Me îsal li Stenbolê havînek dijwar ne dî. Çi xweş bû. Her sê mehên havînê bi xwendina helbestên Kamiran Alî Berdirxan xwe ajot. Ger em wek risteyên helbestkar hîs û hestên xwe bînin ziman; brayê min/min fikra welêt û havîna wî/ji dil û canê xwe re qesrek ava kir.
Belê cangoriyên vî welatî bi dil û can qesrek ava nekirin lê welêt ji nûva ava dikin. Gelo dîplomat Kamiran van rojên dijwar de li kêleka rêhevalên xwe ba, wê çawa tevbigirtana? Emê ti car bersiva vê pirsê hîn nebin. Lê em dikarin pêşbîniyek bidin ber xwe: mala we ava, em ji do çêtir in!
Ev her sê mehên havînê bi risteyên Seyda Kamiran hêdî hêdî, yeko yeko hatin xwendin. Em mabesta xwe ji helbesta Seyda Kamiran bi çend risteyan keys bikin.
Ji helbesta bi navê “derman” de dibê; Havîne dilê min/ava sar dixwaze.
Tiştê ku di serî yek car ji xwe re cih amade dike, kul û derdên welat in. Dîrokek kin yên welat e. Kin, dibêjim belkî neheqiyê dikim, lê bo me Kurdan gelek dirêj û dijwar bû, wextê ku me derbas kir. Rojek ji bo serdestan û mêtingeran bîst û çar seat be, lê bo me rojek teqabûla sê rojan dike. Welat û taybetbûna welat di helbestên wî de rola sereke ye. Çiqas bi rastiya welat û bi rewşa wî re girêdayîbe jî li hemberî wê ewqas xiyal, hêvî û pêşbîniyên wî dixweynin.
Kamiran Bedirxan jî wek nifşê xwe rola “hişyar(î)bûn”ê wek wezîfeyek li dar xistiye.
welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î/tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î.
Ji helbesta “hişyarî” me ev risteyan xwend. Gelek helbestan afirandiye, di her helbesta xwe de hebûna xwe û çanda xwe piştrast kiriye. Bi dengê Şehribana Kurdî strana Heval Kamûran hebû. Strana dilşewat de digot “şehîdê kurdan/şêrê kurdan/heval Kamûran şehîdê kurdan”.
Belê gelek Kamûran ên cangoriyê welatê xwe di rêya xîret û têkoşînê de mîratek ji tinebûnê avakirin. Em hemû stran û peyama wan zanin. Piştî şevên dirêj bi strana Heval Kamûran di xew re diçûm, vêga bi helbestên Mîr Kamiran Alî Bedirxan di xewê re diçim.
Mehên havînan bo min xwendin û nivîsandin nîne. Ev sê meh bo min detoksek bêhempaye. Her tiştî jibîr dikim, tiştê ku nay ji bîr kirin, bêguman rewşa welat û gel e. Xwendin û nivîsandinên ku min li pişt xwe hiştiye wek hewaya şilî di nav axa ziwa de, di terkan/derzan de diherîkî. Lê min dev ji helbestên Seyda Kamiran berneda, her helbesta ku dawî dibû, helbestên din meraq/çavzêlkî xwe keys dikir, dihewand.
Piştî helbestan û vegotina wî ya heqîqî û rasteqîn; rêya ku em tê de dimeşîn çiqas mafdar, xweş, berxwedêr û bo rûmetbûna wê delîl ên xurt in.
Helbestên Hawar û Roja Nû dibe ku meriv wan ji hevûdin veqetîne. Kovara Roja Nû li gor Hawarê bêhtir serbest in. Helbestên ku di Hawarê de hatine weşandin di bin bandora klasîzmê de ne. Lê helbestên Roja Nû ev tesîr û bandor hatiye şikestin. Mijar eynî ye lê forma wê bêhtir ezmûnî ye. Qesta me ya “ezmûnî” gavên ku bo helbestên modern hatiye avêtin.
Pirtûka “dilê kurên min” de em dîroka helbestan nabînin. Lê meriv ji helbestan derdixe ku piştî serîhildana Şex Seîd hatine nivîsandin. Helbesta wî ya bi navê “Şêx Seîd” de peyama ku dide ewe ku têkoşîna welat û azadiya wê her berdewam e.
