Dibêm qey ez tim li pey wî marî geriyam! Ew marê aşiq û mehbûb. Ew marê kuştî…Ew marê ku li qesra Mala Mehmed Begê ku hem mîr hem jî şaredarê Hezroyê bû û bi tifingê hate kuştin.
Ew marê xweşik û çavreş, ew çavreşê aşiqê xaltiya bavê min…Tim li pey wî mam. Çimkî dema li wê qesra zaroktiya xwe wek tijikek mar digeriyam jî; li eywana kurd û kevnar, min bi qazên di hewzê de dilîst jî. Dema di derencên kevirîn û darîn re bi diyar diketim û diçûm oda jorîn, a ku kuştingeha wî marê aşiq bû jî, tim li pey wî bûm.
Lew digotin, ew mar mehsûm bû, bêguneh bû. Hew aşiq bû. Aşiqek welê ku tenê dema xaltiya bavê min Mehlîqa Xanim radiza; nizanim ji ku derket, dihat û ji bo ku wê aciz neke nişîv jî nedibû. Hema wisa li jor, li wê dûrahiya qatiyê bilind stûyê xwe xwar dikir û bêdeng û lal lê temaşe dikir. Heta kengê? Heta berbangê û berî ku şiyar be jî wenda dibû. Kesê nizanibû ji ku tê û diçe li ku. Hebûna wî jî, nebûna wî jî sir û razek bû!
Loma dema ku min navê pirtûka "Kirasê Mar" a Evdal Baqî bihîst jî, dîsa bûm ew zaroka demên berê ya ku di wê Qesra Kurdan de bi pey wî marî ketibû. Ew marê aşiq û kuştî. Teva ku min xwest digel çend pirsan vê pirtûkê ji destê afirînerê wê bigrim jî, nebû qismet. Lê jixwe diyarîbûna wî ya ji destê Seyda Silêman jî têra xwe hêja bû.
Kirasê Mar
li ser textê tariyê rûniştime
li teşiya sebrê guliyê şevê
û bi hiriya helbestê kulavê xemê dirêsim
ez im evdalê bêgor
termê min li pişta min
li goristaneka rizgarkirî digerim li hawirdor
ji bo guhê heft tebeqeyên ezmên
nifirên bi firê neketine didime hev
ji ser zimanê jinên kerbelayî
kirasê tirsê ji xwe datînim
û şevder dimînim li bîrên ku şevşevok
di wan de pev şa dibin
li newaya sirûda xwe digerim
li newalên gur lê dizûrin
nikarim birevim ji qedera xwe
di zikê kosiyekê de têm sucdê
ji Xwedayê azadiyê re
dema ku tarî
bi xencera xwe ya zingarî
diqelêşe zikê şevê
li ber siya xwe radizêm
û ji tenêtiyê dizêm
bi dengê giriyê te
peykerê êşê dihûnim
ez im dirûnvanê xeyalan
ji kirasê maran demsaleka beybûnî
difesilînim ji kenê te re
ji meşa te re ezmanekî keskesorî radixim
de were bigêre
vî dilê ku natebite
bi nigên xwe yên qurnefîl
Mar.. Marê ku ez hêj ji wê çîroka qesrek kurdan de bi pey ketibûm û ji bo ku kuştiyê qesrê û çîrokê bû negihîştibûmê, niha li ku ye, hê jî aşiqê jinan dibe û bi eşqa xwe ya platonîk xwe dide kuştin? Lê mar bi awayekî din jî di çanda me de bê guneh e. Lew dema ku hinek zikên xwe li ber yên birçî bê îkram û parvekirin têr bikin jî, mar dikeve dewrê. Marê parastina dilbijîn (dilçûyîn) û birçîtiyê, marê dadweriya têrbûnê! Loma dibêjin, dê marê wê/î bê te, marê wî/ê hat te. Nexwe mar, tim hazir û nazir û di bêdengiya xwe de, çavên wî/ê tim li ser me ye.
Lê ji kirasê maran demsaleka beybûnî... Behsa kîjan demsal û kîjan kirasî dike? Kirasê maran, tazîtiya wan e qey, çimkî ew tim tazî ne. Bi kiras jî, bê kiras jî.., Lê herî pir dema ku em rastê kirasê wan tên, dizanin ew tazî ne. An jî biqasî kirasê xwe tazî, biqasî bêkirasiya xwe tazî ne. Tim tazî ne, lê wan kiras jî heye. Kirasê wan heye, lê tim tazî ne jî..
Îja du pirtûkên helbestên kurdî hebûn ku “bi kirasên xwe” di fuarê de bi hev re gihîştin ber destê xwendevanan: "Kirasê Mar" û "Kirasê Heyvê"... Mar û Heyv ji hev pir dûr bin jî kiras heman kiras e, lê helbet ji bo ku yê mar bi çavan tê dîtin rasttir e, lê yê heyvê jî heye, ne?
bendewarê bihuştê
bajar xwe amade dike ji bo hatina te
bi benikên periyan dadikevin çilapekên baranê
çemên tî avê vedixwin ji pêsîrên ewran
xanî xwe dişon
darên şengebiyan li ber bê xwe dielimînin reqsê
û kêm nabe çepikên kewan ji ser baniyan
ji bo xewa te ya binevşî
di navbera du çiqlên dargulekê de
hêlekanekê çêdikim ji tevnên pîrepindan
ji baskên perperîkan lihêfekê
û balîfekê ji pemboyê ewran
gava tu bê
ezê bikim gurzek gul û bidim te
êşên ku heta niha min dane ser hev
ezê rûyê te ji xwe re bikim ezman
dilê xwe ji te re bikim bafirok
ezê dengê te ji xwe re bikim çem
yê ku di ber deriyê mala me re derbas dibe
ezê li ser riya te keriyek helbest ser jê bikim
û di eniya te ya sedefî bidim
xwîna hêmayên hinekir
Ev helbesta wiha sozdar haziriya kê dike nizanim, lê qet xerîb nayê ji mirov re. Çimkî jiyan û çîrok tim di nîvî da birandî bûye ji bo me û li ba me. Hin kes tim kêm bûne, kêm in û gelek caran ew kes em bi xwe ne. Ji ber vê ye ku hawar û hazirî, kelecan û sozdana vê helbestê, hem bi devê me tê gotin, hem jî ji bo me. Ne dawî li perçebûyîn û nîvcomayînan tê, ne jî li haziriyên bêmirad. Lê bila ev helbest bibe warê gihîştina hemî dûrketiyan û balîfên ji pemboyê ewran, kêm nebin ji ber seriyan.
Qet nayê hişê me lê belkî “kirasê mar”,di rastiyê de yê me ye yan jî kirasên me tev, ên maran in û em û mar di heman kirasan da tazî, di heman kirasan da jî cil lixwekirî ne. Kirasên heyîn û tunebûnê...
(MR/FD)