Nivîskar û Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sönmez piştî nivîsîna pênc romanên bi zimanê tirkî, romana xwe a dawîn, Evîndarên Franz K. bi zimanê xwe ê malê, bi kurdî, kurmancî nivîsî. Helbet li welatekî din, li erdnîgarîyeke din, di nava şert û mercên wêjeyeke din de nivîskarîya duzimanî, cihê întîbayeke asayî, baş û xweş dihêle di nezera xwendevan û wêjehezan de. Lê belê ji bo wêjeya kurmancî, ji bo şert û mercên nivîskarîya kurmancî, ji bo nêrîn û têgihiştina li ser zimanê kurmancî ev him ji bo Sönmez cihê qîmetdayîneke mezin e û him jî bi xwe re hin meseleyên girîng tîne ku dihêle em li ser çend gotinan bikin.
I.
Gotina ku ez ê di talîyê de bibêjim, ez dixwazim di serî de bibêjim. Wêjeya kurdî bi zimanê kurdî dibe, jê wê de hemû hincet, hemû sebeb an hemû bahane gotegotên pûç û xemilên salonên mêtinkaran e. Her wiha ez nivîsîna bi zimanê serdestan, bi zimanê dagirkeran an bi zimanê talankarên zimanê min, wekî tercîh jî nabînim. Nexwe gelo tercîh çi ye? Bi gotina Spînoza, her qewamên rû didin, kana xwe ji mantiqeke basîd werdigirin: Mantiqa sebeb-encamê. Yanê tercîh an tercîhkarî jî talîya talî ji sebeb-encamekê derketiye. Heke hûn çi di şûna sebebê de wekî tercîh nîşan bidin û encama mutleq bixwazin berevajî jî bikin, her timî, talîya talî û miheqeq sebeb-encamek a rasteqîn heye ku tu carî rengê xwe naguherîne.
Lewre ew kurdnûsên xwe ku bi îşteh berê xwe didin tirknûsîyê, wexta bi gotina tercîh dixwazin xwe ji nava vê zilmê xelas bikin, mixabin rewş ne ew çendî hêsan e. Bêguman kurdnûsek hay ji nivîsîna kurdî heye. Yanê pir baş dizane ku ka çima, ji ber çi sebebî an sebeban dinivîse. Kurdek bi kurdî dinivîse, ji ber ku ziman qedexe ye, ji ber ku civat bindest e, ji ber ku hebûna kurdbûnê di xetereyê de ye û ji ber ku tekane têkoşîna herî qewîn û zerûrî a rasteqîn ziman e û parastîna zimanî ye. Nexwe gelo kurdek çima û ji ber kîjan sebeban bi tirkî dinivîse?
II.
Kurteya Romanê: Fredy Kaplan ê bav tirk û dayik alman, ji ber sûcê kuştina xortekî xwendekar û birîndarkirina Max Brodê ku hevalê herî nêz ê Franz Kafka bû, tê darizandin. Şeva ku bûyera êrîşê qewimîbû jinek û mêrekî çalakî pêk anîbû û bi alîkarîya şevê jina porkurt ji ber çavan winda dibe. Polîs, Fredy Kaplan li nêzî bûyerê, li paş koka darekê de wekî bersûc digirin. Ji serî hetanî dawîya romanê, guman li ser Fredy Kaplan e ku xortê xwendekar Ernest Fischer kuştiye.
Roman bi dîyalogên di navbera Fredy, komîserê lêpirsînê Müller, dadger û dozger de pêk tê ku ev teknîk, dihêle em bi dilxweşî silavdayîna nivîskar a li Max Frisch (Max Frisch, Blaubart/Rihşîn) binîn bîra xwe. Li kêleka bi kar anîna teknîka dîyalogan, roman di hin cih û cîgehên mîna Stenbol, Berlîn û Parîsê de derbas dibe ku nivîskar van beşan di nava dîyalogan de bi hostetî bi cih dike. Her wiha bi rêya van beşên li kêleka dîyalogan, em têkilîya Fredy û evîndara wî Amalya dixwînin. Nivîskar bergeheke fireh a ji jîyana karakter û malbatên karakterên xwe xêz dike. Rabirdûya Fredy a li Stenbolê, li cem kalikê xwe derbas bûyî, dîmenên ji Stenbola nasyar a tijî bûyerên sîyasî û çalakîyên xwendekaran datîne ber xwendevanan.
