Îthaka*
Dema ku lingên te
Te ber bi Îthakayê ve birin
Bixwaze bila dirêj be rêya te
Tije serborî,tije zanîn be
Ne ji Lestrîgonan** bitirse,
Ne ji Kîklopan*** ne jî ji Poseîdonê**** har
Dê tu heb ji wan dernekeve pêşiya te
Ku xeyalên te dînewer bin
Û kelecanek nazik xwe li giyan û bedena te pêça be
Tu yê ne rastê Lestrîgonan werî
Ne jî rastê Kîklop û Poseîdonê har
Ger ku tu bi xwe wan di ruhê xwe de negerînî
Û ruhê te bi xwe wan dernexe pêşberê te
Bêje bila rêya te dirêj be
Gelek sibehên havînê lê hebin
Bi dilgeşî û bextewariyên nedîtî
Li bendergehên nipînû…
Li sûk û çarşiyên Fenîkeyê bisekine
Û mal û halên bêhempa bistîne
Sedef û mircanan, ebenoz û karîbaran…
Û bêhn û esansên ku serî difûrînin
Heta tu dikarî ji wan bêhnan bistîne
Berê xwe bide gelek bajarên Misrê
Guh bide zanayên wan
Têr û tije hîn bibe
Lê bila Îthaka her li bîra te be
Qedera te ya mezin gihîştina wê ye
Belam ji bo zû bighîjiyê jî qet nelezîne
Bihêle bila bi salan dewam bike
Çêtir e…
Dawiya dawî wek kalepîrek
Bi gelek dewlemendiyên ku vê rêwîtiyê daye te
Xwe bavêje girava xwe
Bes nebêje qey ku dê Îthaka diyariyên dewlemend bide te
Ew bû ya ku vê rêwîtiyê da te
Ku ew nebûya tu yê nikaribûyay bibûyay rêwiyek Îthakayê
Lê ji bilî vê tiştek wê ya ku bide te nîne
Ku ji ber vê yekê wê feqîr û xizan bibînî
Bizane ku ne xwebexş î êdî
Piştî wan serboriyên ku te dîtî
Welê zana bûy ku
Helbet edî baş dizanî ku
Çi ye me'neya Îthakayê?
Hevalekî ku niha sî û du sal e di zîndanê de ye, lê ji ber ku cezayê wî veguherandine “muebeta girankirî” (yanî ”heta mirinê”) nayê berdan; ez bi vê helbesta Kavafîs a ku li nameyek nivîsîbû û şandibû, ji zindanê birê kiribûm. Digel ku ji berê de ez ji Kavafîs hez dikim û hin helbestên wî wek gelek kesan jiber (ezber) dizanim jî, min ev helbest nizanibû. An em rastê hev nehatibûn, an bala min nekişandibû an jî li benda roja xwe mabû. Da ku wek gulleya oxirkirinek nîvî û xemgîn û her wiha wek gulleya xatirxwestinek nîvî û xemgîn li nêva dilê min û dilê her tiştî bikeve û wilo biteqe…Loma ev helbesta ku tevlê çîrok û xwîn û hebûna mirov dibe, ji bo min gelek girîng e û her wiha êdî ne tenê ya Kavafîs e, ya wî hevalî ye jî..
Lê Îthakaya ku giravek ji giravên deryaya Îyonyayê ye, çawa wiha dibe welatê mirov û ewqas nas, ewqas nêz û ewqas rastbêj tê bi vê helbestê? Çima dixwaze ku rêya gihîştinê dirêj bibe? Çawa dizane ku wan bobelatên ji mîtosa Yewnanan,wan Kîklops û Lestrîgon û Poseîdonan, bi rastiya xwe di giyan û bedena me de ne, ne li dinyaya dervaya me?
Îja rêwingî çî ye?
Dema ku me wek dînan bi ser rêyên tije tirs û lerz, tije rawir û kemînên har dixe, dixwaze çi bîne serê me? Rê ye an rêwingî ye a ku gazî me dike, bi destên xwe yên nebûyî an jî hesinî, me dikşîne nava wê sergêjiya bêsînor? Û Îthaka çima welatê me ye jî…Welatê ne welat, welatê bê welat, welatê rastî û xeyalên ku hevdû pûç dikin. Welatê ku gere mirov ji bo gihîştina wî qet nelezîne, welatê ku piştî gihîştinê tu tiştek ku bide mirov nîne!
Bi hêviya ku rojek ew heval jî karibe bi vê helbestê, piştî sîh an jî sed salan vegere Îthakayê û bibîne ku hem Îthaka nîne hem jî di şexsê vê helbestê de girîngiya vê diyariya xwe ya ji bo min bibîne; dixwazim balê bikşînim ser wan cinawirên mîtosî yên ku ji helbestê û nivîsê bi çavên xwe yên beloqbûyî li me dinhêrin.
Ku ew nebûna dê Îthaka hebûya gelo? Ku ew rêwîtiya bê ser û ber nebûya jî dê Îthaka hebûya? Qey war û niştiman bi xwe, rêwingî û astengî û xetere ne?
Bi rastî jî çî ye m’eneya Îthakayê? Piştî ku em bi kalepiriyê vedigerinê û dibînin ku Îthaka; ne welatê me ye, ne jî Îthakaya xeyalê me ye, em êdî kî ne? Tew Kavafîs dibêje;
Lê ji bilî vê tiştek wê ya ku bide te nîne
Ku ji ber vê yekê wê feqîr û xizan bibînî
Bizane ku ne xwebexş î êdî
Piştî van serboriyên ku te dîtî
Welê zana bûy ku
Helbet êdî baş dizanî ku
Çî ye m’eneya Îthakayê?
Yanî ewqas serborî û rêwingî û zanetî, bi me dide zanîn ku,tiştek ku Îthaka bide me nîne û ew xeyala ku me wek şeydayan bi ser rêyên bêdawî xist jî an ne tu xeyal bûye an jî ne ji bo gihîştinê, lê tenê ji bo rêwîtiyê bûye!
Ku welê be, em çima çûn Îthaka, em çima neman, em çima hatin û me çima ne xwe ne jî te dît Ey Îthaka!
Lê helbet dîsa jî em dizanin, hêja bû, hêja bû her tişt bo te Îthaka! Ku bixwazî, em ê dîsa xwe bavêjin ser rê û dirban.
*Dil dixwest ku ev helbest, ne bi wergera wergerê (yanî ji tirkî) lê ji Yewnanî bûya, lê dibêm qey dîsa jî tê fêmkirin. (Konstantîn Kavafîs Çagdaş Yunan şiir Antolojisi,çeviri: Cevat Çapan, Adam Yayinlari)
**Lestrîgon: Dîsa li gor heman mîtolojiyê nîjadeke barbar û mirovxur e û li Sîcilyayê dijî.
***Kîklop:Di mîtolojiya Yewnanan de dêwên mirovxur û yekçav in û ew çav jî li nav eniya wan e.
****Poseîdon: Xwedayê derya û ejdehan e.
(MR/FD)