Dipirsî, cîhê te li ku ye? Digot, ba dizane.
Lê ev bersîva koka kerengê bû,ne ya wê/î. Kereng bû ya ku bi ber bayan diket û xişexiş bi derdorê dixist.
Dipirsî,ez diçim li ku? Dibersivand, ba dizane kerengê, ba dizane. Welleh ba dizane! Bes ew ne kereng bû.
Balkêş e ku çîroka pepûkê jî bi kerengê va girêdayî ye. Ku bavê dêmarî naniya, ku sêwî ji dêmariyê netirsiyana, ku neçûna kerengan,ku dêmariyê tûrikê qul neda keçikê, ku keçik jî nexapiya û negota qey kereng ji tûrik neketine, birayê wê yê reben wan xwariye û bi kêrê neketa ser zikê birayê xwe da ku kerengê ji zikê wî derxe,dê nebûya pepûk û negota kê kuşt, min kuşt, kê kuşt, min kuşt!
Nexwe kereng çiyê me ye, çi ji me dixwaze? Çima wiha dibe kêra dêmariyê ya li ser stûyê me? Çawa piştî ku me dike pepûk bi ser rêyan dixe jî, dibe gerok, dibe hevala bayê û kêfa xwe dike?
Herçî stiriyên wê ne, xewên şevan li mirov diherimîne. Min îsal ji nû va fêm û hîs kir ku kereng çiqas kereng e, stiriyên wê çiqas stirî ne, sebebtiya wê ya pepûkbûnê çiqas di cîh de ye. Bi stiriyên li serê tiliyan bi pey wê ketim, rastê pepûkan hatim, rastê kêrên ku ji tirsan xwe û hezkiriyên xwe kuştibûn… Niha jî doza geroktiyê li me dike kereng. An jî dema ku dixwazim bidim ser rêya gerokek, rastê wê têm, rê digre û nahêle. Dike ku bikeve navbeyna min û bayê min û rê jî…
Bi ku va diçî?
Ba dizane!
Xêr e, qey tu kereng î?
Rêya te bi xêr?
Ba dizane!
Te kengê xwe wiha li kerengtiyê xweş kir heyra?
Bila ba nizanibe, tu zanibe? Nebe kereng, wek xwe be, nexape bi kerengê. Jixwe bixwazî jî nikarî bibî kereng... Ew têr kêfa xwe dike, paşê jî xwe ji bayê re dihêle ku wê bifirîne. Jixwe difirîne jî.
Herhal di tu ziman û hişmendiya wî de kereng ne xwediya mertebeyek wiha ye.Lew wê hem em di nêv cezayek ebedî de kirine pepûk û bi çolan xistine, hem jî kêf kêfa wê ye. Dema baharê di navenda pincar, kilam û dilê pepûkê de ye,havîna dereng jî bi ba û bahozan re li seyranan e! Ji vê xweştir…
Lê keçikên ku dema kereng kom dikirin hatibûn kuştin… Em ê wan li kîjan welatî veşêrin? Çûbûn kerengan û hatibûn kuştin. Çûbûn kerengan û venegeriyabûn! Tew vê carê kujer ne tirsa dêmariyê bû ne jî ji poşmaniyê dibû pepûk! Vê carê kujer her kujer dima.
De li nêva vê havîna germ de bila geroktiya bedenî û ruhî jî bibe ya me, ne ya kerengê. Nehêlin bila êdî kereng me neke pepûk û dûre jî xwe li me qure neke nebêje, ba dizane û li ser pepûktiya me kêfê neke. Nehêlin bila êdî pepûk nebe pepûk û pepûk jî nebe em.
Lê ku ba be navnîşana me, em ê biçin li ku? Dê kî û çi me vehewîne? Em ê bi kîjan lingan bimeşin?
Ha way Mewlana pirsî û got:
Qey hûn bi lingan diçin ba hezkiriyên xwe?
Em ê bêjin çi?
Ku bi lingan nebe em ê bi çi biçin ey Mewlana?
Dê havîna paşîn bê û dewr dîsa bibe dewra kerengê. Ne çol bihêle ne beyar,ne gund bihêle ne bajar. Geroktî û seyahtî jî ew e êdî. Çimkî vê carê bayê dixapîne. Baharê keçika reben xapandibû û ew kiribû kujera bira. Berpayîzê jî bayê dixapîne, lê suwar dibe û dinyayê dike dinyaya xwe. Loma jî xwiyaye ku me aqil girtiye, em ê êdî nexapin. Ne bibin kujer, ne ji bayan dûr bikevin. Dê êdî me ligel bayê bibînin, em û ba rêwî ne.