Ji bo nivîsa Tirkî bitikîne
Di van salên dawî de ji îxlalên mafê mirovan heta şopandina bûdçeya dewletan, ji cînayetên kar heta edaleta xwezayê û di der heqê meseleyên cuda de înîsîyatîfên daneyên sivîl ku daneyan berhev dikin, sererast dikin û diweşînin ava dibin.
Ev înîsiyatîf ji saziyên civatên sivîl bi awayekî cuda xebatên xwe tenê rapor nakin di heman demê de lêkolînên xwe bi databasa ji xizmeta herkesî re vedikin.
Înîsîyatîfên daneyên sivîl ji xebatên îstatîstîkî yên saziyên navneteweyî mîna Koma Miletan, OECD, Bankeya Dinyayê -ku ev sazî alîkarî û mewdûatên mirovî dikin- cuda xebatin din dikin.
Ev sazî di heqê civak, ekonomî, meseleyên polîtik ên dewletan de bi gelemperî îstatîstîkan didin lê meriv nikare bibêje ku ev îstatîstîk li ser meseleyên jînî yên mirovan bandorekê dike. Mînak, bihaya dahatûya neteweyî ya nesade ya dewletekê, tu fêdê li ser têkoşîna veguhestina kombûyî ya belaş li bajareke wê dewletê nake. Li dewletekê rêjeya hepiskirinê li ser berxwedana rojnamevanên girtî tu alîkariyê nake. Rêjeya bêqanûntiya li dewletekê bandorê li derecê krediyan dike lê li ber pawana ku bi riya îhaleyên gelemperî çê bûye nikare bisekine. Îstatîstîkên berdana karbonê di navbera du hikumetên dejenere bûye de nikare bibe astengê peymanek ku zirarê bide xwezayê di nava van hikumetan.
Saziyên dewletê berpirsiyare ku agahiyan li ser veguhastin, perwerdehî, li ser avahiyên bingehî ku ji bo tenduristiyê hene û di der heqê xebatên xwe de xelkê.
Lê helbet înîsîyatîfên daneyên sivîl ji alî ontolojîk ji saziyên dewletan li cihekî cuda ne. Saziyên dewletê ji agahdariya veguhastin, perwerdehî, ji bo avahiya bingehîtenduristiyê
Qeydên dewletan weke belgeyan tên weşandin lê gelek dewlet hîn jî van belgeyan ji-nû-ve ava nakin, naxin rewşeke daneyî û bi kar naynin. Loma jî dewlet bi awayeke sîstematîk nayên kontrolkirin. Wekî din înîsîyatîfên daneyên sivîl, mijarên spesîfîk ku li ser radiwestin bêyî ku barê dewletê hilgire lê ne bi tenê dewlet, dixwaze sektora taybet û şirîkên gelemperî yên taybet jî bişopîne.
Înîsîyatîfên daneyên sivîl, ji wek pêkhatinên ku em dikarin bibêjin pişkdarên agadarî (Wikipedia) jî diqetin. Ji ber ku di wikpediayê de edîtoriya kolektîf û agadariya ansîklopedîk tê berhevkirin lê înîsîyatîfên daneyên sivîl, meseleyên spesîfîk ên civakî ku ji xwe re kirine derd bi awayekî hevgirtî û gelik carî li qadê, loma jî lêkolînan bi hurgulî dikin û databasên xwe bi vî awayî ava dikin.
Armanca înîsîyatîfên daneyên sivîl ne tenê di meseleyên ku dişopînin civakê agahdar bikin, armancên din, di der heqê meseleyê de rastiyên bûyî û piştrasta weke daneyan bigirin, vana bikin referans û li dû bisekinin. înîsîyatîfên daneyên sivîl dema lêkolînê dikin ji qeydên saheya xwe (hevpeyvîn, lêkolîn), lêkolînên ampîrîk ên mevcûd (xebatên akademîk), enformasyonên gelemperî ( qeydên dewletan, rapor, kontrolkirina çapemenî) û ji çavkaniyên taybet (belgeyên ku hatine pişkinandin) daneyan berhev dikin. Daneyên berhev kiriye li cihê ku lêbe bihevve girêdide, sererast dike. standardên daneyî bi kar tîne, databasa ava dike ji bo bikaranînê dixe xizmeta gel. Daneyan, bi rapor û analîzên wan bi awayekî sîstematîk li ser gelek qenalên ragihandinê diweşîne.
