Piştî dengvedana fîlmê ewil yê Kurosawa, Sugata Sanshiro (1943), hêzên behrî yên Japonyayê jê dixwazin ew bi Zeroyên balafirên şer fîlmekî macerayî yê mezin bikişîne. Zero ew balafirên şer yên Japonyayê ne ku pîlotên Emerîkî gelekî jê ditirsin û ji wan re dibêjin “cinawirên reş”. Qesta wan ji van balafiran ew bû ku Kurosawa fîlmekî propagandayî bikişîne ku tê de ruhê şer yê Japonan bê pîrozkirin û bilindkirin. Kurosawa tevî ku ji wan re dibêje “ez dê bifikirim” jî ev proje tê jibîrkirin û ew li şûna vê projeyê fîlmê xwe yê Ichiban Utsukushiku (1944) dikişîne ku çîroka komek keçên Japonyayê ye bi dilxwazî li fabrîkayeke optîkê ya leşkerî dixebitin.
Di vî fîlmî de propagandayeke bilind ya şerê Japonan heye û di gelek cihên fabrîkeyê de sloganên li ser alayan hatine daleqandin. Di yekê de dibêje “kesên di şer de mirî bila bibin rêberê te”, “ev der jî meydana şer e”. Qala tunekirina Emerîka û Îngilistanê tê kirin. Hemû kes bi yek awayî di xizmeta şerê welatê xwe de ne, hemû gelek baş in, dilsoz in û şev û roj xema leşkeran dixwin. Mesela Tsura Watanabeya seroka koma jinan serê xwe qet ji ber mîkroskopa xwe ranake û gava ji ber nabaldariyeke biçûk perçeyekî şaş dikeve nav karê wê, xew bi çavê wê nakeve û heta sibehê li cihê kar dimîne ji bo ku vî perçeyê şaş rast bike, çimkî perçeyekî biçûk jî li gor wê dikare bibe sebeba mirina leşkerên wan. Keçeke nexweş bûyî tevî ku naxwaze biçe malê jî bi zorê wê dişînin, keçeke nexweş nexweşiya xwe vedişêre, keçeke ji ban ketî û birîndar bûyî bi hêviyeke mezin dilê hevalên xwe xweş dike ku dê vegere vî karî, tevî ku dêya Watanabeyê dimire jî ew naçe teziya dêya xwe. Ev hemû ji bo xema welatê wan e, ji bo leşkerên wan, ji bo ku welatê wan li hember welatên din bi ser bikevin. Lê meriv ecêb dimîne, ma qey kesek jî dernakeve ku bibêje canê min ji vî şerî şîrîntir e û ji fabrîkeyê bireve (mesela min meseleya cehşî û xayintiyê jî di vî fîlmî de nedît, niza’ ev mesele li cem wan tune ne)? Na. Ev propaganda ye çimkî, di propagandayan de em her tim baş û bê qisûr in, yên ne ji me xirab û tevde qisûr in.
Stephane Prince tespîteke xweş dike. Dibêje mijara xizmet û oto-dîsîplînê di navenda vî fîlmî de jî heye. Koma jinan bi oto-dîsîplîneke xurt dixwazin xizmeta şerê welatê xwe bikin. Tevî ku kotaya wan nîviyê yê mêran e li xwe dananin ku ji mêran kêmtir bixebitin û vê kotayê derdixin 3/2yê mêran. Şev û roj bêsekin dixebitin û her yek wekî bi hev re di nav pêşbirkekê de ye, kî zêdetir bixebite heçku ew birûmettir e, ji welatê xwe bêhtir hez dike, her wekî ku deh leşkerên dijmin kuştibin. Mesele gava dibe xizmet, zeîfî êdî li cem wan bêrûmetî ye, jinek jî li gor wan, çênabe ku kêmî mêran be. Seroka wan berevajî gelek serokan, serokeke dilpak e, optîmîst e, ji hemû jinên din hez dike, jinek gotineke xirab jî jê re bibêje deng nake, serê xwe xwar dike. Lê ev halê wê dike ku hikmê li hemû jinan bike. Ev xizmet û oto-dîsîplîna kesan dike ku ew bigihîjin armanca xwe. Lê rastî jî weha optîmîst e gelo? Bawer nakim. Rewşa Japonyayê ya wê serdemê li ber çavan e.
Her çend wekî wî nefikirim jî, Kurosawa ji bo vî fîlmî dibêje: “Ne fîlmekî zêde xwedî îddia bû lê li ber dilê min fîlmê min yê herî biqîmet e.” Kurosawa diyar dike ku destpêkê fikiriye vî fîlmî bi awayekî dokûmanter çê bike. Xwezî ev fîlm dokûmanter bûya, ji bo mijarên weha çareya herî baş dokûmanter in. Belkî jî Kurosawa bi vî fîlmî jina di heyata xwe de peyda kir loma li ber dilê wî yê herî bi qîmet e. Kurosawa piştî vî fîlmî bi Yaguçi Yoko re dizewice û hûn dizanin ev jin kî ye? Bibêjim. Tsura Watanabeya seroka koma jinan e. Serok-mêrên sînemayê bi serok-jinên sînemayê re dizewicin. Ev jî dibe hevserokatî gelo?
(ÎE/MB)