Ji bo nivîsa bi zimanê Tirkî bitikîne
Serokkomarî diyar kir ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mafê welatîbûna Tirkiyeyê dê bê dayin. Paşê jî got çêdibe xaniyên vala yên TOKIyê ji bo wan bêne dayin.
Ev hewildana berrêz Erdoganî wek kiryareka dewleta me ya ji bo cîranên me yên Sûriyeyî ya bi nîyeta paq û alîkariya insanî hat dîtin.
Li destpêkê,ev kiriyarek e ku mirovan kelecanî dike, hêsiran dibarînin... Lê cihê gumanê ye ku li welatê me bi deh hezaran xelkê bê mal û hal hene digel wê yekê jî ferq û cidayî ji bo Sûriyeyîyên hatîn welatê me tê kirin.
Ji bilî vê yekê ji beriya ku mafên penaberiyê û bi wê nasnameyê derfetê entegrebûnê ji bo wan bê dayin, ji nişkê ve dayina mafê welatîbûnê ji bilî rêza li mirovatiyê, tiştên dî jî tîne hişê mirovan.
Ji destpêka komarê ve, asîmîlekirina kurdan wek yekem pirsgirêka dewletê ye. Li destpêkê kurd hatin sûrgûnkirin û belavkirin û bi vê yekê polîtîkayên asîmîlekirinê rasterast hatin birêvebirin.
Plana Şerq û Islahatê ya 1925ê û Qanûna Bicihbûna Mecbûrî ya 1934ê bi van mexsedan hatine çêkirin. Xalên vê qanûnê yên 11-A û 13/3yê rasterast armancên belavkirina nifûsa mezin a kurdan heye.
Ev xal weha ne:
‘’Xala 11-Ayê: Ew kesên zimanê wan ê zikmakî ne Tirkî ye, çênabe taxekê, gundekê an komeka karkeran an komeka hûnermendan çêbike an jî çênabe ew kes, kar û hunera xwe hînî taxek, gundek an jî kesekê/a ji nijada xwe bike.
Xala 13/3yê: Ew kesên ne ji nijada tirkan in divê bên belavkirin, divê bi mecbûrî li gundan, taxan an jî li navçe û bajaran bi awayê nebin kom bêne bicihkirin.’’
Dîyar dibe ku hikûmetan Qanûna Bicihkirina Mecbûrî bi armanca tirkkirina kurdan û asîmîlekirina wan ev qanûn derêxistiye û xistiye mercîyetê. Lê belê dema qanûn di sala 1946ê ji merciyetê hat rakirin, kurd vegeriyan axa xwe ya qedîm û armanca çêkirina qanûnê negiha serî.
Di derbeya 27ê Gulanê de, Komîteya Yekîtîya Neteweyî planeka asîmîlekirina kurdan nivîsî. Serokê dewletê Gurselî jî ew pesend kir. Lê ji ber ku di sala 1961ê hilbijartin hat kirin, ew plan nebû qanûn û çêkirina qanûnê ma ji dema Înonîyê yekem re.
Can Dûndarê rojnameger ev belge di dosyeyeka taybet a Ecevîtî de dît û weşand. Di planê de rêgirîyên radîkal hene ‘’ Ji bo li gor [berjewendiyên] tirkan, guhertina hejmara nifûsa ew kesên li herêmê dibêjin qey ew kurd in, divê ew hejmara zêde ya xelkê Behra Reş û ew tirkên ji welatên derve hatîn li herêmê bêne bicihkirin. Divê ew kesên li herêmê dibêjin qey ew kurd in bên mecbûrkirin ku bar bikin, ji bo barkirina wan divê ew bên fînansekirin [pere bên dayin] û li cihên hejmara tirkan lê zêde ye bêne bicihkirin.’’ Heke ev pêşniyar bibûya qanûn bi milyonan kes dê mecbûr bimana ku ji cihê xwe bibin û felaketeka civakî dê bibûya.
Di salên 1980yê û salên 1990ê de, bi ‘’kuştinên bikuj/qatil nedîyar’’ gelek rewşenbîr, karmend û rêvebirên civakê yên kurdan hatin kuştin. Li ser ti kesan lêpirsîna qanûnî nehat kirin. Ev jî ji bo tirsandina kurdan û ji bo çareserkirina kêşeyê hilbijartina rêyên ewlehîperest bûn.
Di salên paşiyê de pêşiyê gundên kurdan paşê navçe û bajarên wan hatin şewitandin û xerakirin û bi vê yekê [dewletê] xwest kurd ji Kurdistanê veqetin. Lê bi ser neket. Gelê ji Kurdistanê hatîn qetandin di derfeta pêşiyê de vedigerîya. Ji bo çareserkirina kêşeya kurdan divîya rêyeka dî bihatiya dîtin. Tê fikirin ev yek bêmilkkirin e. Ji bo ku kurdên hatîn ajotin, sûrgûnkirin ti rê nebin ku dîsa venegerin ser axa xwe, rêya ketî serê [dewletê] bêmilkkirina wan e. Heke gundên kurdan, axa wan, mala wan karê wan û goristanên pîrik û bapîrên wan bêne xerakirin, sebebek dê nemîne ku ew vegerin û kêşeya kurdan dê careka dî nebe pêwerang.
Hin pispor û sîyasetnasên ku naxwazin bawer bikin ti rêyên çareserkirina ji bilî rêyên ewlehîparêz hene, bi awayekê gelek ciddî li ser ‘’bêmilkkirinê’’ difikirin.
Em nizanin ka berrêz Erdogan çi qasê nêzîkî vê fikrê/tezê ye. Lê ji 25ê tîrmehê ve şerekê dest pê kiriye û didome û tê zanîn planên çêkirina avahiyan yên TOKIyê li cihên şer lê çêbûyîn yên Sûr-Amed, Cizîr, Nisêbîn, Silopya û Qosarê hene.
Li ser milkên dewletê ji xwe re kirî mal, avahî têne çêkirin û ti belge nînin ku dîyar bike ew xanî dê ji bo xwediyên wan milkan bêne dayin. Ne dûr e ku TOKI wan xaniyên çêdike bide wan sûriyeyîyên mafê welatîbûnê dê bistînin. Bi bicihkirina li Kurdistanê ya sê milyon sûriyeyîyan rengê nifûsa Kurdistanê dê bi temamî biguhere. Kurdên ku ji bo demekê ji herêmê çûyîn dê bêmilk bibin û ji ber herêm dê bê bi ereban bê guhartin şertên maddî û me’inewî yên vegerê dê nemîne. Bi vî awayî curreyekê qirkirinê dê bê kirin û bi rêyeka radîkal kêşeya kurdan dê bê çareserkirin.
Gelek zelal e ku xelkên herêmê, hemî îhtimalan bifikirin û bi rêya dadgehan mafên xwe bixwazin û li dijî jixweremalkirina dewletê bin, malên xwe yên xerabûyîn bi xwe ava bikin dê di berjewendiya wan de be. (TZE/EKN/MB)