Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Destpêk: Strana hirçan
Tê gotin ku “çil stranên hirçan hene her çil jî li ser rêrîyan e” ya me jî wek wê ye. Divê li her tiştên dibin(erê rewşa jinan jî tê de) em bi têkçûna gerdûnî ya bi guherîna îklîmê binêrin. Qey min zêdegavî kir? Xwedê ne tam welê ye!
Dîmenê giştî: Greta – Chomsky – Atwood
Keçeka 15 salî ya aktîvîst heye navê wê “Gretaya Mang-gir” e. Di dema hilbijartinan de her roja Xwedê çûye ber deriyê parlemana Swêdê û neçûye dibistanê. Wê gotiye “di demekê de ku dizanim di dîroka mirovatiyê de em rû-bi-rûyê felaketa herî mezin dibin çaw ez ê xwe di ewlehiyê de hest bikim.”
Gretaya 12 salî felaket ferq kiriye.
Dema min cara pêşiyê germbûna gerdûnê bihîst min got: Na, ev ne rast e. Çênabe hatibe wê astê ku hebûna me biêxe di xetera tinebûnê de!”
Çima ez welê fikirîm? ez welê fikirîm ji ber ku heke ne welê bûya divîya me behsa ti tiltên dî nekira.”
Piştî hilbijartinan jî Gretaya Mang-gir çalakiyên xwe domand. Li xwenîşandana ji bo guherîna îklîmê wê li hemberî 10 hezar kesan bangî xelkê kir ku ew li ber xwe bidin.
Bi ser her tiştî re li Awistiralyayê li dibistanên xwendina navê û li lîseyan xwenîşandanên girseyî yên herî mezin ên wî welatî dê bê pêkanîn. Wê axiftinê îlham daye vê xwenîşandanê.
(Divê em diyar bikin ku pêşîkêşên xwenîşandanên li Awistiralyayê keç in.)
“Greta Grevde”- 2. Ders: Dersleri Asarak Verilen Sivil İtaatsizlik Dersleri
İklim İsyanı Dünyaya Yayılıyor!
Erê dema em li ser difikirin ji bilî wê her tişt bêwate dibe. Bi vî awayî aktîvîsta xwendevan Gretayê em hişyar kirin. Ew kesê duyem ê me hişyar dike jî akademîsyenekê aktîvîst, Chomsky e ku zêdetirî sed kitêban nivîsîye.
Paşê jî helbestkar-nivîskar û mûcîdê bi navê Margaret Atwood em hişyar kirin. Margaret Atwood nivîskareka ji Kanadayê ye. Wê li ser guherîna îklîmê romanek nivîsîye bi heman navî rêzefîlmek jî hat çêkirin navê wê “çîroka jina ji bo zayinê” ye. Mijara fîlm û romanê ew e ku jin têne guhertin û mêr wan welê dikin ku bi tenê kêrî zayinê têne.
Wê li ser vê mijarê rojên destpêka meha Hezîranê li British Libraryê gotarek pêşkêş kiriye û du rojan li ser vê mijarê bi awayekê berfireh axiviye. Li gor Atwoodê rewş gelek zelal e. Guherîn ne bi tenê guherîna îklîmê bûye guherîna her tiştan bû.
Erê jin? Guherîna îklîmê dê rasterast bandor li jinan bikira.
“Lehî dê rabin, ax dê ziwa bibin û bi vî awayî dan û nan dê nemîne. Dema kêm bibe edaleta ji bo parvekirinê dê ji niho hêj kêmtir bibe. Ji ber wê bara jin û zarokan dê ji niho kêmtir bibe.”
Atwoodê eşkere kiriye ku bi guherîna îklîmê hizûra civakî dê nemîne şer dê derbikevin. Ew dibêje:
“Jin di dema aştiyê de dikevin di rewşên xerab de, di dema şerî de dikevin rewşeka gelek xerab de.”
