Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heke weke demên berê min ji hêza başkirina li xwe mikurhatinê bawer bikira, min ê çi jin çi mêr ji xwendevanan bipirsiya; min ê bigota, de ka bibêjin. Kî ji we heye, tenê ji ber ku jin bû, jinek ne êşandiye? Ne qediya. Gelo di nava we de ti kes heye ku vê, bêyî bizanibe, bêyî bixwaze kiribe?
Ji zû de ye ku ez ji hêza başkirina li xwe mikurhatinê bawer nakim. Ez di nava tarîtiyê de ji merheleyeke din a dilsafiyê mezûn bûm. Ji vînparêziyeke besît a ku di demeke jiyana me hemûyan de ne tenê ji ber hêsaniyê, ji bêsebriyê û gewîtiya hêviyê zeft dike…
Ji bo zalimên hov, li xwe mikurhatin gelek caran dibe sparteyek ku xwe dixin paş wê.
Ji ber wê jî ez biqîrînim û bibêjim “’jinan neçewisînin” wê çi fêdê bike. Veguherîn ji guhan dest pê nake.
………
Jin, dijûneke. Em hemû vê dizanin.
Dehfik e, çirav e, pê nebawer e, tirsonek e. Gef e. zorbazî ye.
Dewlet, malbat û hemû rêxistinên erkê, li ser wê bingehê hatine avakirin ku mêr ji jinê diparêzin.
Baş e, gelo ew mêrbûna ku bi ewqas tundkariyê tê parastin, gelo wê çawa bikaribe bi vê tîzektiyê erkê bimeşîne?
Jinê li gorî erka xwe dixe şêweyekî, navekî lê dike, diçewisîne, dipelixîne, heke hewce bike, dikuje. Yanî bi vî awayî dimeşîne.
Mêr, ji ber tirsê dikuje.
Ew kesên ku wezîfeya leşkeriya pîroz kiribin, baş dizanin. Dema mêr bi awayê komî li cihekî tên asêkirin, dema dibin koleyê erkeke mezintir a divê şik jê neyêkirin, bi awayekî ecêb, bêhna wan fireh dibe. Di vê demê de hemû tiştên dizanin derbarê mêrbûnê de ye didin aliyekî ku dizanin ev rewş demkî ye û di vê demê de bêyî li hember derkevin, ji bo hemû biçûkxistinan amade ne. Baş tê bîra min ku çawîş bi gotina “keçikno” bang li qawîşê dikir. Kesên ku leşkeriyê dikin li hemberî wan gotinan hema hema bibêjin gelekî nazdar dibin ku li kolanekê ji wan re bêgotin, wê bibe sedema kêrkirinê.
Ev, ji me re behsa hin tiştan dike, ku divê tekez em çareser bikin.
…………
Nazikbûna mêran, parastina xwe bi hêrsbûnê dike,
Mêr bi piranî nikarin hêrsa xwe kontrol bikin. Hêrsbûn ji bo mêran şeref e. Çeleng e. Gelek caran çavê mêran sor dibin.
Yek ji wezîfeyên bingehîn ên jinan jî, aşkirina mêran e. Helbet bi gotinên xweş û bi dilovaniyeke şikestî.
Mêr ji wê hestê gelekî hez dikin ku dema hêrs dibin, bên aşkirin. Di rastiyê de kurteya jiyana jinan e ev. Jin ew tiştê ku di navbera mêr û hêrsa wî de dijî. Ev, em dizanin erkeke wisa ye ku tirsa mirinê li ser heye.
Xweşbînî li rewşa wî mêrî tê kirin ku ‘hêrsa wî rabûye’, ‘çavê wî sor bûye’. Ji ber navtêdan di sûcê wî de heye, cezayê wî tê xistin û tê xelatkirin. Jina ku mêrê bi dehan caran lê dabe, xwestibe wê bikuje, kuştine, tenê dikare van tiştan di xewna xwe de bibîne. Bi kurtasî hêrsbûn, navtêdan tenê ji bo mêran hene.
Hejmara imtiyazan ewqas zêde ye ku bi hejmartinê naqetin.
Ew rihê seferberiyê, atmosfera xwecihî û milî ya li nava civakê tê belavkirin, van imtiyazan xurtir û zexmtir dike.
Min di nivîseke xwe ya kevin di nivisîbû ku jineke kurd, bi dehan caran rastî tecawiza leşkeran hatiye, pêşiyê hiştibû çapemeniya mezin hêrs bibe. Ez wî tiştî ji bîr nakim ku Ozkok, bi devê girêz heqaret li min kiribû û giliyê min li ba dewleta xwe kiribû. Ji ber ku leşker tecawizê nakin.
Li gorî bekçiyên erkê, heke behsa tecawiza komî ya li hin bajarên biçûk li zarokên keç hatine kirin, bikin, ev jî gelekî dilşikên e. Qedexeye ku mêran weke keriya tecawizkar binav bikin. Weke Qetlîama Ermenan. Weke bûyereke munferit tê qebûlkirin.
………….
Mêr, çiqas di nava diranên mekîneya erkê de dieciqe, bêhtir jê dike, belav dike, perçe perçe dike û dikuje.
Baş e, gelo azadbûna mêran wê ji ku dest pê bike? Helbet bi jêpirsîna her cure erkê.
Helbet gelekî zehmet e ku xwe ji wê rola şerkeriyê ya erk her gavê dixwaze wê dahf bide, her gav xwe bi bîra wê dixwe paqij bike. Bi ser de jî, zimanê erkê, erkperestî ne tenê taybetmendiyeke mêran e. Li hemberî bendewariyan û daxwazan û arezûyan mêr divê têkoşîneke zehmet bide. Heke ku tu xwe bi dest berde, her tişt hêsan e. Rewatiyeke wiha yê mêrbûnê heye ku ti kes hebûna wê napirse.
Heke ku wê bibe mirov, divê bi tirsên xwe re rû bi rû were.
Divê li gorî wê qaîdeyê bijî ku bêyî ku hezkirin, nefret û namûsa xwe bi mirinê bipîve, bêyî ku hêza xwe li ser kesên lawaz biceribîne. Lazim e em ji wê atmosfera mêrbûnê derkevin ku dilşikenandinê weke gotinlirû, bêedebiyê weke wêrekî, hesûdiyê weke evîn, kuştinê weke namûs dibîne û cîhan li me hemûyan dike zindan.
Ji zû de ye dema wî tiştî hatiye ku hemû cîhan divê jina di nava xwe de keşif bike û wê azad bike. (YT/HK/FD)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses