî bikin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ev rewş rasterast xebata demokrasiyê û azadiya hilbijartinê dixe xeterê.
Ji bo çareserkirina sedemên sosyolojîk ên kirîna dengan, lêkolînên berfireh û demdirêj hewce ne. Wek peydakirina çareyan ji bo pirsgirêkên bingehîn ên wekî xizanî û nebûna xwendinê, zêdekirina hişmendiya siyasî û beşdariyê, zelalkirina pergala darayî ya partiyên siyasî û astengkirina bandora rêxistinên sûcan.
Fikra ku kirîna dengan tenê bandorê li dengdêrên xizan dike ne rast e. Hilbijêrên xwedî derfetên aborî yên baş jî dikarin di berdêla dengan de hewl bidin ku hin berjewendiyan bidest bixin.
Kirîna dengan ne tenê li hin herêman, li gelek deverên Tirkiyeyê pirsgirêkeke berfireh e.
Ji bo pêşîgirtina li kirîna dengan tenê xwe bispêrin rêzikên qanûnî ne bes e. Divê saziyên sivîl û welatiyên hestiyar jî di vê mijarê de bi awayekî aktîf rol bilîzin.
Dengdayîn erkeke sivîl e. Girîng e hilbijêr li şûna ku dengên xwe bifroşin, li gorî nirxên wijdanî û exlaqî dengên xwe bidin û beşdarî xurtkirina demokrasiyê bibin. Ji aliyê sosyolojîk ve kirîna dengan pirsgirêkek e ku demokrasiyê qels dike û rewabûna pergala siyasî têk dide. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têkoşîneke berfireh pêwîst e.
(AÖ/FD)