Bi qasî her kesên ku bi kurdî dixwînin an xemxurî “kurdî” ne, li ser ziman çend gotinên me hene, hin ji wan xwedî îdayekê ne hin ji wan jî ji neqilkirina îdayekê wêdetir in. A min jî di navbera herdûyan de ye. Ji bilî pîvanên makaleyekê bi cerîbînekê li ser zimên û avakirina wê ez ê hewl bidim li dora pirsekê bigerim.
Em li pey şopa zimanekî wenda ne an em di rêya avakirina wê de ne? Pirs ev e û her bersivek, wê me bi aliyekî din ve bikşîne. Ger bersiv li alîyê beşa ewil be, belkî wê çaxê em ê bikaribin behsa “ketin”ekê jî bikin. Zimanekî ku ji buhişta xwe hatibe qewirandin û ketibe, her bi daxwaza dîsa bigihêje wê buhiştê tevdigere. Her hewldan, ji bo dîsa bidestxistina wî zimanê temamkirî û bêqisûr e. Lê ger bersiv li aliyê din ê pirsê be, wê çaxê em ê bikaribin ji bo ziman behsa îcadê bikin. Di îcadê de jî ziman bi her gavê re tiştekî li xwe zêde dike. Lê di her kêliya xwe de têr û tije û ji xwe razî. Ne li pey gihaştina bêqisûriya xwe lê li pey firehkirina sînorên xwe hewldaneke bêrawestan...
An jî em dikarin pirsê weha bipirsin: Ziman ji me re, di carekê de qediyayî hatiye an bi demê re hatiye avakirin? Ger di carekê de hatibe, nexwe divê ti liv tê de tunebe. Lê ger bi demê re ava bûbe divê mirov li hember peyv û qalibên nû bêtir bêhnfireh be.
Li nav kesên bi nivîsandin û axaftina Kurdî re mijûl in an jî bala wan li ser Kurdî ye, di nav mijarên sereke de rastiya peyv û hevokan tê. Lê çi ye ya ku me bi ber vê yekê de dahf dide? Çima em ewqas li pey rastîya van peyv û hevokan xwe dibetilînin? Kesek heye ku bikaribe awayê peyv an hevokekê weke “heqîqî” an ya rast destnîşan bike? Heke hebe kesek weha ev otorîteya wî/wê ya destnîşan kirina vê yekê ji ku tê? Dema mirov peyvek, gotinek an jî awayekî vegotinê nebihîstibe ev nayê wê manê ku evana şaş in. Ziman di xwe de potansîyeleke bêser û ber dihewîne. Û ev potansîyel li cihên cuda bi awayên cuda aktîf dibin. Ji ber wê jî awayê em bikar naynin û me nedîtîye, ne şaş e û awayê bikaranîna me jî ne tekane awayê rast e.
Mijarek sereke jî ji bo peyv, awayên gotinan, sazkirina hevokan û hwd. ew e ku gelo divê mirov li kokan vegere an jî ji nû ve wan biafirîne. Kesên rêya ewil hildibijêrin, dibêjin ji xwe berê di zimanê me de tiştên ku hewce pê heye hemû hebûn. Ew hatine jibîrkirin û divê em li xwe û “koka” xwe vegerin û wan ji wir derxin ber ronahîyê. Herçî ku dewr hatibe guhertin jî dema em li metnên xwe yên berê, zargotina xwe vegerin em ê alavên îro ji me re hewce ne, bibînin. Kesên rêya duyem hildibijêrin jî dibêjin bi derbasbûna demê re tiştên nû derdikevin, mirov têne guhertin û li gor vê jî divê mirov ji xwe re tiştên nû îcad bikin. Li gor wan ev îcad ne hewce ye îllam li gor “paşxana” berê be an jî li ser koka berê hatibe avakirin. Lê ev herdu nerîn jî bi serê xwe xwedî pirsgirêk in.
Di helwesta ewil de tecrubeya miletekî ya bi sedan salan dibe bingeh û qada lêgerînê. Di wir de gelek derfet û asoyên hatine jibîrkirin veşartîne. Bi şertê ku nekevin awayê kevneperestiyê. Herçiqas di vê helwestê de derfet hebin bi qasî wê jî pirsgirêk hene. Ji ber ku ziman tiştek zindî ye û bi demê re tiştinan li dû xwe dihêle. Ev tiştekî xwezayî ye û dema mirov li dijî vê xwezayê derkeve û xwe li tiştinan asê bike, dibe ku rêya xwe şaş bike. Şaşkirina rê jî dibe bi awayekî weha be ku mirov konteksê nebîne. Ji ber ku her peyv gotin an dîtin li gor dema xwe ji ber hin hewcedarîyan derketine der. Ku mirov rabe wan tiştên ji ber wê hewcedarîyê derketine li şert û mercinên dinê ferz bike ev yek dibe ku rê li ber herikîna zimên bigire.
