Gelo tweeta Trump a di dorê da çî ye, çawa ye? Gelo dê kîjan tweet di kêlîyên li pêşîya me da firtonê rakin? Dê kîjan rêzetweet çav û balê bi ekranan ve bihêlin û wek lehîyek hiş û mêjî bidin ber xwe û bibin? Serwer ew in çimkî niha, dilkêş ew, nûjen û destdirêj ew in…
Em xwendekarên li pirtûkxanan bin jî û pirtûknivîsîn wek bagerek xweşik li derdora me be jî, rastîya niha, bagera ku paragrafa jorîn radike ye… Bagera ku rastîya di vê paragrafê da radike, hemû rastîyên din diçilmisîne. Teva ku wan rastîyan; yanî wan pirtûk, pirtûkhez, fikr û raman, xeyal û armancan gelek hêja ne jî diçilmisin. Bagera wan ne bi qasê ya tweetekê ye. Tew êdî tweet ketine cîhê birûskan, cîhê daristan û bostan, şaneşîn û sohbetan jî… Hebe tinebe ew! Ew ji her tiştî rasttir in. Rastîyên ne rast, lê ji her tiştî rasttir…
Helbet em behsa xwexapîn an jî xwefiroşên li vê qadê nakin. Behsa şikîna hukmê qelem, kelem alem û elemê dikin. Zûda şikestiye ew serwerî. Hem ji hêla baş hem jî ji hêla nebaş ve şikestiye. Çî ye ew başî û nebaşî?
Nepirsin niha nepirsin. Jixwe lehîya tweetan welê gurr û bi coş e ku ne pirsîna me xema wê ye, ne jî nepirsîna me!
Dema wê welê hêja ye ku tenezul nake salîseyek jî çavên xwe ji xwe biqetîne. Dema muptelayên wê welê pîroz e ku nikarin saniyeyek xwe jî ji kar û şuxulên fanî re bihêlin. Her tişt gelek hêja û ne hêja ye. Her tişt gelek pûç û tije ye. Her tişt hem heye hem tine ye. Hem diherike hem jî naherike. Her tişt biqasê îşaret û sembol û gotinên li vê firtoneya ne firtone rast û ne rast e.
Daristan û çûyîna daristanê, rê û rêçik, teyr û tilûrên wê, perî û lehengên wê, çîrok serborîyên wê na, sûretê wê yê li tweetek girîng e mesela. Çawanî û çimatîya jiyana rastîn û alema wê na, hukm û resm û rim û humeguma li profîl û sharean girîng e.
Ev çi wext e heyra. Gelo ceyran biçûya?
An jî kî ye fermandarê mezin? Çawa ku niha wiha her tiştê me bi heft prîzan bi heftê deran va girê daye, salîseyek ji me aciz bibe û tevî fîşên me bikşîne, tevî trafoyên me bi hewa bixe em ê çi bikin? Ku dîsa me seferber û kanalîzê bahar û serkeftina ku dê piştî bombebaranên Îsraîlê bihata Îranê bike û hema pişt re em xwe li reqsa bêcan a li sêdaran bibînin, em ê çi xwelî li serê xwe û li serê fîş û prîz û trafo û compîtor û telefon û paşeroj û siberojên xwe bikin? Dê fermandarê me kengê ceyrana me bibire?
Û di çavên wî yên bimbarek de em hemî bi her tiştên xwe dikarin bikin,toza binê pêlava telefonekê?
Ev çi pirsên beletewş û vala ne, ev çi fikrên nedîjîtal, yanî pûç û tijesûc?
Fîşên me nekşîne fermandarê me, em tim seferber û amade ne bo te! Profîlên me biçirisîne, em tim li ber potînên alet û edewatên te hazirbûyî ne!
(MR/AY)