Çi kes be, çi tevger an jî rêxistinên çekî û siyasî be, tenê ji bo rêya azadiya welat xebitîne. Welat li ser ti kesî nehatiye tapokirin.
Şûrê Şêxê rehmetî/xwîna wî de vemirî/lê Kurdistan hê sax e/ û Kurdistan ne mirî.
Dil dixwaze nivîsek têra xwe dirêj û hurgilî binivîsim lê bo malperên dîjîtal ez ê kin bibirim. Çaxê ev nivîs li ser rûyê rûpelan xwe destnîşan bike, ewê têra xwe hurgulî û analîzên dirêj bê nivîsandin. Bo wî ev nivîs û yên din balkişandinek e û xwîneran haydar kirine.
Kamiran Alî Bedirxan kesek pir alî, nivîskar, helbestkar û diplomat bû. Temenek kin lê têkoşînek têra xwe têr û tijî bû. Gelek herêm û welatên biyanî jiya û xebitî. Li welatê bav û kalan her tim dûr bû. Li welatên xwe li gorî dilê xwe ne helbestan nivîsîne ne jî deşt û çiyayên xwe bi rihetî meşiyane. Mixabin ev sosretbûn hê jî didome. Li gundên welat gundî nikarin derkevin seyranê û bi dilê xwe bigerin. Kamiran Bedirxan di helbestên xwe de ti car bêhêvî, binketî, têkçûyîn û girtî bi awayeki eşkere nedaye pêşiya xwîneran.
Bi eyan beyan ev peyama sozdaran eşkere daye, şoreş berdewam e û armanc diyar e. Kamiran Alî, sewdaserê gelê xwe, karkerê çand û hûnera welatê xwe ye. Piştî xwendina helbestên wî hîsa hevaltiyê di dilê min de peyda bû. Wek rêhevalek, cangoriyek li ber me rêyan vekir. Bi nifşên xwe yê sozdarê gel û welatên xwe rê fireh kirine û bo em rê winda nekin lehweyan rêz kirine. Hin helbestkar henin bi risteyên xwe nêzîkatiyek bêhempa avadikin. Yek ji van helbestkaran bêşik Kamiran Bedirxan e. Bi min di nifşên Hawarê de ji xeynî Kamiran du helbestkarên hêja û jîr bi risteyên xwe, xwîneran dane kêlaka xwe: yek Osman Sebrî ye, ya din jî Cegerxwîn e. Lê teheyula seyda Sebrî û nêzîkatiya wî li gor her du seydayan zêdetir cîdî û sert tê.
Nifşê Hawarê ne tenê nivîskar bûn, wek şervanek tevdigeriyan. Dîplomatên welatên xwe bûn. Mamosteyên zar û gedeyên Kurdan bûn. Sembola nû bûnê û pêşeroje bûn. Destpêka helbesta me ya modern bi Hawarê re bûn. Hêlînek avakirin, bi hemû bêderfetiyên xwe helbesta me ji klasîzme xelas kirin û helbestên ku vêga tên nivîsandin, bi ked û hişê wan ji me re mîrat ma.
Bi saya wan hunermendan, em helbesta modern û dinyaya modern kêm neman. Bi hemû kêmasî û zextên xêrnexwazan me xwe baş hilgirt û em hatin roja xwe. Kamiran Bedirxan wek nifşê xwe, geh helbestên serbest nivîsand geh bi rihê klasîzma kurdî risteyan honand.
Helbestên wî ên di bandora klasîzme de mane gelek in. Bi piranî forma ku bikaraniye wiha ye: 2/2-3/3-4/4-5/5-6/6.
Poetîka Seyda Kamiran ji hevketî an belawela nîne. Di nav rêzek de hatiye nivîsandin. Îmgeyên wî: welat û azadiya wî ye. Yên din bo xurtkirina helbestan e. Di risteyan de derheqê jiyana xwe da jî agahiyan bi rêya sembol û şexsan de dide. Hêmayên sereke welat û azadiya wî be, di bingeha wan îmgeyan de av, deşt, şev, pevçûn, serhildan, çiya û hwd. bi rê va dibe.