Under Her Eye: Women and Climate Change
Margaret Atwood: women will bear brunt of dystopian climate future
***
Guherîna îklîmê – Guherîna her tiştî – guherîna qederê
“Guherîna her tiştî” ji bo sed milyonan keçan rasterast “guherîna qederê” ye. Par dawiya salê rojnamegerê lêkolîner, Gethin Chamberlainî li ser keçên di emrê zarokatiyê de têne zewicandin hevpeyvîneka muazzam amade kiriye.Di destpêka hevpeyvînê de wek şimaqekê li me bide mijarê tîne bîra me:
“Gelo ji ber çi guherîna îklîmê nifşeka dî ya keçên di emrê zarokatiyê de zewicîn çêdike.”
Why climate change is creating a new generation of child brides in Africa
Chamberlainî gotiye ji bo guherîna îklîmê her kesan fikra xwe heye. “Ji bo hinekan giravên nû dê ji nav qeşayê derkevin û firsetelk e, ji bo hinekan bajarên li bin avê mayîn e. Ji bo keçên Efrîqayî ew e ku ew ê li ber deriyê xwe zarokên xwe danin kuşa xwe û li hevalên xwe yên diçin dibistanê binêrin.”
gelek pispor difikirin ku hem ew rastîyek e hem jî krîzek e ku her ku diçe mezintir dibe: Encameka rasterast ya guherîna îklîmê nifşekê keçên di emrê zarokatiyê de zewicîn çêdike.
Projeyeka bi navê Bûkên Rojê heye, bi fona rojnamegeriyê ya Navenda Rojnamegeriyê ya Ewropayê hatiye amadekirin. Malbatên keçên di emrê zarokatiyê de zewicîn çîrokên xwe gotine. Hemî gotin li me nas in. Îklîm diguhere, dema hatina baranê diguhere, baran derengî dibare, hin derên baran nedibaran lehî radibe. Rewş gelek xerab dibe. Malbat dikevin di rewşeka xerab de. Tenê çareyekê dibînin, keçên xwe yên hêj 13 salî dizewicînin.
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, sala 2015ê diyar kiribû ku ew texmîn dikin 4 milyon û nîv keç ji 15 saliyê biçûktir zewicîne. Li gor texmîna wan her roj 37 hezar zarokên keç ên ji 18 saliyê biçûktir dihatin zeewicandin. Her roj 37 hezar zarokên hatin zewicandin! Li gor hesaban bi tenê li welatê bi navê Malavî ji sedî 30-40 sebebê zewicandina zarokan guherîna îklîmê û xêzaniya bi wê yekê peyda bûyî ye. (agy)
Li gor Bankeya Cîhanî û rêxistina Parastina Zarokan li welatên feqîr ji her sê keçan keçek ji beriya bibe 18 salî tê zewicandin.
Ev jimar diltezîn in lê hin jimarên dî jî hene. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku heke rewş wek 2015ê bidome. Li Efrîqayê zarokên keç ên hatîn zewicandin dê heta 2050yê bibe du qetên xwe û bigihe 310 milyonan.
More than 20,000 underage girls marry illegally each day, claims study
Li gor rapora UNICEFê ya 2018ê rewş hêj xerabtir e. Li gor raporê, jimara keçên ji beriya bibin 18 salî hatîn zewicandin gihaye 700 milyonan. Ev kes ne bi tenê ji zarokatiya xwe bûne herweha ew ji civakê tecrîd bûne. Ew ji piraniya têkiliyên digel malbat û hevalan re mehrûm in. Ew ji çavkaniyên maddî û meinewî mehrûm in. Rêjeya wan a perwedebûn û karkirinê hima bêje sifir e. Tiştê xerabtir jî ew e ku rewşa ciwanên niho û nifşên bê jî xerab e. Li gor hesaban di 12 salên bê de ev jimar dê ji 700 milyonê bibe 950 milyon yanî hima bêje dê bibe milyarek. Milyarek zarokên zewicîn.