Daneya sivîl piştî ku ava dibe û tê parvekirin dest bi tevgerê dike dibe parçeyek ji berxwedana civakî, fêdê li ser rawestina faila dike, pişgiriya rojnamevaniya lêkolînî dike, di avakirina pozîsyonên sivîl en bi hêzdarî fêdê dike, dibe lingek rêxistinek mîna xwe ku ev rêxistin hember îktîdarê hatibe, di mezinbûna piştgiriyê de têkariyê dike. Berhemên înîsîyatîfên daneyên sivîl ji rojnamevan, aktiwîst, hunermend, parêzer, dîzayner, endezyar, akademîsyen, rêxistinên civatên neferma û di vê mijarê de kî berxwe dide ji bo wan dibe referans.
Her ku databasek biperise zimanek nû li ser mesela ku radiweste ava dike. Sepan û navrûyên ku ji bo parastina mafan pêşdikeve bê bikaranîn dê zimanê berxwedanê jî bi awayekî protokolojîk belav bibe. Ji navrûyan niqut bi niqut bê dawerivandin û ji qewla Gramsci li ber desthilatdaran bi tevgerek sosyalîst dê alîkariya avakirina pozîsyonên bibandor bike.
Çawa ku zulm heşkere jî bê kirin bi xasûkî jî bê kirin li ber zexta sîstematîk a îktîdarê berxwedana sîstematîk pêwist e. Di vê riyê de daneya sivîl dê fêdê li berxwedana sîstematîk bike.
ÎNSÎYATÎFÊN DANEYÊN SIVÎL
Mînakên înîsîyatîfên ku li ser mijara civata nefermî yên ku bi pîvanên cuda daneyan berhevdikin û dimeşînin li gora dema destpêkirinê li jêr hatiye rêzkirin. Ev lîsteya ku ji bo her înîsîyatîfê agahiyên weke dema damezrandinê, çavkaniyên daneyan, eger hebe ji berdewamkirinê alîkariyên fonê yên hatine stendin dihundurîne. Ev lîste neberfireh e û dibe ku kêmasîyên wê hebin. Hûn dikarin pêşniyazên xwe ji e-navnîşana [email protected]ê re bişînin. Hûn dikarin bi riya lînkê tabloya înîsîyatîfên daneyên sivîl bihûrgulî bibînin.
Open Secrets li DYAyê çûnûhatina pera dişopîne. Saziya ku ji alî Center for Responsive Politics di sala 1983an de hatiye avakirin bêyî ku hêviya karî bike ji gelek saziyên curbicur hîbeyên fonî û takekesî distîne û bi rêve diçe.
PolitiFact li DYAyê kontrola rastiya daxuyaniyên siyasetmedaran dike. ji bo çavkaniyên daxuyaniyên siyasetmedaran bikar tînin. Ev sazî di sala 2007an de di bin sêwana Rojnameya Tampa Bay Times hat damezrandin û hêviya tu karê nake. Ji weqfên wek Bill-Melinda Gates, Ford, Knight û ji gelek saziyên din alîkariyên fînansî distînin.
Littlesis databasek li DYAyê ye ku ka kî li ser serê dewlet û sektora taybet radiweste û têkilîyên îktîdarê dişopîne. Daneyên xwe ji qeydên dewletê, medyayê û bi alîkariyên takekesî çê dike. Saziya ku di sala 2009an de bi riya Public Accountalibity İnitrative hate damezrandin hêviya tu karê nake. Bi saya APIya xwe daneyên vê saziyê di nav hin programên din de jî tê bidestxistin. Ji Weqfên Sunlight, Chorus, Arca û ji gelek saziyên din fonan distîne.
OpenCorporates li hemû dinyayê ji bo ku agahiyên profîlên kompanyayan bi hêsanî li ser malperê bête dîtin dixebite. Di sala 2010an de bi navê Chrinon Lîmîted weke kompanyakê hate avakirin. Di berhevkirina daneyan de ji qeydên kompanyayan ên fermî, malperên kompanyayan, Bankeya Dinyayê ji qeynaxên Weqfa Knowlageyê sûd werdigire. Gihîştina daneyên xwe bi miz dike û dahata wê ji vir tê.
