Dibêjin mirov biçe li ku xwe jî bi xwe re dibe. Rast e. Ez jî di demên borî de çûm Welatê Baskê(jî) û min xwe û welatê xwe, xwe û çîroka xwe jî bi xwe re bir. Ji bo mesele zehf in, ez ê niha tenê behsa yekê bikim, behsa Guernîka-Gernîkayê…
Min vê kevalê(tabloyê) berê di ansîklopediyên dîrokî û hunerî de dît û nas û hîs kir. Gernîka navê bajarek Welatê Baskê yê dîrokî stratejîk û berxwedêr bû û tam jî ji ber vê yekê, Nazî, Mussolînî û faşîzma Franco bûbûn yek û bombardimana ewil a bi vê awê (jixwe beriya wê dewleta îngilîz bi balafirên bombardimanê yên ewil,êrîşê hêzên serhildana Berzencî dikin) yanî wêrankirina bajarekî ya gelekpîlankirî pêk tînin(wek ku min di muzeyên wan de jî dît, wisa pîlankirî ye ku mesela li fabrîka û rêyên trênê û derên din ên ku ji wan re lazim bin na, lê li derên sivîl û berxwedêran didin, loma jî bombardiman û tevkujî hema bêje bi santîm û mîlîman hatiye pîvandin û pêkanîn).
Îja …ew roj hatibû û êdî li Gernîkayê bûm. Lê ne li Gernîkaya Pîcasso, li ya rastîn…Her tişt zîndî bû. Diliviya. Her tişt dîrokî û kevnar bû, cemidî bû. Her tişt nû bû, her tişt kevin…Her tişt nas bû, her tişt xerîb…
Gernîkaya doh û îro, ya wêrankirî…ya nû û nûkirî li wir bûn. Giş li wir.
Min silavek da Pîcasso jî, lew ku ne ew bûya, em ê wiha ji hev re nas nehatana. Wê ez naskiribûm, min jî wê. Ew li zîndanê, ji nav ansîklopediyek kevnar hatibû ba min. Ez piştî zîndanê wek muebbedek kevin çûbûm balê. Berê, ew tenê tabloyek bû ji bo min. Ez tenê dîlgirtiyek ku hew bi nêrîna li resmê tabloyek dikare xwe bigîhîjîne dinya û demê… Lê niha em gihîştibûn hev.
*Gernîka, ez û zarokê ku li wir li pey min ket
Bes çend Gernîka hebûn? Niha çend Gernîka?
Ya li wê ansîklopediyê, ya li awir û hişê min ê li wan bajarên surgun û dûrî her tiştî…Ya di awir û dilê Pîcasso da û ya li ser kevalê! Û ya rastîn! Ya ku em di tevahiya du rojên dirêj de lê geriyan lê neqediya…Ya di wê roja tije ewr de ku şêniyên wê bi baranê re dikeniyan.
Û ya li Madrîdê, li wê paytexta muqtedir…Ya ku ji war û xwediyên xwe yên rastî hatibû dizîn.
Kîjan Gernîka rast bû û Pîcasso li ku bû? Li wê muzeya Madrîdê bû an li Gernîkaya ku dibêje:
Gernîka Gernîkara!
Yanî;
Bila Gernîka vegere Gernîkayê, were mal û hêlîna xwe?
Çima wiha dem û dewran ketibû navbera wî û Gernîkaya wî? Çima nikaribû biçûya û ew ji wê zîndana li Madrîdê rizgar bikira? Qey temendirêjiya tabloya wî welê ketibû pêşiya wî ku nema karibûn bighîjin hev?
Belê, bîranînek, bajarek û kurdek şair gihîştibûn hev, lê ên wan bi hev hesandibûn ne li wir bûn.Yanî ne Pîcasso ne jî tabloya wî ne li Gernîkayê bûn!
Îcar ecêba giran jî ew bû ku berî biçim Gernîkayê li Madrîdê çûm Museo de Reina Sofiyayê. Çimkî li pey wê tabloyê bûm û belkî li pey wî Wênesazê wê yê dînewer. Ecêb e ku ew roj jî baran dibariya. Dema gihîştim ber Gernîkaya li Madrîdê wek ewrek şil bûm. Jixwe wek her dildarên wê nekarîm ji hîpnoza wê birevim. Dem li bin guhên hev ketin, balafir û çîçek, bombe û şûşe bi hev re qîrîyan.
Wek gelek kesan bo min jî wek hêlûnek ruhanî hat ew der û ew keval. Bi zorê derketim derva. Lê belê min qet nedizanî ku dê pênc roj paşê li Gernîkaya rastîn bibim çivîkek poşman û bêjim;
çima dema min wê Gernîkaya li Madrîdê dît, fêm nekir ku ew li wir mişext û dîl e? Birîndar û nebextewar e? Çawa min hawara wê ya ku digot;
Lez bikin min ji vir, ji vê xerîbîyê xilas bikin û bibin hêlîna min Gernîkayê!
nebîhîst? Qey hîpnoza li wir jî hevkarê kevnepaytexta Franco bû û dixwest welatê wê yê rastîn bide jibîrkirin?
Jixwe demên dirêj her kes li pey Gernîkaya Pîcasso ya wenda bû. Dû re hatibû dîtin û li wê paytextê hatibû bicîhkirin û di pey re ji hêla welatê xwe yê rastîn, Welatê Baskê hatibû xwestin, da ew hesret û sosret bidawî bibe. Lê serdestan qebûl nekiribû û esareta wê berdewam bûbû. Esareta wê ya ku ji hêla dahata turîstîk a bo Îspanyayê de bêhempa, lê ji hêla zarezara her tiştên di wê kevalê de bêderman e.
Bi xatirê te zarezara bêderman Gernîka, vêga bi xatirê te.

(MR/AY)