Di helwesta duyem de jî ger mirov pir bilezîne dibe ku zimanekî “beloq” derkeve holê. Ev yeka jî dibe rê li ber wê yekê veke ku mirov êdî ji wî zimanî fahm nekin. Ji ber vê jî hewcedarîya me bi baldarîyê heye. Em nikarin weke komek pispor an jî nivîskar rûnên û peyv, gotin û rêzikên nû ji bo ziman ferz bikin. Helbet ev dikarin bên pêşniyarkirin lê nabe ku ew bêne ferzkirin. Ew dikarin bên ceribandin, heke li ziman bên, ji xwe ew ê cihên xwe bigrin lê heke lê neyên ew ê jixwe ji holê rabin.
Bi ya min mirov nikare ji van helwestan yekê tenê hilbijêre. Ji ber ku mirov kîjanê ji wan hilbijêre ew ê ya din kêm bimîne. Û mesela ziman jî ne meseleyeke ewçend mekanîk e ku biryarên hişk li ser bêne dayin. Di herdu helwestan de jî aliyên derfetan li ber ziman vedikin û aliyên pêş li derfetan digrin hene. Ji ber vê jî ya baş meşa li ser rêyeke ku herdu helwestan jî bihewîne ye.
Piştî destnîşankirina herdu nêzîkahiyan em dikarin qala “jirêderketinê” bikin. An jî qala awayên bi zanebûn xerakirina hin form, qalib, peyv an gotinan bikin. Li ser vê mijarê Gilles Deleuze gotina Proustî tîne bîra me: “Tekane rêya parastina ziman êrişkirina wê ye…”* Çawa mirov dikare êrişî zimanê xwe bike? Ev zimanê em bi ser de “can” didin, em di ber de “bedêlên giran” didin em ê çawa êrişî wî bikin? Helbet mebest ji êrişkirinê ne têkbirina ziman e. Di vir de armanc ew e ku qalib, sînor an rêzikên hene bêne xerakirin û rê li ber yên nû bê vekirin. Bi vî awayî em dikarin sînorên derbirîna xwe fireh bikin. Ji ber ku her ziman di kêliyeke demê de xwedî hin sînoran e û ew sînor dihêlin em karibin hest, daxwaz, dîtin û tiştên hwd. derbibirin an jî em nikaribin wan derbibirin.
Em dikarin bêjin, rê û rêbazên zimanekî ji wî zimanî re ji bo demekê girêkinan pê ve girê dide. Yanî bi awayekî din ê gotinê, ji tevlihevîya peyv, deng, hevok û tiştên hwd. re pergalekê datînin. Bi rêya vê pergalê sînorên ziman diyar dibin. An jî sînorên ziman ên di katekê de pergala wî zimanî diyar dike. Lê nabe ku ew pergal weke xwe bîmîne. Heke weke xwe bimaya diviya jiyanê û ziman her xwe dubare bikira. Ji ber ku ziman jî bi jiyanê re tê guhertin, bi her guhertinê sînorên ziman jî tê xerakirin û tê avakirin. Li vir kirinek dualî heye, ewil sînor bi awayekî tê xerakirin an jî mirov dikare bêje tê dahfdan. Bi vî awayî jî sînorekî nû diyar dibe. Ev pêvajoyeke bêdawî ye. Di vê pêvajoyê de peyvên nû, hevokên nû, qalibên nû derdikevin holê.
Bi vê re têkildar Giorgio Agamben di sala 2015an de li Stembolê di konferansekê de** qala helbest û bandora wê ya li ser ziman dikir. Digot ku helbest di hundirê ziman de ye lê awayê bikaranîna ziman a normal disekinîne, awayê bizavên wê yên rojane û ji rêzê ne disekinîne û erkek/fonksîyonek nû lê bar dike. Ev jî dike ku derfetên nû li ber ziman vebe. Yanî bi rêya helbestê, awayê zimanî herroj tê sekinandin û derfet ji bo awayên nû tê vekirin. Bi vî awayî di hundirê ziman de bi rêya îstîsnayan qaîdeyên nû têne avakirin.
Helbet ev nayê wê manê ku ew ê mirov bi rêziman nizabe û li gor wan tevnegere. Na, ji bo mirov sînoran xera bike divê ewil wan nas bike, divê gihaştibe wan sînoran û êdî di wan sînoran de hilneyê. Em dikarin rê û rêzikên hene weke dubarekirinê destnîşan bikin, ew ji me re zemînek in ku em karibin pê cihê xwe zanibin. Lê ger em di hundirê wê de tevbigerin û em her wê dubare bikin ew ê guhertin di ziman de û di me de çênebe. Ji bo ferq di zimên de û di me de çêbibe hewceyî bi gavavêtina derveyî zemînê heye. (FÇ/FD)
--------
*Gilles Deleuze : Ceribandinên Rexneyî û Klînîkî
**Axaftina 19.04.2015 Li Şaredarîya Bakirköyê di konferansa “bi fîlozofan re li Stembolê modernîzm”