Mehmet Alî Konar bi fîlmê xwe yê bi navê “Govenda Alî û Dayîka Zîn” li Edeneyê di Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn de, hêjayî du xelatan hatiye dîtin. Konar di van salên dawiyê de yek ji wan derhênerên kurd e ku bi fîlmên xwe balê dikişîne. Beriya niha jî bi fîlmê xwe yê bi navê “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng) jî di sala 2018an de gelek xelatên navnetewî wergirtibû.
Di Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn de hêjayî Xelata Yilmaz Guney û Xelata Siyadê ya Cuneyt Cebenoyan hatiye dîtin.
Mîrza Metîn wê li dersên lîstikvaniyê bide
Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn wê bi kargeha “Dîwana Lîstikvaniyê” li Êlihê dersên şanoyê bide. Bername bi hevkariya Şermola Performans û Batman Yeni Sahneyê wê pêk were.
Di kargehê de wê Metîn bi beşdaran re li bersiva pirsên “Lîstik çi ye?”, “Mirov çima dilîze?”, “Daxwaza lîstinê ji ku tê?”, “Di navbera çanda gelerî, nasname, ziman, ol û teoriya lîstikê de peywendiyeke çawa heye?”, “Lîstik/lîstin/lîstikvanî kengî û bi çi awayî vediguheze û dibe kiryarekî dij-mêtinger?” bigere.
Bername wê di 1ê Çiriya Pêşiyê ango Cotmehê de destpê bike û heta 24ê Çiriya Pêşiyê her roja în, şemî û yekşemê, saet di navbera 19.00 û 21.00ê de li Batman Yeni Sahneyê pêk were.
Ji bo zanyariyên zêdetir û forma serlêdanê bitikîne
Mîkaîl Aslan û Cemîl Koçgirî wê kargeha tenbûrê pêk bînin
Mîkaîl Aslan û Cemîl Koçgirî wê li Dêrsimê “Kargeha Tenbûrê” pêk bînin. Her du hunermendên xwedî tecrube wê zanebûna xwe di vê atolyeyê de nîşanî wan kesan bikin ku dixwazin fêrî tenbûrê bibin. Bername wê li Dêrsimê pêk were û wê di 19ê Çiriya Paşiyê de dest pê bike û di 22yê heman mehê de biqede.
Di dawiya kargehê de ango di 22yê Çiriya Pêşiyê de wê li Qada Seyîd Rizayî konserekê pêk bînin.
Dersên kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî kursên xwe yên zimanê kurdî bênavber didomîne.
Komeleyê bernameyeke din aşkere kiriye ku wê dersên kurmancî û kirmanckî bên dayîn. Kurs wê 2yê Çiriya Pêşiyê dest pê bike û di kurmanciyê de ji asta 1ê heta asta mamostetiyê, di kirmanckiyê de jî wê asta yekem û duyem werin dayîn.
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne
Kurt kurt
- Mûrad Demîr vîdeo klîpeke nû amade kiriye û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gotiye, “Di wextekî nêzîk da dê li ser hemî platformêt dîjîtal belav bît, digel surprîzeka dî.” Em ê jî li bendê bin.
Di wextekî nêzîk da dê li ser hemî platformêt dîjîtal belav bît, digel surprîzeka dî. :) W/ @erdemaltinses pic.twitter.com/CiPXa6Bllh
— Murad Demir (@muraddemirrrr) September 22, 2021 - Seyîdxan Sevîç wê 25ê Îlonê roja Şemiyê li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê konserekê bide. Sevînç demeke berê bi navê bi navê “Bîr” albûmeke muzîkê derxististibû ku him ji hêla şîrovekirina stranan albûmeke serkeftî bû. Kêfa min gelekî ji strana Bozelanê re hatibû ku beriya wî Hîvron jî ev stran strabû.
- Weqfa Mezopotamyayê ji koleksîyona Aleksandre Jabayî, “Rahênanên Zimanê Kurdî” ya Mela Mistefayî weşandiye. Li gorî zanyariyên ku Weqfê par ve kirine, Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî di 1860î da amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Akademîsyen Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturkî di vê xebatê da hem nirxandin û latînîzekirina berhema Mela Mistefayî kirine hem jî metina latînîzekirî di nav tabloyan da û digel taybetmendîyên wan ên rêzimanî nîşan dane.
(FD)