Bi carekê ku sed cemse çûn, me ji mezinan pirsî “ ev erebe çi ne” gotin Demîrel derbas dibe.
Heta em mezin nebûn me nizanibû bi me henek kirine.
Rojên darbeyê tên bîra min.
Mezinên me li qada gund dihatin civandin.
Li ber çavê jin û zarokên wan ew tehdit kirin, gef û heqaret li wan bera dan.
Gotin” divê herkes çekên xwe bîne radestî qereqolê bike” tirsa bavê min weke niha tê bîra min.
Ji ber ku di mala me de fîşegek hat girtin 3 rojan bavê min li sikiyonetima Amedê şikence dît. Pişt re yê silahê wan hebûn sîlah yên tunebûn çûn sîlah standin û teslîmî dewletê kirin. Bila ev çîrok li vir bimîne em werin îro.
Piştî şerekî dehan salan hêviya çareseriyê peyda bû
Naveroka hemû kar û bar, stran û awazên me edî aştî bû.
6 salên dawiyê wek berpirsekî çand û turîzmê yê Amedê, me tenê behsa xweşî û geşiya Amedê dikir.
Li otêlan cîh nebû,
Rojeva me tenê pêşvebirin û qalîteya xizmeten ji bo turîzm û danasîna bajêr bû.
Li hêlekê me avahî restore dikirin, li hêlekê me mûze û mûzexane vedikirin
Gav bi gav Amed dibû bajarê tûrîzm û dîrokê
Bi carekê de darbe çêbû, tofan rabû
Kevir li ser keviran nema
Di şûna otobêsên ger û geştê de niha kamyonên harfiyatê û tank digerin
Ne tenê bajar xewna bajêr a geşbûnê jî hate ruxandin
Ne mûze ma ne mûzexane
Ne stran man ne konserên stranbêjan
Hûn dizanin gelo
Sê meh in, dengê dengbêjên Mala Dengbêjan qut bûye
Hûn dizanin ku me îsal cenazêyê çend xweşmêran rakir
Haho ku haho
Nîşe: Min ev nivîs çawa ku yek dizewice, an maleke nû datîne mirov destvala naçe mala wan ya, weke wê, min ji bo pîrozbahiya beşa Kurdî ya bianetê nivisand. (MM/MB)