Kamiran Bedirxan ji ava rastiyê, rêya heq derneketiye, helbesta xwe bi vê nêrîn û nêzîkatiyê pişt rast kiriye. Civaka xwe baş naskiriye, di nav damara wan de geriyaye û mijarên heyatî/sereke poetîka wî rakiriye ser lingan. Xiyalên wî, xwestek û arzuyên wî di çend astan de derbas bibe jî xwe bi azadiyê ve hişk girêdaye. Ji baweriyê pê va meriv nikare ti şîrove û analîzê bike. Hemû derî û rê leqayên baweriyê tên. Bawerî û sebra dilan îro derbên mezin bixwe jî hêviya pêşerojê ti car qut nebe.
Helbestên Hawarê piranî li ser esasê-bi taybetî bi dengê klasîzmê hemhale. Dawiya risteyan de, ne bi temamî be jî, bi yek dengî/hevdengî dawî nebûbe jî giranî û meyla dengê helbestan me dibe kêleka helbestên klasîk. Di helbestên wî de rengê welat xuya dike. Nîdayên ku aîde zimane Kurdî ne, bi “O” olan daye. Mînakek ji helbestA “Axa o! Axa o!” de em vêya dibînin. Xweserbûna zimanê Kurdî û kodên wî xweş û di cih de bikaraniye. Mînakek din em dikarin ji helbesta “Sêvoka Hecî” bidin.
tev lo dilo/tim lo dilo/dil bi kulo dilo…
Gelek mînakên me henin derbare van risteyan de. Dîsa ev helbest li gor helbestên din dirêj e. Meriv dikare vê helbesta Seyda, têxe bana helbesta çemî û bi nav bike. Helbest serbest û serkeftî ye. Di ser de jî em dikarin vê tespît bikin ku ev helbest wek çîrokek hatiye honandin. Çîrokên rasteqîn wek menzûm/helbestkî hatiye nivîsandin. Çîrok bûye helbest, helbest bi rengê rastiyê hatiye pêçandin. Ger hûn bêjîn helbesta Kamiran Ali Bedirxan û nifşên wê çi ne? Ez ê bêjim welat e, rastiyên welat e, hêviyên welat e, dîlgirtiyê gel e. Ji xwe nifşên Hawarê li ser vê esasê xwe pêşva birine. Xewnên ku dibînin jî rast e. Hêvî har kirine, li pişt serokên Kurdan bûne. Bi her serîhildana gel bi hemû hêzên xwe li pişt wan sekinîne, çimkî meseleyek wan ên welat hebû. Ne li pey îmtîyazan serî tewandin ne jî koleyên konforê bûn, di cihê xwe de gazînan nekirin, destên xwe û hemû jiyana xwe bo welat kirin bin keviran. Apê Osman, Seyda Cegerxwîn, mamoste Qedrî Can, Heval Kamiran û Mîr Celadet Berdirxan û navên ku nay bîra min li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim.
Helbestên Hawarê û Roja Nû ne tenê destpêka helbesta modern bû, ji aliyekî ve tomarkirina jiyana rojane bû. Kamiran Berdirxan peyva “xew” kêm zêde di helbestên xwe de gelek derdixe pêş. Metafora xewê hinek rev e, hinek li ser bûyer û meseleyan bixweçûyînê/razanê hem jî jiyana ku tûj û zalim e navberkek kin e, bi bîr xistina xew dawiya dawî xewna azadiya welat e.
Ji helbesta “Koçera mîran” em du risteyek bixweynin; “koçera min, ji xewê rabe koçera min./Buhara pêşîn e; mêrg û solîn bi bêhn û reng in, ba serxweş e, kanî sar û bi kêf û guşguş in, hezar strana evînê dixwîne.” Kamiran Bedirxan gelek li ser stranan sekiniye. Kamiran, têkiliya helbest û stranan bi hev re girêdaye. Dibe ku ev tevgirtin di serdema wan de pêş be. Çimkî din ava gel de tesîr û bandora stranan ji helbest û wêjeyê zêdetir e. Helbestên seyda jî wek nifşên wî li gor şêwaz û awaza helbestan bo stranan amedeye û bo beste kirinê jî riste xweş diherike, di bingeha helbestan de mûzîka kurdî xwe veşartiye.
Di helbesta “Strana Dilan” de ev her çar riste kalîteya mûzîkalîtaya wê destnîşan dike; Xwesteka min tu î/dengekî çak/kaniya zelal î/wek berf î pak… Tiştê ku tê xwestin ew qas kin û zelal e. Ji bilî vê qelebalixek bêmene ye.
(FY)


