Di vê hefteya Hunernameyê de albuma nû ya Serhado, yekem albuma Seyidxan Sevinçî, filmê Rodi Guven Yalçinkayayî yê bi navê Momê, hejmara nû ya Kovara Nûbiharê û çendîn nûçeyên din yên çand û hunerê hene.
"Ax"a Serhadoyî
Yek ji pêşekên rapa kurdî Serhado albuma xwe ango bi gotina wî nîvalbuma xwe ya nû weşandiye. Navê albûma Serhado “Ax” e û di albumê de 5 stranên rapê hene. Navê stranan “Sed Carî”, “Derewe”, “Bajo”, “Ax” û “ê?” ye.
Album li ser hemû platformên dijîtal hatine belavkirin.
Seyîdxan Sevînç û “Bîr”a wî
Seyîdxan Sevînç vê hefteyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî mizgîniya albuma xwe dabû hezkiriyên xwe. Ev albûma wî ya yekem e û navê wê jî “Bîr”ê. Di albumê de 8 stran hene. Sevînçî divê albumê de stranên gelêrî û yên bûne mîrateya muzîka kurdî straye.
Li gel stranên kurmancî her weha stranên soranî jî di vê albûmê de heye. “Mozelanê”, “Rûbaro”, “Çoxê Mino” û “Wahar”a gelêrî beşek ji stranên albûmê ne. Seyîdxan Sevînçî her weha ji bo helbesta “Heyran Bûm”a Elî Herîrî û “Dîlber”a Baba Tahirê Ûryanî muzîk çêkiriye û di albûmê de stra ye.
Her du stranên mayî jî yek jê “Sînemê” ya Miradê Kinê û “Şevka Baranê” ya Seîd Yûsivî ye. Onur Ozçelîkî aranjoriya albûmê kiriye.
Hejmara 152yem a Kovara Nûbiharê derketiya
Hejmara 152yan ya Kovara Nûbiharê dîsa bi naverok û nivîsên cûrbecûr hatiye weşandin.
Perwîz Cîhanî di vê hejmarê de ji koleksiyona Aleksander Jabayî du helbestên nû weşandiye ku yek jê ya Melayê Bateyî ya din jî ya Xiyasî ye.
Rohat Alakomî li ser Kurdên Batûmê nivîsandiye. Mûrad Celalî helbesta Fêrîkê Ûsîvî ya bi navê “Çendik û Çend Sala” nirxandiye. Seîd Verojî di nivîsa xwe de behsa Encûm Yamûlkî, yek ji damêzrênerên Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd a sala 1919an kiriye. Mûsa Ekîcî, Îbrahîm Seydo Aydogan û Dawûdê Bagûrî li ser rêziman û rastnivîsînê nivîsandine. Ji bilî van nivîsan gelek nivîs û helbest jî di vê hejmara Nûbiharê de hene.
Kurtenûçe
Amed Bozan lîstikvanekî kurd û li Swêdê dijî. Bozan di rêzefilmê bi navê “Khalifat” de roleke sereke dilîst û li Swêdê bi vî rolê xelata ‘Lîstikvanê Herî Serkeftî` wergirtiye.
"Sidîq û Piling" baştirîn film hatiye hilbijartin
Fîlmê bi navê "Sidîq û Piling" xelata fîlmê herî baş a Holandayê bi dest xistiye. derhênerê filmî Rêber Doskî ye.
Festîvala Filman a Duhokê pêk nayê
Ji ber koronayê gelek bernameyên çand û hunerî hatine betalkirin û tên betalkirin. Demeke berê Festîvala Filman a Navnetewî ya Silêmaniyê aşkere kiribû ku ji ber şert û mercên heyî ew îsal festîvalê li dar naxin.
Niha jî rêveberiya Festîvala Filman a Navnetewî ya Duhokê aşkere kiriye ku ew ê ji ber şewba koronayê festîvalê îsal pêk neynin.
Weke tê zanîn Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ji ber heman sedemê bi awayekî online bi rê ve çûbû. Dîsa Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê jî wê online pêk were.
Konsera Mehmet Akbaş û Haniyê
Mehmet Akbaş û Hanî Mojtahedy wê di 20ê Îlonê de li Uhr Internationales Theater a Frankfûrtê konsertekê bidin.
Di demên pêş de…
Ev demeke derhêner Rodî Guven Yalçinkaya û çend lîstikvanan amadekariya filmê bi navê “Momê” dikirin. Duh fragmana filmî hate weşandin û wê film cara pêşiyê di 26ê Îlonê de li Festîvala Filman a Berlînê were nîşandan. Di filmî de Hêja Netirk, Yavuz Akkuzu, Rewşan Çelîker, Aram Dildar, Azîz Çapkurt û Onur Unlu û hin kesên din dilîzin.
Albuma Grup Avestayê wê were weşandin
Grup Avesta ku xebatên xwe yên muzîkê li Mêrdînê berdewam dike, piştî xebateke du salan wê di rojên pêş de albuma xwe biweşîne. (FD)