Vê hefteyê di lîsteya Hunernameyê de dîsa muzîk û vîdeo-klîp derdikevin pêş.
Serhat Kural, danser û stranbêj vîdeo-klîpek ji bo strana bi navê “Kovî” amade kiriye û weşandiye. Kural bi xwe gotin ji stranê re nivîsandiye û muzîka wê çêkiriye. Vîdeo-klîp di encama xebateke kolektîf de hatiye amadekirin.
Gokçe Selîm stran aranje kiriye. Derhênerê klîpê Ferhat Guneş e. İsmet Koroglu koreografi amade kiriye û li gel Serhat Kural, Demet Aksular, Ferhat Guneşî di klîpê de dansê dikin.
Babetna
Babetna ji bo strana Xweş e Hawraman vîdeo klîpek amade kiriye. Endamên Babetnayê stran ji nû ve şîrove kirine ku Erçin Ozturk derhênerê klîpê ye. Beriya niha Kamkaran ev stran xwendibû û piştî wê navdar bûbû.
Miraz
Miraz jî vê hefteyê vîdeo-klîpek nû weşandiye. Mirazê vîdeo-klîpa xwe ji bo strana Ya Hizir a bi tirkî amade kiriye. Stran ji ber helbesteke Pir Sultan Abdalî hatiye amadekirin û muzîka wê anonim e. Çavkaniya stranê Feyzullah Çinar, hozanê navdar e. Aram Dildar derhênerê klîpê ye.
Dîlan Yeşîlyaprak û Kajîn Dara
Dîlan Yeşîlyaprak û Kajîn Dara ev demeke bi hev re hin kar dikin. Kajîn Dara li santûrê dixe, Dîlan Yeşîlyaprak jî weke perkusyonîst di van karan de cih digire. Yeşîlyaprak û Darayî ji bo straneke
Her du stranbêjan strana bi navê “Eman Ey Eman” a Şehram Nazerî ye bi awayekî enstrümantal lêdane. Lê Yeşîlyaprak û Darayî di vîdeo-klîpê de nenivîsandine bê ka ev stran a kê ye. Derhênerê klîpê Volkan Taşkin e û arntniet, ekîba kolektif ev klîp kişandiye.
Alî Înanir albumeke akûstîk derxistiye
Alî Înanirî piştî albuma xwe ya bi navê “Zerrî Dej” albumeke nû weşandiye. Album bi awayê akûstîk hatiye amadekirin û sê stran tê de hene. Du jê bi kirmanckî, yek bi kurmancî sê stran di albumê de hene. Navê van stranan “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu.”
Bon Jovî û albuma 15em
Çav li rê ye ku di meha Çiriya Pêşiyê ya 2020an de Jon Bon Jovi, endamê Koma Bon Joviyê 15em albuma xwe ya studyoyê biweşîne. Jon Bon Jovi, aşkere kiriye ku wê navê stranê “Bon Jovi 2020” be û 10 stran wê tê de hebin.
Komê strana bi navê “Unbroken” û “Limitless” li ser platformên dijîtal weşandiye.
Deep Purple
Koma muzîkê Deep Purple ku bi şêweyê hard rockê stranan distirên wê di 7ê Tebaxê albuma xwe ya 21an biweşîne. Navê albumê Whoosh! e û tê de 13 stran hene. Komê strana bi navê “Throw My Bones” û ya bi navê “Man Alive” li ser platformên dijîtal weşandiye.
Pêşniyara hefteyê
Vîdeo-kîp
Jehrmar – Aylo Dilo
Single
Hadis Sadehg Ayoubi - Baran
(FD)