Kevneşopiya dengbêjiyê ya ku sitûna çanda devkî û bîra dîrokî ya kurdî pêk tîne, em nikarin bêjin ku tenê performanseka muzîkî yan jî çîrokbêjiyeke hunerî ye. Ew qadeke piralî ya nûnertiyê ye ku bîra kolektîf, şîn, têkiliyên desthilatdariyê û normên civakî bi rêya pêlên deng lê hatine neqişandin.
Li erdnîgariyekê ku çanda nivîskî ji aliyê navendên desthilatdariyê ve hatiye sînorkirin, qedexekirin an jî qutkirin; deng bi xwe veguheriye arşîv, dîrok û ezmûna takekesî. Lêbelê cihên avaker ên vê arşîva devkî, ango odeyên gundan, dîwanên axa û began û meclîsên civatê, di dirêjahiya dîrokê de wekî qadên giştî tenê ji bo dengen dengbêjên mêr hatine avakirin. Vê dabeşkirina mekanî û civakî, dengê jinê ber bi derdora dîwanê, ango nava sînorên qada taybet û veşartî ya malê ve daxistiye. Bi vî awayî, cîhana deng a ku jinan afirandiye ne wekî vegotineke "dîrokçêker", lê wekî pratîkeke "hestiyarî" hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, damezrandina kanona dengbêjiyê ne tenê pêvajoyek hilbijartina estetîk e, di heman demê de pratîkeke zayendî ya derxistin, kontrolkirin û paqijkirina bîrê ye. Loma têkoşîna hebûnê ya çîrokbêjên jin di vê kevneşopiyê de, xwe dispêre berxwedaneke li dijî mekanîzmayeke zilmê ya dualî: Li aliyekî zextên makro-siyasî yên ku ziman û nasnameya çandî di qada giştî de krîmînalîze dikin; li aliyê din jî amûra sansurê ya patrîyarkayê ku deng, daxwaz û hebûna laşî ya jinê bi kodên "namûsê" sînordar dike.
Di civaka Kurd a kevneşopî de sînorên navbera jin û mêran ên li cih û mekanan gelekî diyar bûn. Vê yekê hişt ku cureyên stranbêjiyê jî bikevin nav astên jor û jêr. Destan û kilamên epîk ên ku behsa şer, qehremanî, pevçûnên eşîran û xalên girîng ên dîrokî dikin, li navenda dîwanê bi zimanê mêran hatine tesdîqkirin. Li hemberî vê, cîhana deng a jinan a ku li dor zayîn, mirin, keda rojane û pratîkên zewacê ava dibe, tenê bi formên wekî lorî û şînan hatiye sînorkirin. Ev cudahî bi xwe şêwazek sansura binesaziyê ye ku dengê jinê bêqîmet dike. Lewra nêrîna patriyarkayê şîn û loriyan tenê wekî "refleksek xwerû ya jinan" dîtiye û avahiya wan a kûr a helbestî, rexneya dîrokî û zimanê wan ê veşartî yê berxwedanê paşguh kiriye. Lê belê şîna ku jin distirên, ne tenê derbirîna xemgîniyeke takekesî ye. Ew şahidiyeke devkî û pir siyasî ye ku wêraniya şerên eşîran eşkere dike, siyaseta mirinê dipirse, mîta qehremantiya mêran hildiweşîne û bêwatebûna doza xwînê diqîre. Jinan li ber tendûran, dema destar dihêran an jî li nav zeviyan bi van vegotinên rîtmîk, li dijî dîroka fermî ya dîwanê bîreke alternatîf ava kirine. Desthilatdariya kevneşopî ya ku nikaribû dengê jinê bi temamî bibire, her tim hewl daye ku vî dengî bi rêya têgîna "şermê" marjînal bike.
Dema dengê jinê ji sînorên malê derdiket û digihîşt ber guhê xelkê, ji aliyê civata baviksalarî ve wekî gefek li ser namûs û exlaqa malbatê dihat dîtin. Ji bo jinekê, bilindkirina dengê, gotina kilaman an jî vegotina hest û daxwazên xwe, eşkerekirina hebûn û dengê wê bû, ku ev yek wekî binpêkirina rêzikên civakî dihat hesibandin. Zexta ku ji ber vê binpêkirinê derket holê, di jiyana hunermendên jin de bi şiklê şikestinên kûr, dûrxistin, tundiya fîzîkî û koçberiyê şênber bû. Ji herêma Serhedê heta Botanê, şopên dengbêjên jin ên wekî Xana Zazê yên ku ji kûrahiya kevneşopiyê dihatin, ji ber vê zextê pir caran li derveyî qeydên fermî yên dîwanan man. Di serdema nêzîk de jî hewldana Dengbêj Gazin a ji bo avakirina diwanên jinên dengbêj, îtîrazeke aşkere bû li dijî vê qedexeya mekanî û li dijî tekelbûna mêran a li ser dîwanê. Li aliyê din, serpêhatiya hunermend û stranbêjên wekî Meryem Xan û Eyşe Şanê ku ev kevneşopî bi rêya teknolojiyên nû yên tomarkirinê veguhastin qada giştî, berdêla giran a vî dengî bi awayekî fireh datîne holê. Ev dengbêj û stranbêjên jin ji ber ku kilaman gotin û dengê xwe dan bihîstin, ji aliyê malbatên xwe ve hatin redkirin, ketin ber gefan û ji xaka xwe bûn. Lê bi stranên xwe ev zilm û sansura civakî kirin belgeyeke zindî ya dîrokê.
