Kemal Ulusoy, bi salan e bi şanoya kurdî mijûl e. Salên dirêj di Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de şanogerî kiriye. Niha li Amedê karê xwe berdewam dike.
Ulusoy di jiyana xwe ya rojane de her karê şanoyê dike û di van rojên dawiyê de dixwaze teknîk û şêwazê denbêjiyê hîn dibe. Dixwaze li ser Çiyayê Tajdînî jiyaneke sade bijî.
Ulusoyê bersiva 5 Pirsên me da.
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Bi berdewamî şanoyê dikim. Em li Amedê li cihê xwe şanoyê dikin û wek tûrne li bajar û navçeyan jî digerînin. Her wiha ez van rojan şêwaz û teknîka dengbêjiyê hîn dibim û xwe bi xwe distrêm.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?
Li nêzî gundê me çiyayek bi navê Tajdîn heye, li ser wî textek an deştek biçûk heye. Li wir minê jiyaneke pir pir sade bijîya û zêdetir xweza fam bikira. Minê him bikaribûya alikariya herikîn û veguhestina xwezayê bikira û him jî ew xweşikiya bêhempa bijiyama.
3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Bi Kurdî nîşe girtin û nivîsandin. Bi taybetî li Amedê di jiyana rojane de dema hin kes bi tirkî dipeyîvin (her çiqas pir zêde aciz bibim û biêşim jî) yekser bi kurdî bi wan re dipeyivim. Ew rewşa bibîrxistina “Kurdî” gelek kêfxweşiyê dide min. Û ez tiştên folklorîk (foto, deng, video, klam, peyv, biwêj hwd) berhev dikim.
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
Jiyaneke wekhev û hevpar. Ji bo zarokan, kêmendaman, kalan, jinan, ên din û ji bo xwezayê, rûmetdayîneke ku di asta herî bilind de tê dayîn. Jiyaneke ku bandor û hîyerarşiya desthilatan li ser tuneye.
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Ne tenê kesek û ne jî bûyerek. Ji bûyera Robozik, Kobanî, şerên bajaran û hwd hwd. Nakokiya herî mezin jî di wan deman de jiyam.! Li hember van bûyeran huner bi kêrî çi bê, an jî dê bibe bersiva çi? Her wiha ji siyasetê heta pir qadan berxwedêrên bijarte serketî jî derketin. (FD)