Navenda Heqîqet Edalet û Hafizeyê di çerçoveya mijara bi navê ‘Perspektîfên Tevgera Jinên Kurd ên borîroj, îroroj û pêşerojê’ de panelek li dar xist. Panela ku ji aliyê Navenda Hafizeyê ve wek beşa yekem a xebata bi sernavê ‘Di têkoşîna mafan de civînên di navbera nifşan de’ hatî kirin li salona Şanoya Bajêr a Amedê pêk hat.
Gelek saziyên jinan ên mîna TJA, Komeleya Rosayê, Meclisa Jinan a Dem Partiyê, KASED û gelek sazî û dezgehên jinan tev li panêlê bûn. Panel bi moderatoriya seroka KASEDê Salîha Ayatayê û axiver jî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen, aktivîsta TJA’yê Fîgen Ektî û Çağlar Demîrelê pêk hat.
Têkildarî panelê yek ji xebatkara Navenda Hafizayê Burcû Bîngollu ji bo Bianet-Kurdiyê axivî.
‘Di gelek qadan de tevlêbûna jenerasyona nû kêm e’
Burcû Bîngollû di axaftina xwe de dazanîn ku yek ji sernava xebata wan a bi navê ‘Di têkoşîna mafan de civînên di navbera nifşan de’ jî wek mijara ‘Perspektîfên Tevgera Jinên Kurd ên borîroj, îroroj û pêşerojê’ ye û ev tişt anî ziman: “Di gelek qadan de tevlibûna nifşên nû pir kêm e û em dixwazin di her qadên heyî yên wek mafên mirovan, qada jinan, siyaset û di qadên sivîl ên civakî de balê bikşînin ser vê yekê de ku haya nifşên nû ango jenerasyona nû jî jê vê hafizeyê hebe. Ji bo me tevlêbûna jenerasyona nû ya di qada mafan de girîng e. Ji bo motivasyon û hêviyên ciwanan bên famkirin ev nîqaş divê bên kirin. Ev ji bo berdewamiya têkoşînê hewce ye. Li ser vê yekê jî me bernameya xwe ya yekem bi jinên kurd re li Amedê pêk anî.”
Ji salên 1990,2000 heta sala 2015an
Xebatkara Navenda Hafizeyê Burcû Bîngollû bal kişand ser naverok û nîqaşên panelê û wiha got: “Di civîna me ya li ser têkoşîna tevgera jinên kurd de berxwedana jinên kurd a di salên nodî de wek mînaka xweser a jinên kurd derkete holê û me hewld da di destpêkê de em li ser vê bisekinin. Di sala 2000’ê de jî bingeha sazîbûnê ya ku rêxistina jinan digihêje asteke jor, der derkeve holê. Xwerêxistikirina cewherî û modela hevserokatiyê ya di rêveberiyên xwecihî û di siyasetê de derketin pêş me hewl da li ser bisekinin. Herî dawiyê jî em li ser guherînên pêvajoya piştî sala 2015’an û bandorên wê yên li ser berxwedana jinên kurd ku bi xwe re tengavbûn jî anÎn, sekinîn. Me xwest li ser van nîqaş pêk bên ji ber ku ligel vê krîmînalizasyona heyî jî deskeftiyên aktivîzma jinan berdewam kirine. Ev aliyên têkoşÎna jinên kurd ku di panelê de jî gelek jinên ciwan hebûn û pirsên xwe jî pirsin, ji bo me bi qiymet bûn.”
Bi navendên cûr bi cûr…
Di berdewama axaftina xwe de Burcû Bîngollû destnîşan kir ku tenê ev panel têra wan nekiriye û dê di pêşerojê de jî hewld bidin ku li Amedê bi awayekî berfirehtir li ser gelek naverokên cur bi cur ên ji bo avakirina hafizeyê berdewam bikin.
Di dawiyê de Burcûyê diyar kir ku di 23’ê adarê de wê li Stenbolê bi sernavê ‘Berxwedana mafê bajar û vehewînê’ û di meha nîsanê de jî bi navê ‘TêkoşÎna ji bo windahiyan’ û ‘Têkoşîna LGBTi’ yan dê beşa van panelan ên din bên lidarxistin.
(WT/AY)