Derketina teknolojiyên tomarkirina dengê û weşana radyoyê ji bo çîrokbêjên jin hem derfeteke nû hem jî qadeke têkoşînê afirand. Ji sala 1955an pê ve, Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê ya li Kafkasyayê sînorên mekanî yên deng belav kirin û dengê jinan gihand hezaran kîlometre dûr, heta nava gund û malan. Kesên wekî Sûsika Sîmo, Fatima Îsa û Aslîka Qadir bi navbeynkariya mîkrofonê sansura fîzîkî ya dîwanê derbas kirin. Bi rêya pêlên radyoyê di warê dengbêjî û stranbêjiyê de bûn xwedî pêgeheke baş. Derketina Sûsika Sîmo ya li ser dikên Sovyetê, dengê jinê ne tenê ji kontrola herêmî ya civatê derxist, lê xiste navenda têkoşîna modernbûn û nasnameyê jî. Lê dîsa jî vê pêşketina teknolojîk sansura estetîk a baviksalarî bi temamî ji holê ranekir; di qeydan de stranên evînî yên rasterast û vegotinên siyasî yên jinan carinan hatin sansurkirin û giranî dan vegotinên folklorîk ên "maqûl". Jin dema dengê xwe digihandin mîkrofonê jî neçar diman ku di parzûna zimanê serdest ê mêrane û mekanîzmayên redaksiyonê re derbas bibin.
Tevî van hemû astengiyên binesazî, mekanî û saziyî, çîrokbêjên jin ne tenê mexdûrên bêdeng man. Wan bi karanîna derfetên deng, zerengiya awazan û lîstikên pevan zimanekî xweser ê dij-vegotinê afirand. Di dengê wan de hestên laşî, trawmayên zewaca bêdil, hejarî, koçberî, hevgirtina jinan û hêrsa kûr a li hemberî desthilatdariya zayendî diyar dibe. Vegotinên metaforîk ên di nava kilamên kevneşopî de bûn metnên şîfrekirî yên daxwaz û bertekên ku rasterast nedihatin gotin. Jinan bi kûrahiya rengê dengê xwe û bi hestiyariya dema strandinê, cîhana zimanê baviksalarî ji hundir ve veguherand. Ji Amedê heta herêma Serhedê, bi sedan jinên dengbêj ên bênav ku navên wan heta van demên dawî di qeydên dîwanan de tune bûn, li ser banên xaniyan, di şevên heneyê de û li nav kuçeyan ev bîr ji nifşekî gihandin nifşekî din û berdewamiya kevneşopiyê mîsoger kirin.
Îro nîqaşên çandî, sosyolojîk û etnomuzîkolojîk ên li ser dengbêjiyê, me mecbûr dikin ku em cihê jinê yê di vê kevneşopiyê de ji nû ve bixwînin û kêmasiyên arşîva borî temam bikin. Serpêhatiya dîrokî ya çîrokbêjên jin nîşan dide ku dengbêjî ne tenê vegotineke paşerojê ya feodal an nostaljîk e, ew qadeke zindî ya desthilatdariyê ye ku lê siyaseta zayendê, hiyerarşiya mekan û kontrola li ser bedenê li hev dicivin. Derbaskirina sansura li ser dengê jinê, ne tenê derxistina holê ya kilamên jibîrkirî ye. Ew di heman demê de qebûlkirina vîna jina Kurd e ku dixwaze dîrok, daxwaz û bîra xwe ya civakî bi dengê xwe ji nû ve ava bike. Di vê çarçoveyê de jinên dengbêj, her awaza ku dihat xwestin bê xeniqandin veguherandin rêyeke berxwedanê û her şînek kirin daxwazeke edaletê. Bi vî rengî wan di rûpelên dîrokê de bi awayekî bêguman tomar kir ku xwedîtiya deng tu carî tenê aîdî zayendekê nabe.
(DK/AY)


