Kanî hunermendeke ji Başûrê Kurdistanê, ji Silêmaniyê ye. Dibe hinek ji me wê ji bernameya Kurd Idolê nas bikin. Bername di televizyona Kurdsatê de dihate weşandin û di wê bernameyê de tevlî Nîzametîn Arîç, Ednan Kerîm, Bejan Kamkar Kanî jî jûrî bû.
Piştî wê bernameyê heman ekîbê bi hev re strana Zembîlfiroşî strabû ku ji ber helbesteke Melayê Bateyî hatiye çêkirin.
Kaniyê du roj berê albûma xwe ya bi navê “Bibare” derxistiye. Di vê albûmê de Kanî bi Karzan Mahmûdî (Karzan Mahmood) re xebitiye. Karzan Mahmûd bestekarekî kurd e ku li Swêdê dijî û ji hin fîlm û rêzefilmên biyanî re muzîkan çêdike. Ew muzîka kurdî û ya rojavayî ji nêz ve dizane.
Ji xwe dema mirov li albûma Kaniyê jê guhdar dike bandora Mahmûdî û vê zanîna wî dibîne.
Kaniyê di vê albûmê de 10 stran straye. Beşek zêde ji van stranan ji ber helbestan hatine çêkirin. Tangoyî Goran ji ber helbesta Abdullah Goranî, Xew Nebûn ji ber helbesta Şêrko Bêkes û Jamal Ghambarî, Lêgere û Alla ji ber helbestên Naser Hesamî çêkiriye. Ev helbest bi muzîkeke rengîn têkel bûne. Xewn Nit û Piyase du stran in ku ji ber gotinên Chya Mohammedî hatine çêkirin.
Strana Bibare ya ku navê wê li albûmê daniye û Gella û Mang û Tenhayî jî du besteyên Karzan Mahmûdî ne. Gella û Mang û Tenhayî muzîkeke gelêrî ya Swêdê ye Mahmûdî ji vê muzîkê re gotin nivîsandine.
Hevkariya Karzan Mahmûdî û Kaniyê beriya vê albûmê destpê kiriye. Kaniyê di sala 2014an de bi Orkestraya Semfoniyê ya Netewî ya Çekan re konsertek daye ku navê wê “Bê To” ye. Di vê albumê de Kaniyê stranên xwe li gorî forma enstrumanên Rojavayî straye ku di wê de jî mohra Karzan Mahmûdî heye.
Hêjayî gotinê ye ku Ednan Kerîmî jî di sala 2019an de tevlî Orkestraya Semfoniyê ya Netewî ya Çekan konsertek li dar xistibû. Ew konsert paşê weke albûmeke muzîkê hatibû weşandin ku navê wê “Şewba” bû. Di wê de jî em navê Karzan Mahmûdî dibînin.
Ji bilî van her du albûman jî Kaniyê albûm amade kirine lê di wan de enstruman û formên kurdî bêhtir dipêş de bûn. Reng û dengên muzîka Mezher Xaliqî, Ednan Kerîm, Behceh Yehya di muzîka wê de xwe dida der. Helbet hin caran ensturamanên Rojavayî jî bikar aniye di vê muzîkê de lê yên muzîka kurdî sereke ne.
Albûma “Bê To” û piştî wê ya “Bibare” bi form û ensturamanên muzîka Rojavayî hatine amadekirin. Ji xwe "Bê to" li gorî forma muzîka klasîk a Rojavayî ye. Ensturman jî li gorî vê formê ne.
Di “Bibare”yê de ji enstrumanên weke piano, flut, gîtar, solo gîtar, çello solo, rock gîtar, trumpet, saksafon û çendîn enstrumanên din hene.
Helbet ev nayê wê wateyê ku Kaniyê ensturamên kurdî û rojhilatî bikar neaniye. Saz, dahol, zirne, duduk û hinên din jî di stranan de xwe dane der.
Lê di albûmê de tiştê ku balê dikişîne ew formên hatine bikar anîn e. Kaniyê di vê albûmê de caz di serî de rock, folk û muzîka tangoyê jî hin formên din ên Rojavayî ceribandiye. Strana “Tangoyî Goran” û “Lêgere” du mînak in ku bi vê formê hatine çêkirin.
Kaniyê di albûmê de strana “Malan Barkir” jî ji nû ve şîrove kiriye û straye. Stranbêjê beşek ji vê stranê bi forma cazê straye ku Carl Flemstenî aranjeya wê kiriye. Beşek jî bi forma rock û folkê straye. Aranjorê vê beşê jî Karzan Mahmûdî ye.
Divê ez bibêjim ku beriya niha Kaniyê heman stran bi rapbêj Ronî Artînî re jî strabû. (FD)