Di hefteyên dawî de hevserok û parlamenterên HEDEPyê bajar bi bajar digerin. Bakirhan piştî serdana Sêrt, Amed, Batman, Idir û Qersê, îro jî li Erdexanê ye.
“Em ê li gorî gelê xwe tevbigerin”
Bakirhan li bajaran serdana esnafan dike, bi rêveberên saziyên sivîl re hevdîtinan pêk tîne û bi rêveberên xwe yê rexistinên heremî re civînan li dar dixe.
Tiştê ku bale dikişine ew e ku Bakirhanî, li her bajarî dubare dike û dibêje “Me civîn pêk anîn, me rexneyên gele xwe girt, em ê li gorî wan, li gorî daxwazên wan tevbigerin.”
Ev, biryareke girînge, ji ber ku demeke dirêje, di nava dengdêrên HEDEPyê de nêrîneke weke “Guh nadin gel, li gorî xwe û dûrî daxwazên gel tevdigerin!” hebû. Ev nêrîn hîn jî he ye lê wisa xuya dike ku HEDEP weke biryareke navendî dixwazin vê nêrîn ji holê rakin û cardin bibin “partiya gel(an)”.
Gelek kes kevneşopiya HEDEPyê bi gotinên weke “HEDEPyê got em ê bibin partiya gelan lê gelê xwe jibîr kir!” ji aliye gelek dengdêr û siyasetvanan ve hatibû rexne kirin.
Serdanên ku hevseroka partiyê Hatimogullari ji mileke, Bakirhan ji mileke dide meşandin û tevgerdariya parlamenterên HEDEPyê, peyamake weke “Em ê bibin partiya gel jî, partiya gelan jî” ye.
Bakirhan xwedî ezmûn e
Bakirhanî û rêveberên navendî yên nû hatin hilbijartin, ji kevneşopiya HEDEPyê ne dûr in. Bakirhanî ji xwe di DEHAPê de jî demeke serokatiya giştî kir. Pişt re jî bi salan di xebatên partiya xwe yên navendî de cîh girt. Em dikarin bibêjin Bakirhanî, ji rêxistinên heremî heta yê navendî, ji şaradariya heta parlamentoyê, di hemû qadên xebatê de cîh girtiye û xwedî ezmûneke mezin e.
Di demeke xetere de erkek girîng
Bakirhanî û Hatimogûllarî di demeke girîng û xetere de hatin hilbijartin. Em dikarin bibêjin meseleya Kurdan di polîtîkayên çekdarî de hatiyê asê kirin û neha tû hêvî û nîşana çareserîya bi rêyên demokratik ji tune ye. Ji aliye din, zextên li ser siyaseta Kurd jî didomin. Hin bajaran, weke Amed, dixwazin HEDEP tu tevgerî neke. Çi bikin tên asteng kirin, tên desteser kirin, têne girtin. Bi sedan endam û rêveberên wan di hefsan de ne, bi sedan jî ji ber cezayan çûne welatên din.
Çima navê HEDEPyê qebûl nakin?
Ji ber vê yeke jî tevgerdariya HEDEPyê yê hîn jî didome, pir bi qîmet e, ji ber ev tevgerdarî, weke peyameke “Ka binerin, we çi jî kir hun serneketin, va ye em cardin bi rêya xwe de bi gavên mezin dimeşin” e.
Ev tevgerdarî wê roj û hefteyên pêş de jî dewam bike. Ji xwe hilbijartinên heremî di demên pêş de pêk were û wê tevgerdariyeke xwezayî bi xwe re bîne, wê gel jî tevlî vê bike.
Lê cardin em nikarin bibêjin ev tevgerdarî bes e. Pêwîste qadên ku bi salan vala hiştine, qul bi qul tije bikin. Ma ne yê van qadan vala hiştene jî ew bixwe ne!
Ev rojên dawî de min ev rih di wan de dî. Ez hêvî dikim ku wê weke berê, kevneşopiya HEDEPyê wê kokên xwe yên di nava dilê Kurdan de bi de rûyê erdê û wê darên “çinaran” cardin şîn bibin, “pinpinîk” wê cardin li ser kulîlkan bifirin û wê “meşale” cardin tarîtayan ronî bikin.
Berî ez nivîsa xwe bi dawî bikim, Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçeyeke lezgîn li ser malpera xwe weşand. Li gorî nûçeya MAyê Dadgeha Bilind, bi hinceta ku navê HEDEPyê dişibe HADEPê, navê HEDEPyê qebûl nekiriye û xwestiyê bê guhertin.
Ev, ji serî heta binî biryareke siyasî û plankirî ye. Hîn jî hesabên biçûk dikin. Dizanin ku HEDEP weke nav, ji aliyê Kurdan ve hate hezkirin û bi navê HEDEPyê îhtimala ku yên baş nizanin rayên xwe bi şaşî bidin partiyên din jî ji holê rakiri bû.
Lê ne xem e! Em dizanin ku ev kevneşopî, cîhe xwe yê ser pûsûlayê bi bên pîva ye û benan li gel belavkiriye, ji bo ku rayên xwe biparêzin.
(BA/AY)