Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Hima bêje ne mûmkin e ku em li Tirkiyeyê jiyaneka derveyî zoradariya mêran xeyal bikin. Demek bi tenê jî tune ye ku ev yek li me neyê kirin, em biawayekê ji dil vê yekê nekin û nîşan nedin. Ji ber ku em biçin kî derê em vî awayê têkiliyan bi xwe re dibin. Em di her têkiliya xwe de vê [zordariyê] ji nû ve çêdikin.
Em vê têkiliyê gelek rihet dikarin nas bikin. Em dikarin wê li otobûsan, di rêyan de, dema xebatê, di nêrînên hemzayendên xwe de, di meydanxwestinan de nas bikin.
Dema em vî cûrreyê mêrbûnê dibînin jî ev yek rêyê li me nagire ku em jî wê dubare bikin. Heke em îtiraz bikin jî bi dengekê nifs dikin. Li ber dengê bilind ê nêrbûnê ew deng bêqedir e.
Çawa jî be ev îtiraza me ya qels rêyê li mêrbûna serdest nagire ku ew xwe ji nû ve çêbike û biguhere.
Ez li Stenbolê li taxeka xir-û-cira wê zêde mezin bûme. Me di salên 90an de gelek wext li kolanên wan taxan derbas kir. Bêyî ku em li ser bifikirin me gelek tişt qebûl kirine.
Mirov paşê hîn dibe ku wek îdiayên mêran ew ne “mert, bihêz, qahîm û bihêz” in ew xwe welê nîşan didin.
Mirov bi serê xwe hînî vê mêrbûnê nabe. Komeka mêran vê mêrbûnê hîn dike. Xwediyê wî tiştê ku wê komê pêk tîne; pere, hêza fizîkî, zanîn, desthilat wê komê bi rê ve dibe. Ew birêvebir ne bi tenê kiriyarên mêran erê dike, herweha wek ofîsa îmtihankirinê kar dike.
Hngê jî wek niho mêrbûn ew bû ku divîya her dem tu ji bo îmtihanê amade bî. Ne di zarokatiyê de, ne di ciwaniyê de, ne jî di dema pîrbûnê de ne rihet e ku mirov ji wan îmtihanan birevin.
Bêguman ne rast e ku em ji bo herkesan biaxivin lê li gor tecribeya min a xwendekariyê û dersdêriyê, dersdêrên mêr hewil didin komek axwendekarên heyranên xwe çêbike û mêrîtîya neteweyî çêbike. Lê jin zêdetir hewil didin zanyarîyan ji xwendekaran re bibêjin.
Li Tirkiyeyê ji bo zanîn û hînkirinê zayend yek ji pîvanên herî giring e. Tesîra îmtihankirinê ya mêran û nîşandana hêzê jî gelek e.
Li Tirkiyeyê her dem îmtihaneka ji bo mêraniyê heye. Mêr hewil didin îmtihanên dî jî bi şêweyên xwe yên despotîk û hegemonîk çareser bikin.
Carinan ev îmtihan bi gotinên “hinekê mêr be” an “ma tu jî mêr î” û carinan jî “tu mêrekê çawa yî” têne kirin.
Li Tirkiyeyê dema ku we vedixwînin îmtihanan bi şêweyeka tehdîdkar, meydanxwez we mecbûrî xw-îspadkirinê dike. Lê welê tê texmînkirin ku ev îmtihan zeîfîya mêran nîşan dide, ev ne rast e. Ev yek alaveka xwe-ji-nû-ve-çêkirinê ye.
Îro mêraniya li tirkiyeyê di krîzekê de ye, zordar û hegemonîk e, bi awayekê gelek xelet ev yek wek zeîfîya mêraniyê tê dîtin. Lê mêraniya li Tirkiyeyê bi van îmtihanan ji nû ve û ji nû ve xwe çêdike. Ew kesên xwe îspad kirîn li ser yên dî xwe disepînin û wê mêraniyê ji nû ve çêdikin.
Ev ferman carinan li otobûsan bi nêrînekê carinan, carinan li bingeheka leşkerî û carinan di tengaviyan de bi refleksan xwe diyar dike.
Em mêr dildarên beşdariya îmtihanan in. Yên ne wek me bin em wek qels, çav-şor û yên kêmayî li mêraniya xwe kirîn dibînin. Ev jî ji bo domkirina îmtihanê rêyek e.
Ev mêranî dîwarekê li dora mêran çêdike, li hemberî mêrên li aliyê dî yê dîwarî êrîşkar in û rêyekê ji xwe re dibînin ku mêrên dî xwe nekin di nav karên wan re.
Bêguman navendeka ji bo îmtihankirinê li ti deran nîne. Îmtihan jî ne îmtihanên ji dil in. Ji destpêkê, mêratiya “parastvan” û “pehlewanî” wê sextekariyê nîşan dide.
Ev şovên mêratiyê ji bo wan kesên xwediyê şovê şêweyeka domkirinê ye. Ji bo wan kesên mêranî lê hatî kirin hesasîyetekê çêdike, li nik wan daxwaza tolhildanê peyda dibe. Bi vî awayî sîstem dom dike.
