Gotineke wisa heye ji berê de; "Berîya her tiştî, gotin hebû". Belê ev gotîn rast e. Her tişt bi gotinê dest pê dike...
Nivîskarê hêja, hemwelatîyê min î qedîm Baron Mıgırdiç Margosyan; mamoste û westayê gotinê ye...
Gotin, di zimanê wî de rast dibê. Tilsim û sihra gotinên wî, di ser pênus û rupelan re yekîtiyekê ava dike; dawiya dawî wêje, ji bajarê qedîm derdikeve holê...
Sala 1990'an bû, min bi rasthatinî dît. Di pirtûkxaneyekê Amedê de pirtûkek bala min kişand. Pirtûk, bi zimanê Tirkî hatîbû nivîsandin. Li ser bergê; "Taxa Fillan - (Gâvur Mahallesi)" nivîsî bu. Nivîskarê wê jî Mıgırdiç Margosyan bû. Heta bi wê rojê jî, min hema qet nawê wî camêrî nebihîstî bû...
Min di şevekê de pirtûka wî ya xweş xwend. Pirr kêfxweş bûm.
Ev filleyê Dîyarbekrê yê ezimşah kî bû gelo?
Ji ku hatîbû mala me, kî bûbû mêhvanê ciwata me?
Bala min kişand. Nav pirtûkê de digot ku; "Margosyan mamoste ye. Wî di Zanîngeha Stenbolê di Fakulteya Wêje û Felsefê xwendîye".
Min bi qederê du salan şopa wî gerand. Rojekê xwe bi telefonê gihand min. Dengê wî zîz bû! Got; "Erê, li Dîyarbekrê jî, pirtûka min tê xwendin, e..."
Wê çaxê hişê min hat serê min û ez tê gihîştim. Em deyndarê Margosyan, hemwelatîyê min û kevn bûn...
Wext derbas bû!
Mamosteyê hêja hat welatê xwe, bajarê xwe...
Ez, bi tevî xwendekarên Amedê, û hemî dostên Margos xoce, li ba wî bûn...
Dilsariya wî ji holê rabû...
Ameda bajarê qedîm, (gelê Ermen dibên Dikranagerd); naskirî bû, Mıgırdiç Margosyan kî ye!
Daxwazîya min ew e ku; çend gotinan jî li ser pîrtûka Margosyan, Taxa Fillan bêjim.
Dibên ku! "Min pirtûkek xwend û ez têkçum" Ev gotin, gotineke di cihê xwe de ye. Tenê pirtûkeke wî yê hêja, bi destê Baron Margosyan de bû, hat Dîyarbekrê. Raman û dîtina min guhart!
Gelo xwendekarên ezîz, hûn qet bi rêberîya Margosyan, li Xançepeka qedîm ketine geştê. Heke ku hûn negerîyabin, li Xançepekê û li Taxa Fillan, we tu der nedîye ji we re bêjim, guneh ne li stûyê min...
"Aha ev derîyê kesk Mala Momozan e. Ev xaniye di kûçeya alûlê de, mala Meyxaneçî Biro ye. Ev xaniyê kevnar, Mala Gundê Satî Emîn Axayê Bavê Beyar Karakaş e. Ev jî Mala Ergûn Ayike, serokê Dêra Ermen Surp Giragos e. Ev deriyê şîn, mala Agobê zikmazin e. Ev deriye kesk jî, mala xwarzîyê min e, mala Zavên in, bavên Maxak û Wartan..."
Di nav pirtûka wî de gelek kesên ku mîna lehengen romanan henin...
Ji Ker û, hesp û qantiran re, cilk û palasan çê dike Palanker Serqelişt Vanes, Mala Bedewan Meryem, Qelaykêş Sago, Pûşîkâr Samo, Karker Siko, Çavşaş Dono, Hecî Nono, Çangoç Uso, Hesînkâr Dîkran, Şagirt Girbo, Keşe Arsen, Goşkar Eguş, Hesînkâr Mêro, Necar Nîşo, Nalbend Henuş, Etar Kildanî Usifê Kor û Berber Yakub...
Jinên Ermenen ji hene di nav van kesen de: Kûrê Mama, Xûşka Eğso, Kûlek Tume, Xûşka Pîrûş, Pîrika Saro, Xûşka Lusye û kesên din. Temamê wan bang dikin; werin seyrangahê Amedê û werin serdana me.
Û geleken din, hemû bi hev re, di nav sukên Amedê de, silav û hurmetê nîşan didin ji herkesî re...
Mıgırdiç Margosyan, belê, bi zimanê Tirkî dinîvise. Zimanê wî yê dayîkê, Ermenkîye. Lê belê, Kumnacîya wî jî heye. Gava ku hûn di nav rûpelên pirtûka wî de digerin, wê çaxê hûn dibînin ku, her sê ziman jî bi hev re hatine nivîsandin. Wek di kûçe û kolanên Amedê de zimanê Kurdan û Ermenan û gelên din çawan qise dikin, wek wan...
Bajarêkî qedîm e Amed.
Dîroka Dikranagerd pirr kevn e.
Xanîyê Amîda bi keviren bazaltî hatîye lê kirin.
Çêkirina xanîyên Dîyarbekrê pir zor û zehmet e.
Keviren Amedê dereng germ dibe û dereng sar dibe. Di her xanîyekî de her kevir bi nexş û çandê re awa bûye. Hewceye ku, mirov zimanê van fêm bike.
Baron Mıgırdiç Margosyan, zimanê keviren Dîyarbekr û qewmên kevnare yê qedîm baş di zane. Di nav pirtûka wî de, bîhna xwendekar fireh dibe. Baş e ku Baron Margosyan, wegerîya bajarê xwe.
Tu bi xêr û xweşî, ser serê me û ser çavê me hatî DikranAmedê kekê me yê hêja Axparigê Mıgırdiç...
*Kesekî gotîye xaç û put, carekî din nabe çaput...
Ev nivîsamin li rojname yên agosê 13 gulan 2011 de derket... (ŞD/EÖ)