Merheba ji wer canik û camêrno. Wek hûn zanin havîn diqede. Yên li ger û geştan bûn edî berê xwe didin bajarên xwe an jî cîhê ku lê dixebitin. Ev jî tê wateya betlaneya îsalîn jî qediyayî.
Belê me îsal jî dît ku gelek kes bajar bi bajar digeriyan. Herkes li gor derfetên xwe çûne deveran, ez jî çûm hin deveran. Lê ya min weke gotina pêşiya; reva pisîkê heta kadînê yî bû lo! Heta ez karim bibêjim gera min bi meqseda kar bû û ji min re bû ger. Hema bibêjim ji min re li hev du hat lo. Bo bernameyên televîzyonê ku ez pêşkêşvaniyê dikim me berî da Dersîmê.
Him navçêyên wê û him navenda wê me ji bo televîzyonê dane danasîn. Her wiha çar rojan mîhrîcan jî li Dersimê hebû.
Belê, di serî de em ê biçûyana navçeya Dersîmê navçeya wê ya Pulurê (Ovacik). Wek hûn zanin di van salên dawîn de Dersîm bo betlanê bûye cîhekî navendî. Piranî jî bo bajarên nêzî Dersimê. Her havîn her kes bo hênikaya wê, bo Çemê Munzurê û bo xwezaya wê ya xweşik berê xwe didin Dersîmê û li wir di konan de kampê dikin.
Hin heval û dostên min jî li Pulurê li kampê bûn û li hêviya min bûn. Li gor plana me em ê êvarê bigihiştana Pulurê li ba hevalan. Lê mixabin em dereng man û gava em li keştiya Pêrtegê siwar bûn ku bo em herin hêla Xozatê seat hatibû nîvê şevê.
Ya dilê min ew bû ku ez di keştiyê da sîmîta bidim teyrika di rêya Xozatê da, li xwezaya Xozatê û ew çiyayên wenî bi heybet temaşa bikira.
Lê dewla me li avê neket. Ma di wê tariyê da min ê li çi temaşe bikira. Hevalên min erebe diajot û bo ku ez betilîbûm min go qe nebe heta em bigihêjin Pulurê ez çavên xwe bigrim û piçkî ji xwe re razêm. Lê him çivanekê rêya Xozatê pir bûn û him jî hevalên min erebe bi lez diajot. Serê min hema çep û rast kil dibû.
Min go babo razan ji min re ne lazim e û min çavên xwe vekir. Gor şewq a erebê min li çiyayê Xozatê temaşe dikir. Di wan çivanekên asê û di wê tariyê de helbasta Arjen Arî kete bîra min ku di dawiya helbasta xwe de digo;
Ne min got
Sê roj in xurîn im
Min nêt e te bibîn im
Berê min ketiye Xozatê.
Bi wan hestan dawiya dawîn em gihaştin Pulûrê û me berê xwe da cihê kampê. Hevalên me yên ku li kampê bûn qerfên xwe bi me kirin û gotin; hûn çima ew qas zû hatin lo. Ma ecela we çi bû?. Ji ber ku em westiya bûn me hema konê xwe vegirt û me serî da xewê.
Serê sibê em bi xumxuma Çemê Munzurê hişyar bûn. Bi serê we yî delalî hema bê pir xweş bû. Ji ber ku karê keşana bernameyê li ber me bû me xwe tevdagirt û em çûn kaniyên avê ku koka Çemê Munzurê ev kanî ne. Hema bê her kes li ber kaniyan bû. Yên kanî bi kanî digeriyan, yên xwe di avê dadikirin û hwd. Me jî him karê xwe kir û him jî me ger û geşta xwe kir û me ji wan kaniya têr av vexwar. Gava bû êvar me berê xwe da konserên Pulurê. Kesên ku li konserê bûn hema bêjin ji sedî heftê ji bajarên Amed, Mêrdîn, Batman hwd. bûn. Û tevda wan li kêleka Çemê Munzurê li kampan diman.
Gava min bi wan re sohbet kir giş ji konserê aciz bibûn û digotin; yaw ev hunermendan stranên giran dibêjin. Ma meriv çend stranên dîlanê jî nabêjî qey? Heyra dîlan û govend terapiya me Kurda yî. Bo wê aciz bibûn. Ji xwe piştî qederekî giş ji cihê konserê belav bûn. Me jî berê xwe da cihê kampê.
Ê te dî li cihên kampa agirpêxistin çand e. Her kes li dora agir rûniştibûn. Hevalekî me jî li tembûrê dixist. Gava ez çûm hema gîtar xist destê min û go alî min bike.
Her çiqas bi amatorî be jî ez ting tingê dikim lo. Îja stran gotin li hevalên min bû. Rebeno ji gotina strana westiya û go êdî bes e ka bila kesên din bibêjin. Kesî xwe ne da ber û di serê min de teqiya. Gişan got, tu li gîtarê dixî divê tu bibêji jî. Min ji yên li dora agir kom bibûn re got; heyra bi vî dengê xwe yî xerab ku ez strana bibêjim hûn ê giş birevin ha! Min dî xortekî ji Amedê go; abe heyran tu qet xem nekî, serê me xweş e wê dengê te wekî dengê Şivan Perwer bê me. De wer û nekene lo. Me wê şevê bi kêf û coşê qedan.
Belê, ji ber ku mîhrîcan berdewam bû û hunermendê mezin wê li navenda Dersîmê derketina ser dikê em jî çûne navendê. Konserên Dersîmê li gor dilên wan kesên digotin; ka dîlan, ka govend bû. Ji xwe min ew li wir jî dîtin. Xwe bi dîlan û govandan şerpeze kirin. Gava min ji wan re got, piçkî sivik herin ma we xêr e, gotin wele em ê kerba Pulurê li vir derxin.
Çend rojên dawî wer bi kêf û coş berdewam kir. Û me gelek heval û dost nas kirin. Piştî mîhrîcan qediya wekî her kesî me xatir ji Dersîmê xwast û em vegeriyan Amedê.
(FY)


