Navenda Çanda Mezopotamya bi dehan sal in ku di çandê hunera kurdî de karên gelekî hêja û mezin dike. Di salên 1990î û 2000î de karên serkeftî di warê muzîk, şano û sînema, her weha kovargeriya kurdî de kirin.
Di sala 1991ê de kesên mîna Mûsa Anter, Feqî Husêyn Sağniç, Îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçi, Alî Temel sazî ava kirin. Di nava salan de rêya bi sedan muzîkjen, şanoger, sînemageran di vê saziyê re borî.
NÇM îsal 30 saliya xwe pîroz dike. Ji bo vê jî amadekariya şevekê dikin. Bername wê di bin navê “Berbang”ê de roja 16ê Çiriya Pêşiyê li Stenbolê li Navenda Ahengan a Bostanciyê pêk were. Xêro Abbas, Gulseven Medar, Mîkaîl Aslan, Koma Ma, Hinek Henek, Koma Jinên Sûrê beşek kes in ku wê beşdarî şeva NÇMyê bibin.
Li Herêma Kurdistanê du festîvala fîlman wê pêk werin
Îsal di heman demê de wê li Herêma Kurdistanê du festîvalên fîlman ên navnetewî li dar bikevin.
Festîvala Fîlman a Silêmaniyê par ji ber Covid-19ê pêk nehatibû. Ekîba festîvalê îsal biryar daye ku bernameyê pêk bînin û dest bi amadekariyan kirine.
Li gorî rewşa asayî festîval di meha Çiriya Paşiyê de wê li dar biketa. Lê ji ber ku wê di 10ê Çiriya Pêşiyê de hilbijartina Iraqê pêk were, ekîbê biryar daye ku îsal festîvalê di meha Çiriya Paşiyê de pêk bînin.
Li gorî vê biryarê festîval wê di 11ê Çiriya Paşiyê dest pê bike û di 17ê Çiriya Paşiyê de biqede.
Li gorî zanyariyên hatine weşandin, îsal dîsa ji sînemaya kurdî û ya navnetewî wê gelek fîlm di festîvalê de werin nîşandan.
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne
Dihok
Di wan heman rojan de ku wê Festîvala Fîlman a Silêmaniyê pêk were, li Dihokê jî wê 8em Festîvala Fîlman a Dihokê li dar bikeve.
Par li Dihokê jî ji ber Covid-19ê bername pêk nehatibû. Ekîba festîvala li Dihokê jî demeke berê aşkere kiribû ku ew li bendê şandina fîlman in. Niha jî ekîbê dest bi amadekariyan kiriye.
Festîvala Fîlman a Dihokê jî wê di 11ê Çiriya Paşiyê de dest pê bike û di 18ê Çiriya Paşiyê de biqede.
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne
Rûşen Alkar vîdeo klîbek amade kiriye
Rûşen Alkarê di sala 2019an de albûmek bi navê “Hêdî Hêdî” derxistibû. Di ve albûmê de 9 stran stra ye. 2 ji wan bi tirkî, 4 jê beste, 3 jê coover 7 stranên bi kurdî di vê albumê de straye Rûşen Alkarê. Him stranên bi tirkî him jî yên bi kurdî besteyên Ruşen Alkarê ne.
Alkarê ji bo strana “Rabe Lawo” ya di vê albûmê de, vîdeo klîpek kişandiye. Alkarê vîdeo li ser Çiyayê Nemrûdê kişandiye û hesabê xwe yê Youtube-ê weşandiye.
Gotin û muzîk Aram Dîkranî amade kirine û Şevket Akinciyî aranjeya wê kiriye.
Kurte Nûçe
Fabl ji bo zarokan
Nivîskar û berhevkar Mehmet Oncuyî ji bo zarokan pirtûkeke nû çap kiriye. Navê pirtûka wî “Destana Şêr û Pisikê” ye. Di pirtûkê de 39 fabl hene ku Oncuyî bi xwe ew berhev kirine. Oncuyî ev fabl bi şêwaza çarînên hevdeng û heft kite hûnandine. Weşanên MED-DERê pirtûka Mehmet Oncuyî çap kiriye.
Panelek li ser ziman û zarokan heye
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) wê bi navê “Zarok û Ziman” panelekê pêk bîne. Akademîsyen Resûl Geyîk wê behsa girîngiya zimanê dayikê de perwerdehiyê de bike.
Nivîskar û Pedagog Adar Jiyan wê ji hêla derûnî rewşa zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin û yên ji perwerdeyê bêpar in binirxîne. Hiqûqnas Cemîle Tûrhalli jî wê li ser peymanên navnetewî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bisekine.
Bername wê di 3ê Çiriya Pêşiyê de li Amedê, li avahiya MED-DERê pêk bê.
Aram Dildarî kurtefîlmekî nû kişandiye
Derhêner Aram Dildarî kurtefîlmekî nû kişandiye. Navê kurtefîlmê wî “Navnîşan” e ku hefteya borî li Amedê dest bi kişandina fî kiribû û çend roj berê jî qedandiye.
ji seta fîlmê “navnîşan” | amed@aramdildar pic.twitter.com/o2k1JTbu7U
— erdal kaya (@erdal_kaya_) September 26, 2021
Scorpions wê albûmeke nû biweşîne
Scorpions, koma muzîka heavy metal piştî 5 salan wê albûmeke nû biweşîne. Navê albûmê “Rock Believer”e ku çav li rê ye di 11ê Sibata 2022yan de biweşe.
Komê albûm di dema pandemiyê de amade kiriye û li Hannoverê li Studyoya Peppermint Parkê tomar kiriye.
Scorpions wê stranekê ji albûmê di 21ê Çiriya Pêşiyê de biweşîne ku nnavê wê “Pecaemaker” e. (FD)