Bi heman awayî radirdûya Amalya a bi zirebavê xwe doxtor Hugo re derîyê zilm û zordarîya hovane a Nazîyan li malbata Hugo kiribû li ber xwendevanan vedibe. Kovara Stylo Noir /Qelema Reş û koma wêjehez û rasteqînparêzên ku li dora wê kovarê civîyane, parastina daxwaz û wesîyetê nivîskarên mirî û ên girîng dikin ku yek ji xala girîng a romanê ye. Tevî roman wekî hecim kurt e û me ber bi polîsîyeyeke xurt, şid û xumam a ku tehmê Poe dide xwendevanan ve dibe jî, di hêla din de bi girêdan, bi berfirehgirtina çarçoweya destnîşankarîya ku nivîskar xwestiye li ser bisekine, bi ristina tevna romanê ya hûrik hûrik û qewîn re, ji serî hetanî dawîyê heyecan û meraqê her zindî dihêle.
III.
Çend pirs û xalên girîng ên ku divê werin destnîşankirin.
• Belkî girîngtirîn hêla vê romanê ev e ku nivîskar xwestiye xwendevan li ser vê pirsê bi awayekî cidî û rasteqîn bisekine: Gelo di navbera Franz Kafkayê nivîskar û Franz Kafkayê mirov de çi cudahî heye? Kafkayê ku hevalê herî nêz ê Max Brod bû, li ber sikratê, ji Brod daxwaza şewitandina hemû berhemên xwe dike. Brod li şûna pêkanîna wesîyeta Kafka rabû tam berevajîyê vê hemû berhemên ji gel re vekirin. Li pirsa duyem ev e: Gelo bi vî hawî Brod awayek ji awayan îxaneta hevalê xwe ê herî nêz nekiriye? Helbet bi rêya Brod cîhana wêjeyê danêrekî seqaya li Kafkaeskîyê nas kir û jinûve metinên binhişî û metnên xewnwarî hatin lêkolînkirin û di hêla din de bi xêra Brod hişt ku ew bi xwe nemir bibe. Lê Kafka wekî mirov ji hêla Brod ve rastî îxanetê hat.
• Vîna nivîskar çi qasî dikare têrê pêşîlêgirtina qedera metnê bike? Hetanî çi radeyê nivîskar dikare xwe bi xwe tevli metnên xwe neke, ango kesî ku em wî an wê wekî nivîskarê metna navborî qebûl dikin hetanî çi radeyê dikare ji dûr ve li metna di nava destên xwe de binêre. Max Brodê ku rastî êrîşî tê, di heman demê de bi rêya kovara Stylo Noir peyamek ji wî re tê dayîn di esasê de. Wî, Brod belkî jî metnên xwe wekî metnên Kafka bi me dan xwendin an metnên Kafka wekî metnên xwe bi me dan xwendin. Yanê dawîya dawîn li holê xapandineke derveyî ehlaqê wêjeyê heye.
• Şeytan û Xwedê. Rindî û Xerabî. Xwedê û Şeytan. Xerabî û Rindî. Metna Sönmez di hêleke din de rê li ber vê pirsê jî vedike. Her şert û mercên guherbar dihêle ku kesê Şeytan bibe Xwedê, kesê Xwedê jî bibe Şeytan. Şeytanbûn û Xwedêbûn di rêya serkarakter Fredy re bi awayekî pirsyar û fikirdar tê lêpirsîn.
• Metnên di nava metnê de. Referansên ji metnên din ên ku hin caran xwendevan ber bi wan metnan ve jî dajo. Awayek ji awayan bi ya min ev bergehfirehgirtina nivîskar wekî metna navmetnî an wekî di nava metnên berê hatine nivîsîne de silavdayîna rûmetdarîyê a wan metnan e ku dawîya dawîn ev metna ku aniha em dixwînin jî parçeyek ji parçeya heyîna wan metnan e.
(BR/FD)