Her kes meneya hesûdî û fesadîyê dizane. Ji ber ku di qodên kes û civakên bindest de ev herdû rewşên kambax gelek serwer in. Serwer in û hinek tevlêhev. Lewre hema bêje her kes hem fail-kiryar e hem jî mexdûr e. Hem hesûd hem fesad, hem jî ji ber hesûdî û fesadîyê bextreş. Zaroktîya ku hema her kes dibêje xwezî bi wan rojan… jî di bin sîya hesûdî û fesadîyê da derbas dibe. Loma jî mêr û bi taybetî jî jinên li zaroktîya me qet jî kêfxweş û dilzelal nebûn. Di nav lepên van herdû belayan da diperpitîn. Hesûdî li ser hesûdîyê, fesadî li ser fesadîyê.
Helbet sedema wan a bingehîn bindestî ye. Her tiştî welê ji me stendine ku ji bilî van herdû rewşên merezdarî û xwînmij tiştek nemaye. Lê ji bo ku ev herdû nexweşî di patolojîya hema bêje tevî civatan de derdikeve pêşberî me,em nikarin bêjin mirovên bindest tenê di bin tesîra kodên hesûdî û fesadîyê da ne lê yên din pak û zelal in. Na, heta ku mirov û civak bi xwebûnîyek çê ji qeyd û bendên xwe û hev rizgar nebe,dê ev kambaxî bidome.
Îja welê ye ku ev her dû rewş ketine her kirasî û xwe bi her awî derdixin pêşberî mirov. Mînak: Kirasê entelektûel. Di vî kirasê da wek rexne û analîz dixwîyê gelek caran. Lê dema tu li binî dinhêrî, dibînî ku ew herdû kod li ser kar in. Mînak: Fesadî!Goya analîzan dike, lê digel tevî têgîh û konseptên zanyarî, polîtîk, edebî û felsefî jî fesadîyê dike. Behsa hinekan dike mesela. Xwe bi wan re muqayese dike, wan bi hinên din re, hinên din bi hinên din re. Keviran davêje hinekan dixwaze hinekan bilind bike, hinekan bike bin erdê hinekan ji defteran bavêje. Tenê ew baş e lewre, tenê ew rast û tenê ew zana…
Yanî armanc ne bipêşxistin û bipêşvebirinek netewî, civakî û ronakbîrî nîne. Lê goya kêmxistin û bilindkirina hinekan e. îja ev fesadî nîne çî ye? Kanê ew objektîvîzma zanistî û pozîtîf, ew keşifkarîya dilpak ku rastîyê rasttir û bilindtir dike?
Helbet hesûdî jî di vê rewşê de nexweşîyek gelek giran e û di bin tevî rêbaz û kirasên edebî îdeolojîk û felsefî de jî karê xwe dike. Mesela ji hemû kesên ku rebenan bi çi kul û halekî be jî xwe bi pêş xistine û keştîyek ji kaxiz be jî çêkirine û avêtine avê, aciz in. Li qulpan digerin ji wan re, li qusûr û kêmanîyan. Heyran jixwe kes bê qusûr nîne ku tenê dema mirov ji dil û bi dil bimeşe, dighîje hin heyamên derûnî, kesanî, polîtîk,çandî û civakî. Lê na, îllem gere ji bilî xwe her kesî li bin erdê xin. Gere tişt û qabilîyet û qelîteya ku bi wan re tine, yan jî hem bi wan re heye, hem jî bi awayên cûrbecûr, bi yên ji bilî wan re jî heye nebînin. Her wiha dikin ku heyfa bê qabilîyetîya xwe jî ji yên derdorên xwe bistînin. Ji bo ku bi wan re tine gere bi kesî re jî tinebe û ku hebe jî heram û bê qîmet e. Yanî çima bi wî/wê re tine gere bi kesî/êre jî tinebe. Ku hebe jî şaş û bêmene ye. Tew îja ên wiha dema biqasê serê derzîyê be jî bi pêş de diçin an jî tiştek dikin, serî û guh ji mirov dibin. Mêşê dikin gamêş, kêçê dikin hirç. Çiqas pêşketina xelkê biçûk dibînin û bi analîzên xwe yên ronak û giranbuha wan li bin guhê erdê dixin, behre û çêyîyên xwe ewqas radikin asîmanan.
Hesûdî û fesadî, du gotinên tehl û tirş in belê. Bes lazim e mirov tev bi mîkroskopek li têkilî û analîzên xwe, li sohbet û gotinên xwe yên hundirîn û derveyîn binhêre. Em çima û çawa behsa tiştan û mirovan dikin? Analîz û rexneyên me çima herî pir ji bo ên wek me…ji bo kurdan û jinan tûj û bê însaf in? Çima em dikin û nakin ji xwesteka bêîtîbarkirina kurdên ne wek xwe têr nabin? Çima pêşketina kurd û jinên din li xweşa me naçe û em nikarin têkilîyek sîmbîyotîk deynin? Hebe tinebe zikreşî û gotintehlî. Hela jî dema ev hal û ehwal li ser navê kurdîtî, kurdhezî û jinparêzîyê derdikeve meydanê rewş xerabtir dibe.
Kole ji hev hez nakin. Ji xwe jî hez nakin lewre. Dê çawa ji yên wek xwe hez bikin ku? Xwe dibînin di çavên hev de. Lê gava nabînin û rastê rewşên cuda,nebes be jî pêkhatî tên, jerjûran li hev vala dikin. Hesûdî bi pêsîra wan digre û nema berdide. Binêr, tu na, ew xwedî vê rewşê ne, te na, wan dorpêçê şikand û ew gihîştin vê derê û hwd…hwd…
Jixwe fesadî jî ji vir lepên xwe dirêj dike. Ne çavdelalî û dilzelalîya entelektuel dimîne, ne objektîvîzma zanistî ne jî hevtemamkirin û jihevhêzgirtina ronî û bi rûmetdarî. Bêhn li xwedîyan jî diçike, li jîyanê jî. Paşê dibe stres û depresyon, davêje kezeban û kuxt û kuxt!!
Em bi werema tekrarê ketine welato.
Kuxtekuxta me ji ber vê ye (ji helbesta min a bi navê “welato” weş. Aram)
Wek ku lazim e em tam ji vir û vê kêlîyê bizivirin û li kodên ku me şarz dikin û birê dixin binêrin ne?
Hesûdî û fesadî an dilzelalkerî, zanyarîhezî û kurdfîrazkerî?
(MR/AY)







