Fotograf: Pixabay
Em her êvar ji jor ve destên wan ji qevdikê wêdetir dibînin. Me ji ber kirîye şiklê her destkî û awayê lêdana çepikên wî. Ne wek hev in. Yek bi serê çimika tilîyên destkî şelp û hey şelp li yê din dide, hêdîka. Yeka din herdû kulman li qeysa hev li hev dixe zûzûka. Dengek wiha jê yê xwe tîne: çerp çerp û çerp...!
Em di nav re serikên xwedîyên wan jî dibînin. Carina serîkî çîlîspî, rût, ku nava wî wekî nava simîtekê qelişî ye jî li xwarê diheje û xwe şanî me dike.Dîtina vî serî me ji, tahmsarîya dîtina çar destan ji qevdikê wêdetir, pak dike. Ku me behsa serîkî kir, kes dertên holê îja. Kesayetîyek dide dû û pê re hepsîyeke weka min radibe behsa wî kesî dike.
Xwedîyê serê rût Fernando ye. Cîranê me yê qatê xwarê ye, tam li binîya me di daîre nimra 4an de dijî. Bavê kûçikekî reşik û biçûçik e. Di 50 rojên hepsa-malê de, derketina derve ji dê û bavên kûçikan re serbest kiribûn. Loma di nav re vî heywanî ew dibir digerand li dora avahîyê. Berî dema hepsîbûnê dest pê bike min Fernandoyî li parkê an jî di dolmîşa taxê de didît. Kêfa xwe ji min re dianî û serê xwe pêl dikir, bera ber xwe dida.
Fedîyok e Fernando. Ji fanêreyên pemba û sor pê ve tu îşligan li xwe nake ew. Riha wî ya ji ser lêvê berjêrtir di şiklê qursikeke kiçik de ye, qulika qursikê devê wî ye. Mûyên spî yên li ser rûyê wî tev li qeysa hev qusandîne, ji hev ne kin ne jî dirêjtir in. Li bara me ya mehelê li civata xortan rûdinê. Çiqa girrê wî ji futbolê here jî xwe ji dora wan lawikan bernade, qet. Kesî heta niha ew li derve li cem kal û pîrên malnişîn ew ên ku li lokala di bin guhê parkê de ye nedîtîye, narê ebeden!
Ji Şemîyê ve ye azadîya du danan qedeme bi qedeme hatîye îlan kirin. Danên rojê li gor temenî li merivan hatine parve kirin. Hewyan cardin serbest in. Danê sibehan saet ji 8an heta 10an dora me ciwan û naşîyan e. Divê yên bi zaro û yextîyar xwe bernedin nav me, çimkî danê nîvro ji wan re ye. Sibehan li devê Çemê Besós li Fernando rast têm, kes jê napirse, nabêje “heyra tu di saeta ciwanan de li derveçi gûyî belav dikî? Ma ne, me gotibû derketina kal û pîran qedexe ye?Ji xwe jî kes wî ranawestîne ji bo vê lêpirsînê, lewra wî hazirîyên xwe kirine, benikê kûçikê reş î biçûçik li destan e…(MA/FD)