Îro du hefte ne em di malên xwe de ne, bala xwe bidinê em ne li malan in lê em di wan de. Mala me ye û em lê stirîne, ma çi bi me hat, çawa çêbû? Pirsa kê dikim, dibêjin wile jiyan hema sekinîye, li ber sekinandinê ye, nema ye... Ev em çilo nifş in wiha dilê xwe bi halê xwe dişewitînin?Jiyan sekinî be madem, ev jiyan çi ye qey halo nema dimeşe? 2hefte berê em li derve bûn, tê bîra me hê nû ye. Me çi dikir li derve?
Ka 5 deqakê em li vê bifikirin. Va ye ez fikirîm dewam dikim li bersiva min binêrin:
Berî ji mal derkevim min sixêfek orîjînal û entîke çi ye nedihişt ji xwedîya akademîya ziman a taybet nedida. Bi rê de jî min saetên xwe, tahba xwe û yewmîya xwe dihesiband û xwe wekî paçikek gemarî yê bêqedr û zêde hîs dikir. Eynî werrê!
Piştî ketim nava dersxanê min slavek bêdilê xwe dida kenê sexte yê patrona me ya dev-kazik. Di serê min de van hevokan olan dida: “Wexta bi Îngîlîzî dipeyivî, hinekî devoka Katalanan li ser te be tişt pê nayê gidîyanê, bela xwe ji xwe veke û bes e hawê Emerîkaya bakur bike ji me re. Zanim ji bo prestîj û forsê halo dikî lê ez ne ew a ku ji devokan aciz .
Kengî derbasî polê dibim îja ev hevok bi min ve dizeliqe çima vêya qet pirsa halê min,malbata min û welatê min nake mesela Hîn dimelisîm dibûm weke wan kompîterên kevn ên dersxanê Li vegera malê halê şagirtên min ên cêhil û bitr ez zevt dikirim îja Pê hesîyabûn ku çêçika misilmanan im her çiqa şeklê min ne eydî tu xwedayê be jî û li hev şaşo maşo bibûn ka wê çawa berdin min çimkî ez mamosteya wan im li ber çavên wan ji wan bilindtir im Vê tevgera wan lêgerîna wan a rexnakê ji bo bi min vedin dihêla bikenim ji qehra ji %90 û tişteka van xwendekaran zarokên macir û penaberên başurê Spanyayê Emerîka Başur in
Şemîyê adet bû herkesê xwe diavêt metroyê û diçûn navenda hey navend ji bo KÊFXWEŞ bibin, stresa heftakî ji ser xwe biavêjin. Ez jî mehê carek tevlî wan dibûm, ji bo xatirê hevala xwe Mirla bibînim û ji wan nemînim. Civata me ya 2 saetan hema bêje bi qalkirina tundîya li ser jinan, tahdeya miletên Ewropî ya li reşikan û çewtîyên li ser navê misilmantîyê tên kirin û li serê penaberan dibin bela, dikir.Erê we pê derxist hevala min reşikeka bakurê Brezîlyayê ye.Çikîciwan e berxwedanê hîn dibe, çimkî li derve hewce ye her kêlî. Ji dêvla em bêhna xwe fireh bikin em kezeba hev têr reş dikin, di 20 eurokî xwe dixisirin û hun di ser çavê xaltîya xwe re hatin.
Her roj, zilma ku li derve diqewime ji me hebbikî dûr e aniha. Xerabî li ser ekranên telefûn, tablet û kompîteran e. Dengê êşê ji radyoka me tê ku em qîma xwe pê bînin û wê vêxin, em bi destê xwe ne. Em carê bêhnekê li îxtîmala mirina mezinên xwe û ya xwe difikirin. Li ser çavan. Lê ya li malê qey ne jiyan e, xwedê ji we razî ?
Por şeh kirina hevala we, kirina dirûnê, şiştina şaneşînê, çêkirina kulîçeyan, bêhna şorbenîskê, xwendina helbastan a bi dengê hêlî, bêrîkirina malbat û dostên li welêt, an jî ew ên hema li taxa wî alîyê dî, qey ne JIYAN e!? Kê ji me re gotibe jiyan çi ye, nîvco ye. Rihme li mirîyên we, careke din lê bifikirin. Ez bi xwe nikarim bêjim ka jiyan çi ye, lê wekî navê xwe zanim ne firotina kedê û belavkirina heqdestê xwe a weke ehmeqan e .
Bi hêvîya ku dê malek=jiyanek bibe qismetê her kesî. (MA/FD)