Child Marriages: 39,000 Every Day
Me di vê nivîsê de bi tenê cih da “Zarokên Zewicîn” û me pirtirînê nivîsê ji bo guhertina îklîmê cida kir. Me behsa bihêzkirina keç û jinan, digel mêran wekhevkirina şert û firsetan nekir. Heke em bi tenê behs atiştekî bikin:
Li gor Rapora Pêşketinê ya Dikare Bidome ya 2018ê li Başûrê Rojavayê Asyayê di salên 2000-2017ê de rêjeya zarokên hatîn zewicandin ji sedî 40 kêm bûye. Digel vê yekê jî diyar e ku ji bo guherînê gelek kêmayîyên bingehîn hene. Neteweyên Yekbûyî di Rapora Pêşketinê ya Dikare Bidome ya 2018ê qet cih nedaye guherîna îklîmê û bi vê yekê guherîna jiyana civakî.
The Sustainable Development Goals Report 2018
Di vê nivîsê de ji zarokên zewicî zêdetir em cih bidin rêjeya zarokên bûyîn ducanî yên li Tirkiyeyê bikin(Piraniya wan zarokan ji Sûriyeyê ne) dikare baş be.
Li gor nûçeya Bariş Terkogluyî ya li ODA TVyê, di sala 2017ê de li nexweşxaneyekê 392 zarok hatine dermankirin lê dadgeh û berpirsên edlî ji vê yekê nehatine agehdarkirin. Piştî ev skandal eşkere bûyî serdozgerîyê doz vekiriye.
Û, skandala duyem! Li Stenbolê eşkere bûbû ku di 5 mehan de 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyekê lê berpirsên edlî ji vê yekê nehatine agehdarkirin.
Li gor nûçeyeka Birgunê ev rêje bi tenê “dûvê gayî” ye.
Hamile çocuk skandalını ortaya çıkaran uzman: Bunlar buz dağının görünen kısmı
Erê têkiliya vê yekê bi guherîna îklîmê re heye? Mixabin divê em ji bo vê yekê jî bibêjin “belê û gelek.” Yek ji sebebên bingehîn yên barkirina xelkê Sûriyeyê jî ew e ku bi nebarîna baranê erd ziwa bûne û zewî beyar mane.
Profesör Harvey Weiss ile İklim ve Uygarlık Üzerine Bir Söyleşi
Ka em ji aliyê dî ve li mijarê binêrin: Em dikarin qederê biguherîn
Di dema rewşa herî xerab êdî mezin bûye û berçav bûye de hin tiştên erênî jî bûne. Aktîvîstê bi navê Andrew Simms difikire ku qeder dikare bê guhertin. Ew yek ji çêkerên kampanyaya The Rapid Transition Alliance (Hevgiriya ji bo guherîna mezin).
Simmsî meha borî li rojnameya Guardianê nivîsek nivîsiye. Ew dibêje di civakê de hin normên nû derketine û divê em wan geş bikin.
Li gor daneyên zanistî. Em dikarin gelek encamên xerab û felaketên bi guherîna îklîmê çêbûyîn bi plandanîna bajaran û guhertina tevgeran asteng bikin.
Ew diyar dike ku civak êdî bi lez diguhere. Wî behsa tevgera jinan ya #MeToo(#EzJî) kiriye. ew tevgerek bû ku di demekê kurt de belav bû û hegemonyaya mêran li erdê da. Nimûneyeka dî jî ew e ku tevgera veganan li gelek welatan bilind dibe.
Simmsî gotiye #MeToo hêviyekê dide wî. “Em niho jî dikarin guhertina îklîmê bisekinînin.”
The speed of #MeToo gives me hope – we can still stop climate change
Paşgotin
Margaret Atwood rast dibêje guhertina îklîmê guhertina her tiştan e.
Ê, nexwe – Ka em jî her tiştî biguherînin.
(ÖM/ŞA/APA/MB)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses