Ez dixwazim vê carê bi mijareke ku pir tê dîtin û naskirina wê pir girîng e bisekinim.
Apandês, apandis, îltihaba roviya zêde… Pir navên din tên gotin di pratîka jiyanê de. Em vê jî bi dewlemendiya Kurdî girê bidin û pê de herin.
Apandês bixwe navê organê ye û îltihaba wê jî wekî apendisitis ango îltihaba apandîsê ye. Apandês li aliyê rastê ya binê zik de bi cî dibe. Ev îltihaba apandêsê di wextê xwe de neyê naskirin û derengî bikeve dikare biteqe û îltihab tev li xwînê bibe û ev yek jî rewşeke talûke û pir lezgîn e ku mirov dikare ji ber vê yekê heta jiyana xwe jî ji dest bide.
Em ê çawa wê nas bikin an go jê bikevin şikê?
Êşa Apandîsitê bi piranî li dora navikê dest pê dike û bi demê re derbasî aliyê rastê yê binê zik dibe. Taya germ, dilxelîn, vereşandin, kêm îştehî û carinan jî qevsî an jî emel/zikêş dikare pê re bên dîtin.
Bi taybetî ev êşa balkêş a ku ciyê xwe diguherîne ber bi apandêsê ve divê mirov hişyar bike û lazim e mirov here ser doktor.
Teşhîsa wê bi piranî bi Ultrasonê tê piştrastkirin. Ku bi Ultrasonê nikaribe bê zelalkirin, wê demê Tomografî dikare bê pêşniyarkirin. Û her wiha tehlîlên xwînê jî tên sitendin.
Tedaviya wê bi piranî ji aliyê cerrahên giştî ve bi vekirina sê qulikan (laparaskopîk) bi awayekî ne pir zehmet tê çêkirin. Zemanê berê emeliyata wê yekser bi vekirina zik dihate kirin.
Ev emeliyat yek ji wan emeliyatan e ku cerrahên giştî herî pir dikin.
Di hindik rewşan de bêyî emeliyat, bi dermanan li nexweşxanê razandinê Îltihaba Apandêsê tê tedavîkirin.
Mirov dikare bi çend mînakên ji nava gel vê mijarê şênber bike, li ser meselê; Apandîsa wî jê kirine. Ew ji ber apandêsê acîl xistine emeliyatê. Ji nişka ve apandês pê re derketiye û ew rakirine nexweşxanê. Apandîsa min teqiyabû, heke ez hinekî din dereng bimama rewşa min wê têketa talûkê. Apandês pê ariyaye lê bi xwe de dernexistiye…
Ji bo ku em girîngiya wê baştir bizanibin min çend mînakên rojane dan.
Min xwest ez wêneyekî giştî di derbarê vê mijara girîng de ava bikim. Bi hêviya ku baldariyê zêdetir bike û mirov bikaribe rê li ber xetereyên mezintir bigire… Bimînin di xweşî û tenduristiyê de.
(EÇ/FY)