Li dema leşkeriyê, li dibistanan, li siyasetê, di pevçûnan de, di siyasetê de û di akademiyê de ew kesên derb xwarîn û hessasiyet li nik çêbûyîn ne mimkin e bikarin vê hesasiyetê ragirin. Bêguman dema em mexdûrkirina jinan tînin ber çavên xwe ti qîmetê vê hessasiyetê nîne. Lê ji bo em bibînin mêr çawa li dinyaya mêran ji nû ve mêraniyê çêdikin giring bû em behsê bikin.
Îtiraza me ya mezin ji bo wê mêraniya serdest a bi awayekê wehşîyane tûndkariyê li jinan dike ye. Herweha mêr bi şêweyên xwe dibin şirîk, şirîkên sûcî hecgo mecbûr in li wê derê hevkariyê bikin.
Ji ber wê gelek giring e ku mêr li dijî desthilata mêran a despotîk bin û rêyê nedin ew mêranîyê ji nû ve çêbike.
Mêraniyek heye, her çi qas îtiraza me jê re hebe jî me ew li ser xwe qebûl kiriye. Mêrbûn, carinan bi îtiraz û şerê xwe em wê ji nû ve çêdikin, nexesiyek e ku vedigire, bêhnçikîn e û zordar e.
Ev mêraniya vedigire ne bi tenê li kolanan, li kargehan û li civatan vedigire. Bi xwe di hêsinê mêrbûnê de heye û belav dibe.
Em belavbûna mêrîtîyê bi tenê bi çekdariyê, dewletê, neteweperestiyê û newekheviya zayendan îzah bikin li gorî min kêm e.
Em ew kesên li dijî vê mêrbûnê disekinin, îtiraz dikin, şerî bi wê mêraniyê re dikin, behsa tecrûbeya xwe ya mêratîyeka cida bikin giring e lê ne bes e.
Mesele ji mesûliyetên me yên exlaqî gelekê zêdetir e. Ji ber ku ji ber exlaqê dema hûn bi mijarekê re rû-bi-rû disekinin hûn bi hesta sûcdariyê tev digerin. Hûn dikarin vegerin exlaqê berbelav û ji nû ve rê bidin xwe-ji-nû-ve-çêkirina mêraniyê.
Li şûna ku mêranîyek bi mêraniya dî re şerî bike, li şûna em desthilata wan teşhîr bikin. Divê em di peywendiyê de bin û hewil bidin bi hev re biguherin. Bi hev re mezin bibin.
Divê mêrên ku li dijî vê derdikevin jî li her qadê lêpirsînê li van tiştan bikin û bikevin nav micadeleyekê.
Hêza jinan û hêza hereketên wan hêvîyên me geş dikin û me hînî gelek tiştan jî dikin lê ez di wî fikrî de me ku esil tişta rizgarbûna mêrên dij de diyarkere ew e ku....
Ji bo ve yekê jî divê em pêşî hîn bibin gelo pirsgirêkên mêranîyeke bi vî şiklî çi ne?
Gelek xebat û rexne di wî fikrî de ne ku pirsgirêka vê mêranîya xwe li ser zor û qewetê ava kiriye pirsgirêka îqtîdarê ye. Lê bi min li gel vê pirsgirêkê îqtîdarê pirsgirêka xulamtîyê ye jî û divêe li ser vê jî bê axafin.
A ku tê piştçavxistin jî xulamtîya ku serkeftinên ji ezmûnan hatine bidestxistin û îktîdarê ye ku li ser pişta hilgirê xwe dike bar e, ev pirsgirêk an nayê dîtin an jî ji alîyê hilgiran ve ji bo nîmetên vê yekê bi zanîn tê piştçavxistin.
Ev cureyeke mêranîyê ye ku di nava wan daxwazên îqtîdar, hêz, û ceribandinên xwe yî serdestîyê de tê xapandin ji alîyê wê hêzê ve dîsa tê bindestkirin û dibe xulam.
Di rastîyê de mêranîyeke kêm, xulam, xwe biçûk dibîne û bi hêsanî tê rêvebirin bi awayekî veşartî rêhevaltîya vê mêranîya muqtedîr, serdest, parêzer, bi hêz, sînorker û muhefezekar dike.
Ev mêrên ku ji hestên xweş û ji hezkirinê dûr mane di jiyna xwe tevî de bi vi şiklê ku hîn bûne; bê hest, despot, bê arezû tevdigerin û xemgînîyê didin der û dora xwe jî.
Bê şik ev cure mêranî di vê pirsgirêka rizgarbûnê de yek ji xalên herî giring e. Xilasbûn an Dewamkirina vê serdestîyê de jî girêdayî kirinên me ye, di destê me de ye ve yek.
Divê em guh bidin wan gazinên deng bilind ku ji jinan tên û em rêyeke bi bandor ji vê micadeleya bi mêran re tê kirin re bibînin, rêyeke bêdeng û bihêz. Divê em tişta ku karê rêya vê tiştê bigre bibînin.
Ji bo vê jî em li ku bibînin bibînin ewil divê em bêhes herin nik wê û em bêtirs li hmber bisekin, jê re bêjin ku em îtiraz dikin, helbet divê em guh bidin îtirazên ku tên al3iyê me jî û em guh bidin wan piştre bi hev re bikevin micadeleyekê.
(ZY/ŞA/APA/VU/MB))
Wêne: Kemal Gokhan Gurses