OpenSpending şopandin û analîza budçeyên gelemperî, îhalê di hemû cîhanê de, xerckirinên dewletan ji bo ku rojnamevan û lêkolîner rehettir bigîjinê dixebite. Projeya ku di 2011an de bi riya Weqfa Açık Bilgi destpêkir ji alî 4İP, Weqfa Açık Toplum, Weqfa Knight, Omidyar Network û Weqfa Hewlettê tê fînansekirin.
OpenOil Li ser qeynaxên siruştî daneyan dide hev, van daneyan diweşîne û şêwirmendtiyê dike. Bi nexşe û APIyê bi awayek programatîk digihêje daneyên peymanên li ser petrol û gaza siruştî. Kompanyaya ku di sala 2011an de ji alî peyamnêrekî Reutersê hate damezrandin ji Weqfa Shuttleworthê alîkarî stend û bi şêwirmendiya gelik saziyên navneteweyî muçe bidest xist.
EJOLT/Diren Çevre Ev sazî li ser edaleta xwezayê dixebitin û li ser dubendiyên xwezayê daneyan berhev dikin û van daneyan di nexşeyên erdnîgarî de diweşînin. Ev platforma ku di 2011an de ava bû, li her dewletê saziyên akademîk û saziyên civatên neferma yên ku li ser dewleta xwe xebatên daneyî dikin bi awayekî kolektîf dimeşînin. Li Tirkiyeyê bi navê Diren Çevre û bi riya Politik Ekoloji xebata ku tê birêvebirin ji alî programa Yekîneya Ewropayê hate fonkirin.
İşçi Sağlığı ve İşçi Güvenliği Meclisi Tora piştgiriya ku cînayet û qezayên kar ên li Tirkiyeyê ye. Bi şopandin û raporkirina bûyeran (qezayan) databasekê avadike. Ji alî endamên İstanbul Tabib Odası û TMMOByê di sala 2011an de platformek hate avakirin. Platform ji bo daneyan ji sehîkirinên çapemenî yên neteweyî û herêmî, Pisporên endiristiya karkeran, bijişkan, pişkînerên kar û nûçeyên qezayên kar ku ji alî rojnamevanan derbasî çapemeniyê nebûye ji kesên ku di tora xwe de ye rasterast hatiye teyîdkirin berhevdike. Bi aîdatên tora dilkiriyan û piştgiriyên İstanbul Tabib Odası, Sendîkaya Petrol-İş û Sendîkaya Tek Gıda-İş tê birêvebirin. Bi piranî bi keda dilkiriyan birêve diçe.
Mülksüzleştirme Ağları / Torên Bêmilkkirinê Li Tirkîyeyê li ser têkilîyên rayedarî û kapîtal bi kolektîfî daneyan berhev dike û nexşeyan diweşîne. Xebata ku di Pûşpêra 2013an de pest pê kir ji bo daneyên xwe ji Rojnameya TC Sicil'ê, qeydên Ticaret Odası, qeydên îhaleyan, malperên kompanyayan û sehîkirinên çapemenî sûd werdigire. Nexşeyên înteraktîf ku bi riya Graph Commons tên weşandin û ev xebata ku gihîştina programatîk bi saya API çê dibe bi tevahî û bi keda tora dilkiriyan bi rêve diçe.
Poderopedia Li Şîlî,kolombiya û Wenezuela databasa ku ka kî kî ye pêk tîne. Projeya ku di 2013an de pest pê kir piştgirîya wê Komeleya Knight û Navenda Rojnamevanên Navneteweyî kirin.
Rêvebirina Herêmî û Demokrasiya Mehelî Li ser polîtîkayên mehelî yên gel û beşdariya hemwelatiyan lêkolîn û xebatên daneyî dike. Di 2015an de ji alî Komeleya Hemwelatiyan a Helsînkîxebat dest pê kir û di çaröoveyek herêmî de lêkolîn tên birêvebirin. Bi sazkirina kargehan nexşeyên buyeran amade dike. Proje ji alî Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Yekîtiya Ewropayê hatiye fonkirin.
Open Contracting Partnership Li gelemperiya dinyayê armanca avakirina şopîneriya kêmgiriyên gelemperî û databasa hemû dewletan dike. Ev proje di 2015an de bi dewletên ku ji Bankeya Cîhanî derketin dest pê kir û çavkaniyên xwe ji kêmgiriyên qeydên dewletên ku tev li projeyê bûne werdigre.
Wergêrê ji Tirkî wergerandî: Zendîbav
(BA/MB)