Li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehên zarokan de 300 girtî û hikumxwarên temenê wan di navbera 12-15 û 2 hezar 800 girtî û hikumxwarên temenê wan di navbera 15-18 de hene. 60% ji zarokên serbest bûne, ji ber careke din sûc kirine vegireyane girtîgehan.
Bi gelemperî, zarokên ku "sûcdar"in, li gorî sûcê ku tê îdiakirin kirine têne cezakirin. Lêbelê, cezayên ku li zarokan tên birîn, ne ew ceza ne ku zarokan ji sûcan dûr dixin. Ceza dibe ku zarokan aciz bike, wan ji civakê dûr bixe û lekedar bike. Li şûna hewldanên rehabîlîtasyonê yên bi rêbazên zanistî, rêbazên klasîk ên cezakirina sûcan tên bikaranîn.
Zarokên ji bo cezakirinê dixin girtîgehan, bêyî ku bên rehabilîtekirin û perwerdekirin, piştî qedandina cezayên xwe serbest dibin. Hin ji van zarokên ku ji girtîgehan derdikevin, dest bi sûcên ji bejna xwe mezintir dikin. Zarokê ku jixwe di girtîgehê de ye niha ji hembêza dilovaniya civakê hatiye avêtin. Êdî ew “zarokê sûcdar” yê civakê ye. Her ku kesek sûcekî dike, êdî ew gumanbar e. Ji ber ku ew niha zarokek emelxirabe.
Gelek caran, zarok bêyî lêkolînkirina sedemên ku zarok dihêlin sûcan bike, tên darizandin. Bi taybetî jî tê jibîrkirin ku kesê tê darizandin zarok e. Wisa tê fikirîn ku wî zarokî ji bo kêfê sûc kiriye û ji niha û pê ve jî dê ji her sûcê ku bike kêfa xwe bîne. Lê belê, ev yek ne wisa ye. Sedemên ku wan ber bi van reftaran ve dikişînin hene û divê bi berçavgirtina van sedeman hewl bê dayîn ku bigihêje encamê. Ji ber ku encam li ber çavan nayê girtin, sûc ji holê nayê rakirin û her ku temenê zarokan mezin dibe rêjeya sûcên ku zarok dikin jî zêde dibin.
Hin zarokên ku bawer dikin derdora wan qîmetê nadin wan, ji bo ku xwe îspat bikin, dibe sûcan bikin. Li gorî zanyariyan, hinek ji malbatan qîmetê nadin zarokên xwe. Zarokê malbat qîmetê nade wî, berê xwe dide sûcan. Sûcê ku di malbatê de tê cezakirin, an jî ji ber vê yekê timî tê şermezarkirin an jî bê hezkirin tê hiştin. Ev rewş dihêle ku di nava malbatê de tenê bimîne. Ev tenêtî wî ber bi kolanan ve dibe. Li kuçeyan li qîmetdayînê digere ku ew nikare di nav malbatê de bibîne. Ger koma dikeve navê meyla sûcdariyê pê re hebe, zarok ji bo balê bikişîne sûcên cûda dike.
Lê eger malbat di cara ewil de bawerî û hezkirinê bidin zarokan û bi reftareke ku sedeman ji holê rabe tev bigere, encamek wiha dernakeve. Heger bi rastî jî hewcedarî bi cezakirinê hebe, divê "ceza"yekî wisa bê dayîn ku ew "ceza" bibe "xelat" û bihêle wî ji tevgerên nebaş dûr bixe.
Li ser bingeha "sûcên" ku ji hêla zarokan ve têne kirin, bandorên binehişî jî hene. Binehiş: Cihê ku bûyerên nexweş ên ku bi serê mirov tên di mêjiyê wî de ye. Mirov mîna ku tu carî ev bûyerên ne xweş nejiyabe jiyana xwe didomîne. Lêbelê, ev bûyerên ne xweş dibin sedema tevgerên nexwestî. Ji bo ku pêşî li pêlên binehiş bê girtin divê perwerdehiyek têr were dayîn. Ji bo vê jî divê zarokan bibin cem psîkologan. Di vê wateyê de psîkologên ku di warê zarokan de pispor in, dikarin ji bo pêşîgirtina li sûcên zarokan bi bandor bin. Divê psîkolog, civaknas û pedagogên pispor ên li girtîgehan bi bernameyên ku hem di warê rehabîlîtasyonê û hem jî di warê perwerdehiya zarokan de pêk tînin, karibin zarok bikin endamekî kêrhatî yê civakê. Nêzîkatiya bi vî rengî ya li hemberî zarokên li girtîgehan tên ragirtin divê wisa be ku zarok careke din sûc nekin û ev jî îhtîmala ku zarokên serbest bûne vegerin girtîgehan kêm dike.
Di wê rewşê de, li şûna cezakirina zarokan, divê biryar were girtin ku lêkolîn bikin ka çima wî an wê hewl daye ku vê yekê bike û perwerdehiyeke têr û tijî pêşkêş bikin. Ji bo vê jî divê psîkologên pispor ên zarokan di vê mijarê de hişyariya civakê bilind bikin û bi zarokên ku “sûc”an dikin û meyla sûckirinê bi wan re hene mijûl bibin. Pisporên ku zarok dikarin bi hêsanî hemû pirsgirêkên xwe bi wan re parve bikin, divê lêkolînên ku têkiliyên di navbera jîngehê û zarokê ku "sûc" dike diparêzin bikin. Ger ev girêdan baş bê parastin, dê rêjeya "sûc"an a zarokan kêm bibe.
*Çavkanî: Nivîsên Empatîk, Özdemir,Arslan, Weşanên Sınırsız,2022
(AÖ/FD)